Kekê Cankurd,
 
Ji hedê min der e lê, min xwest ez jî bersîveke bidim te, çimku ez ji berê ve 
ji peyva “ zikmakî pir hez dikim. Di zarotiya min de kal û pîrên 70-80 salî vê 
peyvê pir bikardianîn.
 
Ev peyv,  peyveke bi Kurdî ye  û bi taybetî li Serhedê pir tê bikaranîn. 
 
Di biwêjan de jî mirov rastî vê peyvê tê. Wek mînak:  gûyê zikmakî ji devê yekî 
deranîn: Bi derbek giran li yekî xistin. 
porên zikmakî, bihna zikmakî...
 
Bi ya min di şûna  “zimanê dayîkê” de bikaranîna “zimanê zikmakî” di cih de ye; 
ji ber ku mirov hêj di zikê maka xwe de ye li dengên derûdorê guhdarî dike  û 
di wê demê de mejiyê pitikan fonetîka zimanê dayikê  qeyd dike. Bi rastî jî ên 
zimanekî ji dayika xwe hîn nebin bi tu awayî nikarin bi fonetîkeke  têkûz 
biaxivin. Zanyar lêkolînan li ser zarokên ji dayikên lal çêbûne kirine û 
gihîştine wê encamê ku; ji 4-5 zarokên dayîkeke lal, her yek dibe xwedî 
fonetîkeke cuda. 
 
Pîspor şîret li jinên ducanî û li bavan dikin, dibêjin; heke hûn di mûzîkê de 
serkeftina zarokan  dixwazin, di zikê dayîkê de sitranan bi wan bidin 
guhdarîkirin. 
 
Dîsa van demên dawîn bijîşk û psîkolog temiyan li dayîkê bi zaro  dikin ku ew 
bi wan re biaxivin ku ew jîrtir û serwexttir bin. 
                                                        Bi xêr û xweşî... 
   
--- En date de : Mar 8.3.11, Cankurd <[email protected]> a écrit :

De: Cankurd <[email protected]>
Objet: {Diwanxane} Pirsek ji hostayê me hêja Yilmaz
À: "diwanxane Group" <[email protected]>
Date: Mardi 8 mars 2011, 20h45

Pirsek ji nivîskarê me yê hêjaMaruf YILMAZ, ku di welatperwer.com de ev gotar  
belav kiriye ((Roja Zimanê Zikmakî yê Navneteweyî- 3 Mart 2011 par genelce - )) 

-Bira ev peyva "zikmakî" ji ku ve hatiye...Mak bi xwe jêder e, bo çi bi ser ve 
"zik"?
Bi rast, bo min ev "zik" di vir de bê eger e...Kê pêda kiriye, ez nizanim, dibe 
jî peyveka biyanî hatiye wergerandin. Ez dibêm wê çêtir be, ku em tenha "Zimanê 
makî" an "Zimanê dayîkî" bi kar bînin...Hûn çawa dibînin?
Silavek ji dil
Cankurd
Lêktorekî zimanê kurdî ye
(Belge ji shaxê Rojhilatnasiyê li Zankoya Bonnê/Almaniya dawiya sala 2010 
standiye)

 Carekê li Bloga me jî binêrin:
http://cankurd.wordpress.com
Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Têldest: (+49) 163 869 81 59
Navnîshan: DUSK, P.O.Box: 410 120, 53023 Bonn, Germany
Cankurd

-- 
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 

Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap