Nenasiya Mezinan, Tirsa ji biçûkan
Belê, Yalçin Kuçuk îro wek nûnerê dawîn ê “Partiya Îtîhat û Terakî”yê tevdigere.
Belê ev 15- 20 sal e , ew xwe wek “berdevkê devleta Kûr” dihesibîne.
Belê dibe ku duh jî “ya di dil de” dîsa Kemalîzmeke hişk ya neyarê azadiya
gelê Kurd be...
Belê, rast e wek bi hezaran kesên din ên biyanî, kêm-dirêj, demekî têkilî,
hevdîtin û hevkarya wî jî, bi Birêz Ocalan û bi tevgera Azadiya Kurd re
bûye.
Ew 15- 20 sal berê hêviya xwe ya “anîna Tevgera Azadiya Kurd ser xeta
parastina berjewendiyên neteweyî yên dewleta Tirk” qut kir û bi rûyê xwe yê
rasteqîn derket pêşberî me...
Di wan salên dijwar de, ew salên ku çi siyasetmedar, çi ronakbîr, çi
rojnamevan, kesî newêribû navê Kurd û Kurdistan û PKK’yê bide ser zimanan; bo
têgihiştin û fêmkirina fikr û ramanên serdestan, vekirina deriyê hevdîtinan, bo
çareseriyeke aşitiyane, bo rwabûna xwe bide pejirandin, Tevgera Azadiya Kurd
bi hemî kesên -çi ji wêrektiyê çi ji konektiyê, çi ji dilsoziyê- “ên ku hebûna
Kurda dipejirand- nedipejirand, mafên wan ên rewa diparast- nediparast” re
hevditîn pêkdianî; bi meraqeke mezin pirtûk û rojnameyên wan dişopand; li ser
“bingeha wekheviyê” bi wan re hevkarî dikir... Kî û kê dilsoziya xwe anîbe
ziman, ji wî hez jî dikir...
Di wan salên destpêka Şerê Azadiyê de, Tevgera Azadiya Kurd bandorek mezin
li girseya gelê Kurd û li ronakbîrên Tirk kiribû. Di pêvajoya Komara Tirk de
cara yekemîn nifşeke ronakbîr û rojnamevanên Tirk rabû bi aşkeretî hebûn û
mafên neteweyî yên Kurda parast.
Kesên xêxwaz baş bibîrtînin ku Kovara Dogû Perînçek bi qapaxa: “ Gerîla lêdixe;
Kurdistanê saz dike” derket pêşberê gelê Tirk...
Rojnameya bi navê GÛNEŞ, wek TARAF a îro, 20 sal berê pirsgirêka Kurd ji xwe re
kiribû benîşt.
Bi sedan rojnamevan diçûn dihatin Bekaa û Şamê...
Ji wê nifşê, gelek ronakbîr û rojnamevan derketin ku hê jî bi gelê Kurd re
“dostaniyê” didomînin. Bo têgihîştina girîngiya vê dostaniyê divê mirov
pêvajoya serhildanên berê yên Kurda û “bêdengiya xwedî wijdanan” ” û “neyartiya
bi yek dengî ” ya 50- 70 sal berê binase.
Divê dilê mirov bişewite bi sed hezaran Kurdên li Koçgirî û li Dêrsim û li
Zîlan û li Agiriyê bi ser hev de hatibûn kuştin,
bi wan stûxwarên dengê wan gihîştibû erş û ezmanan; lê kirin nekirin evdên
xwedê bi wan nehesiya nehat hewaran”
Lê, çi bikin ku, hin ji wan ên berê dost dixwîyan veguherîn neyaran.
Ev îhtîmal jî heye ku ew wê demê jî bi devkî dost; bi dil dijmin bin...
Hesabekî xwe li ser me hebin...
En durû çima di serî de devkenî û rûkenî, di binî de genîtî kirin ?
-Ew kirin Tevgera Azadiya Kurd bînin ser berjewendiyên dagirkeran!
Kîjan alî biserket?
Kî û kê analîtîk û zanistî bifikire vê rastiyê dibîne:
Îro Ergenekon û Dewleta kûr û YDA û AKPya durû û CHP’ya Kemalîst bikin yek û
bidin ber Tevgera Azadiya Kurd digel bi sedhezaran êriş û kampanyayên
reşkirinê, bêrûmetkirinê ; ji hemiyan paxiştir, ji hemiyan azadtir, ji hemiyan
durustir nîne?
Ji roja ewil virde ew, li ser “ azdadiya gelê Kurd û wekheviya hemî gelê
bindest, esasên ku di serî de destnîşankirî”, nemaye?
***
Hevalên hêja, gava tu bihêz bî, baweriya te bi te hebe, tu dikarî bi bi her
kesî re têkilî deynî, hevkarî bikî...
Leşker di sala 1985’î de davêje ser mala Mela Evdilayê Timoqî, Xwedê rehma xwe
li wî û li miriyên we bike, dibe qereqola Sasonê û lê şîret û tehdîtan dike.
Ew, wek alimek misilman bi xwedîkirina “terorîstên bê dîn û îman” tê
sûcdarkirin.
