Xalê Beşîr û Xalê google
Cihan ji berê bêbext û bêewletir e.
Di dewr û dewrana zarokatiya min de, bi rastî ji Qirna Navîn a gelên hemdem
şes sed sal berê li dû xwe hîştibû ne cudatir bû, em li derve ji hirç û gur û
maran, li mal dê û bav û apan, di nav nivînan de ji cin û şeytan û reşê şevan
tenê ditirsîn.
Ez dizanim ku dê hûn ê ji min pirsa tirsa ji Xwedê bikin...
Belê, ew xwedayê agah û besîr, diket bîra me, gava em diçûn diziya xiyarên
Xalê Beşîr...
Me digot, ew pir û pir dilşewat û rehman e; lewma naxwaze ku çavê me di xiyaran
de bimîne. Heke yek ji me bike jî şeytanî û fesadî; çer hebe hevalên din li ser
me nadin şahedî... Muxbîr zêdetir be ji duduyan ; em ê li dû hev rêz bikin
sond û lavayan. Nebe wê Xalê Beşîr li me bike çend şîretan; em ê biçin her du
destan, heke li me nede çend şîlmaqan...
***
Duh bi êvarkî ez li ber kompûtûra xwe ya delalî rûniştim û dest avit bişkokan;
kir ku nivîsek bi ser bloga xwe de bişînim û pêşkêşî we xwendevanan bikim ...
Wêy!Rebiyo, ev çi afat e, bi ser min de hatiye!
Hevokeke sor û stûr dike tîpên xwe yên 24 pûnto bipekîne nav çav û rûyê min,
Dibêje “ Gihiştina vê malperê, ji alî dadgehê ve hatiye qedexekirin.”
Ez di cihê xwe de miciqîm mam. Kelecanek bi min girt.Guneh û xêr û tirs û
bawerî û bîrdozî û dilsozî û konektî wêrektî; êdî di min de çi hebe yeko yeko
hatin bîra min; tev bi hev re ketin ber qayişê; xiyarên xalê Beşîr, Xwudayê
agah û Besîr, welatparêzî, kelemçeya polîsan, debara zarok û zênçan, pisîkên
birçî yên li ber derî? Na weleh hebe tunebe berxwean! Lê ew kulm û şîlmaq û
cereyan?
Di dawiyê de min got hela serîkî li xalê google bidim, ka çi dibêje bo biryarê
dadgehan; lê, di serî de min xwe şaş kir, jê pirsî cezayê diziya xiyaran...
Derket rûpelek bi deh xalan neqişkirî; diziya xiyaran tenê tune...
Yek bala min kişand; “diziya maçan qewimiye li ser blogan; Lewma tev hatine
qedexekirin, bi destê dadgeran”
Min rehmetiyê Xalê Beşîr bibîr anî bi hêstirê çavan,
Bi ser de şand çend diayan...
Mamoste Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.