Birêz Veysel Yenigül bila yeqîniya we bê ku hîç navêm li ser Mufîd Yükselê reben gotinekê bibêjim û wî rexne bikim. Lewra, Mufîd ewqasî reben û belengaz e ku destê meriv naçe ser bişkokên klavyê û ji bo rexneyê nagerin... Lê nirxandinên we yên li ser çepgiriya kurdan û siyaseta wan û şîroveyên we yên li ser neqşîbendîtiya li Kurdistanê ec mecbûrî îfadekirina çend gotinan kirim. Ya yekem ew e ku we neheqî li rêzdar Necib Bingöl kiriye û bêyî ku hûn şîroveya wî bixwînin, we rabûye ew bi dijmintiya Neqşîbendîtiyê tawanbar kiriye. We gotiye ku birêz Necîb Bingöl "İmhaya Neqşîbendîtiyê dixwaze li Kurdistanê"...! Ji we rica dikim, ji kerema xwe hevokek/cumleyeke ku vê maneyê bide, ji peyama birêz Bingöl derxînin û raberî me bikin. We xwestiye ku hûn nêrîneke xwe ya der barê mijarekê de bînin ziman û hîn şîroveyan li serê zêde bikin, ji bo vê jî we peyama Bingöl wekî derfetekê dîtiye û we di ser rexnegiriya wî mebesta xwe aniye ziman. Bi baweriya min, usûla we ya rexneyî şaş e û ne di cih de ye. Ji kerema xwe vê yekê dubare nekin... Bi qandî ku min ji birêz Necib Bingöl fêm kiriye ew rexneya şaxekî Neqşîbendiyan ku li Norşînê muqîm in û xizmê wî bi xwe ne jî dike û dixwaze ku ew şaxê Neqşî dev ji xulamtiya pergalê berde û bes dijminiya xelkê xwe bike. Min bi deh caran di peyamên Bingöl de dîtiye ku ev yek aniye ziman û xwestiye ku ew şêxên Neqşî yên li Norşînê muqîm werine ser xeteke Kurdî û li cem milletê xwe cih bigrin... Baş e, çi elaqa vê yekê û daxwaza îmhaya Neqşîbendîtiyê ji Kurdistanê bi hev re heye? Hûn çawa maneye wisa ji gotinên camêrî derdixînin û dikine wesîla rexneyê?!
Lê tiştekî ji we re bêjim, birêz Bingöl negotiye û belkî dê nebêje lê bi baweriya min Neqşîbendîtiyê nirx, hêjayî û qîmet li Kurdan û Kurdistaniyan zêde nekiriye... Madem hûn xwedî îddiayeke ewqasî mezin in ku Neqşîbendîtî Çavkaniya Hêjahî, Moral û Çanda Kurda ye, ji kerema xwe bibersivînin: Neqşîbendîtiyê çi li Kurdan zêde kiriye? Welhasil. Cihê vê nîqaşê û van angaştan ne ev der bû û min nedixwest van mijarê li vir vekim, lê heqê tu kesî tune ku heqiyê berevajî bike û çewtiyê bike rastî... Vê gavê silav û rêz Serger Barî -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
