Hêjeyan Kerem bikin bi vê nivîsê jî li gel we me. Silav û rêz Bûbê Eser Pêwîstiya sîwaneke neteweyî di Hilbijartina 2011an de Beşa Dudan (II) Bûbê Eser Em werin ser beşa sisiyan ya ku kurd xwe bi xwe rêxistinî dikin, kirine û li gor wê dixwazin bixebitin, ji gelê xwe re azadiyê bînin. Ji xwe rewş û helwestên wan diyar in. Her kes vê dibînin û dizanin. Kî li ku cihê xwe bigire heqê wan in. Lê pêwîste ku pîvanek hebe da ku li gor wê pîvanê mirov bikaribe xebatên hêja ji bona gelê xwe bike. Loma ez dibêjim; Dibe ku em ne li hev bin, dibe ku em ne ji hevre bin, dibe em ji hev heznakin, dibe ku em qîmet û rûmeta hev nagirin. Lê dîsa çi dibe bila bibe, di van şert û mercên îro de divê em bi hevre bin. Hebûna me li gel hev, xurtbûna me ye. Hebûna me li gel hev, baweriya me ye. Ev bawerî wê tovên neteweyatiyê bavêje nava gel. Ev tov wê bike ku êdî her kurd dê neteweyî bifikire, fikirandina neteweyî jî azadiya gel dê bi xwe re bîne. Lewra ez pêwîst nabînim ku îro kes û kesayetiyên me, zana û jêhatiyên me, nivîskar û rewşenbîrin me bikevin nav partiyên dagirkeran. Kesên ku diharin wê herin ev jî heqeqî wan e. Lê dil dixwaze ku ew vî heqê xwe, bi ked û xebatên xwe li gel partiyên xwe ango yên kurdan bin. Lê heger vê nekin jî çûyina wan ya nav partiyên dagirkeran wê tu fêdê nede gel. Lê dibe ku ji bona wan fêde hebe… Kes û kesayetiyên ku diharin nava partiyên dagirkeran, heger nîyet û baweriya wan ji bona xebata gel be jî wê nikaribin tu caran di nav partiyên dagirkeran de bi ser kevin, ked û xebatên wan wê di avê de here û dilê gelê wan wê ji wan bimîne. Loma daxwaz dikim ku kes û kesayetiyên me yên weha çiqasî zû li xwe û li partiyên xwe vegerin wê ewqasî baş be. Lê biryar, ya wan bi xwe ye. Divê baş bê zanîn ku dîrok tu tiştan ji bîr nake. Gotina min ji bona vê beşê ango kurd xwe bi xwe rêxistinî dikin jî ev e: Berî her tiştî rêxistin û partiyên me yên li ser navê kurdan li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê karê xwe dikin, divê di nava xwe de demokrat bin. Li hemberî kesên li pêşberî xwe demokrat bin. Divê bi gotinên tûj ku yên fêda gel tê de tunebin, ji bona brayê xwe yê kurd bi kar neynin. Bila li hemberî hev bi rêz û hurmet bin û bila herkes karê xwe bikin. Divê ji hev hez bikin û tu caran dijminayetiya hev nekin. Ya herî girîng ew e ku divê li hember hev qet û qet şîdetê bi kar neynin… Kurdistan mezin e û cihê xebatê ji herkesan, ji her partî û rêxistinê re heye. Kî bi rastî û durustî ji bona gelê xwe kar bikin ewin biserkevin. Helbet serketin bi rojekê û bi carekê jî nayê. Ji ber ku tim nerînên rast, xebatên dilsoz û cahdên netewayetî bi ser nakevin. Gelek caran û ji bona demên kurt nerîn û dîtinên çewt jî dikare bi serkevin. Lê rêya azadiya gelan rêyeke dûr û dirêj e. Divê mirov di vê rêyê de bînfireh be, bi sebir û tehamul be. Divê mirov bêzar nebe, ji karê xwe nereve. Helbet wê roj bê û mirov ango nerîna rast, xebatên durust û dilsoz wê bi serkeve. Ji ber van sedemanane ku ez dibêjim: Pêwîst e ku her siyasetmedar, rewşenbîr, hunermen, nivîskar, hozan, wêneçêker ûhwd. Di derheqê vê hilbijartina bê de nerîn û dîtinên xwe bi zelalî bêjin. Ji ber ku ev hilbijartin wê ne weke yên berê be. Loma jî ez dibêjim: Nerîna min li gel siwaneke neteweyî ye ku ji hemû partî, rêxistin, dem û dezgeh, kes û kesayetiyên kurdan ve pêk bê ye. Heger sîwaneke weha bibe wê kurd bi temamî û bi awayekî gelemperî bi serkevin. Ev sîwana ku ez behsa dikim divê qet û qet xwe nêzî der dorên PKK/DBP, partî û rêxistinên wan yên eşkere, binerd û sererd neke. Heger hat û vana jî bikevin nav xebateke ji bona sîwaneke neteweyî, wê ev xebat têk here. Ji ber ku hemî xebatên wan têkbirina karên ji bona başî û silametiya kurdan û ne avakirina eniyeke neteweyî ye. Loma jî dibêjim; Ev sîwan divê tenê ya kurdan û rêxistinên wan be. Lê heger ev nebe, ez dibêjim pêwîst e, em bi hevre HAPKARê xurt bikin. Daxwaza min ew e ku em bi awayekî girseyê piştgiriya wê bikin. Ez azadiya kurdan û mafên wan yê ji bona îro di din sîwaneke neteweyî de dibînim. Lê heger ev bi serneket. Wê gavê ez vî mafî di HAPKARê de dibînim. Helbet partî û rêxistinên din jî hene kî li ku ciyê xwe digire heqê wî/ê ye. Lê tenê bila dijminatiya hev nekin… Ez bi xwe ji hemû kurdan, ji kesên ku bi rastî azadiya gelê xwe dixwazin, daxwaz dikim ku hêza xwe bikin yek. Tu partî û rêxistin ne bê kêmanî ne. Helbet kêmaniyên HAKPARê jî hene. Lê ji ber ku neteweyî ye, pirrengî ye, li me jî dikeve em piştgiriya neteweya xwe bikin. Kêmaniyên wê, bi rexneyên xwe yên çêker ve temam bikin, bi beşdariyên xwe wê xurt bikin. Bi vê yekê min nerîna xwe û dîtinên xwe di derheqê hilbijartina ku wê bê de diyar kir. Ez çareserkirina kêşeya kurd îro di qada xebata eşkere de û di bin sîwaneke neteweyî de dibînim. Divê em ji bîr nekin ku bi vî awayî dikarin bi serkevin. Perçebûn, ji hev belavbûn û ne li hevbûna me, wê zerarê bide me tevan. (nivîs didome) 14.02.2011
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
Pêwîstiya sîwaneke neteweyî .docx
Description: application/vnd.openxmlformats-officedocument.wordprocessingml.document