Fermandar yekî baqil û konek e. Jê re weha dibêje, dûre dipirse:
-Seyda tu alimekî misiman, serde jî şafiî yî. Di mezheba we de divê hulma devê
seyan jî nekeve nav malê. Lê dibêjin mela kûçikan tîne ser sifra xwe, di heman
firaqî de bi wan re nîn dixwe. Te fitweya vî karî ji ku anî?
Seyda yê wê demê hema bigire 90 salî, weha dibersivîne:
-Heke ez wek Tirkekî azad û serfiraz û xwedî dewlet bûma min ê ji seyên xwe re
(bi tiliyaxwe avahiya qereqolê nîşan dide) beraqeyên xweşik ên bi vî rengî
“ban sackirî” çikiriba seyên xwe di wir de xwedî bikira. Heke ewlehî hebûya,ne
ji seyên we bûya min ê li derveyî malê, di baxçeyê xwe de xwarin bida wan.
Heke wek we, min jî hebûya bi dehan kasik û firaqên porselen, min ê her yekî
yek bida ber û ew ên serî bikirana ber xwe di tebaxên xwe de bixwarina.
Ji ber bindestî û hejarî û xizaniya me ye ku em û seyên xwe, bi hev re dixwun,
vedixwun. Xwedê pirsa vî gunehî ji me na, ji kesên ku em kirine vî halî
dipirse”
Tevgera Azadiya Kurd ne tenê rêxistineke çekdarî ye; herweha kar û xebatên
siyasî, civakî, dîplomatîk û aborî jî dimeşîne. Heke kesek ronakbîr ji serî
heta îro bala xwe dabe wê, teqez têgihîştiye ku ew, “wek hêzeke serbixwe ”
hatiye birêxistin. Tevgera Azadiya Kurd, digel hemî pêkûtiyên jiderve û
navxuyî tu car neketiye bin nîrê tu dewletekî. Jixwe sedema derketina wê ne
bindestiya hezar salan a vî gelî bû? Şerê wî yê ewil ne bi “feodal û axa û
desthilatdarên navok bi biyaniyan ve girêdayî” re bû. Kîjan hevkar û xwîmij û
serdest ma ku ew neketibe qirikê?
Eşîrên xayîn?
Çi Kemalîst, çi kevneperest, çi nijadperest dewletên dagirker ên li çar alî?
YDA’ya emperyalîst?
Tu kes û kesayetiyek ji derve nikaribûye-nikare wê ji rêya berjewendiyên gelê
Kurd bidûr bixe.
Ew kesên îro peywira “kurmê darê” tînin cih, ew malmîratên çi ji nezaniyê, çi
ji hestên dijberiyê, çi ji xayîntiyê dikin li ber Tevgera Azadiya Kurd çalan
bikolin, gelo çi dixwazin?
Gelo ew dixwazin; serok û nimînêr, rayedar û berpirsyarên vî gelî, bi tu
siyasetmedar û dîplomat û ronakbîr û fermandarên biyanî re hevditîn pêkneynin?
Kurd tim û tim çek di destan de şer bikin, xwînê birijînin !
Tişta kenê guran pê tê eve ku:
Gava şer diqewime; dibêjin aşitî;
Gava bi neyaran re hevdîtin çêdibe; dibêjin ev e bi ergenekonê re hevkarî...
Ew dixwazin ev gel, dest li ser kezebê, ta roja dawî hema wer bisekine?
Di rastiyê de tirsa di dil û mejî û DNA ya wan de rûniştî “ji xwe
nebawebûnî”yê wêdetir ne tu tişt e.
Ew rebenên xwedê dibêjin wê
“ Yalçin Kuçikek ê dîn ê derpê ji qûn avitî” ;
Tayîp Erdogan û hevkarên wî yên demokratên qelp ên bi konektî û takiyeyê
nixumî;
CHP’yî û Kemalîstên xurufî, riziyayî, ji qudûman ketî,
general û JÎTEMKAR û MÎTKARên wan ên bêbawerî û bêbîrdozî “yên bo kerîkî nan li
ber deriyê dewleta dagirker girêdayî; bikaribin wek sed sal berê dîsa gelê Kurd
û Tevgera Azadiya wî bixapînin...
Ew nizanin ku ev Tevger û gelê herî bibawer û birûmet ê cihanê ev sih sal e
rabûye ser xwe;
di Erdnigariya herî naletkirî û bi dek û dolaban serqûçkirî ya bi navê
Rojhilata Navîn de,
di serî de bi Decalê mezin ê bi navê DYA’re,
bi çêjikên wê yên Ewropî re,
bi cewrikên wê yên dagirker re; bi çek û rext li serê çiya û baniyan;
bi dîplomasiya li ser maseyan;
bi berxwedaneke kesnedîtî li zînadanan, serî digerîne, têdikoşe...
Dijmin ev bîst sal e dîtiye, lê ev kor û ker( her du wate jî li cih e) û lalên
me, bi “nepêkaniya têkçûyînê” ya Tevgera Azadiya Kurd nehisiyane; li vê rastiyê
verneqiliyane...
Ev guhsist û bêtextik, gelê xwe jî, Tevgera Azadiya Kurd jî nas nekirine;
ji mîlîtanî û şoreşgeriyê para xwe nestendine.
Ew ewqas ehmeq û tirsonek in ku ji Yalçinê Kûçûk ( biçûk) jî ditirsin...
Ma êdî çi bibêjim? Mamoste Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.