*Dîsa hat newroza kurda* Dîsa hat newroza kurda, Ji hev ra bidne mizgîn e, Bînit dawya kula derda, Gelê kurd gelkî keyfîn e.
Du sêsed sal (*) berî Îsa, Rojek wek ya îro dîsa, Li Medyayê şemal îsa Bo kurdan xweş dibû jîn e Dehaq êdî nema sax bin, Dil û mêlak nema dax bin, Welat tev dê gul û bax bin. Xilas bit nefret û kîn e. Gul û simbil vebûn tev de, Kulîlkê sor û zer dev de, Qîz û xortên me govend e, Li kolanan de danîne. Li her der keyf û hem yarî, Înayet er bikit Barî, Ji bo qewmê me yê Arî. Dê azadya welat bînê. Divêt her kes ji dil rabit, Pîrozkirnek nebaş nabit, Kesek nînin ne dilşa bit, Ji bil yê cehş û xayîn e. Pîroz kin rewşekî ser ve Bi aştî lê nekû şer ve, Dê her kes derkevit derve, Ji xeynî yê eqil nîne, Pîrozbahîyê hêj zû kin, Cil û kincên xwe tev nû kin, Yê kesk û sor û zer l'xo kin, Biçin qada bîranîne. Di her rewş û di her halan, Nerûnit kes li nav malan, Bo Kurd derdê hezar salan, Ji qelbê xo derêxîne. Emê tev dest bidin destan, Pîroz kin şubhê sermestan, Ji xo memnûn bikin hestan, Heta ko em dikarîne. Dehaq bimrin, bijîn Kawa, Nemînit zilm bi her awa, Ji bo xort û qîz û lawa, Çêbit dinyakî şêrîne. Dê agrê Newrozê geş kin, Rûhê Kawa'yî hem xweş kin, Dilê yên xêrnexaz reş kin, Bila ew her bikin şîn e. Bibîr bînin Memo û Zîn, Çeko û Arif û Tajdîn, Mîrê Botanê Mîr Sêvdîn, Ku ev rêç bo me hiştîne. Ji Kawa ta vê roja me, Didomit de'w û doza me, Dê dengê "Ey Reqîb"a me, Biçit ta Çîn û Maçîn e. Li Dêrk û Şirnex û Wanê, Cizîr û Muş û Batmanê, Li Amed hem Li Tatwanê, Hilînin ala Rengîn e. Li Midyad û Nisêbînê, Li Bedlîs û li Mêrdînê, Dikin hawar û qêrînê, Ji bo vê têdikoşîne. Di salên heştê û notî, Ji Amed bigre ta Botî, Ji bo vê roja dil sotî, Xwîna pembe rijandîne. Yê vê rojê me kit jar e, Mîna pêrar û pêrar e, Nifîna Dikulê jar e, Xwedê stûyê wî bişkîne. *Abdulkadir Bîngol* http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=5628 -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
