Ê ku çû Başûr Evdilhemît bû an Tayîp? Bo têgihîştina polîtikayên Umetparêziya Tirk, bi gotineke din fêmkirina polîtîkayên AKP’yê, divê dora pêşîn em bîrdoziya Sultan Evdilhemîd binasin. Ew î Îslamiyetê netewî kir û cara ewil kir amûrê desthilatdariya xwe ya emperyal. Êwê ku zimanê tirkî kir zimanê fermî yê Dewleta Osmanî Evdilhemîd bû. Ewê cerdewanya bi navê “ hemîdiye” anî Kurdistanê Evdilhemîd bû. Ewê di dîroka misilmanan de cara yekem li dijî Ermenên xaçparêz, di salên 1894-1896’an de komkujî pêkanî Evdilhemît bû. Rejîma Kemalîst, bo zexmkirina pergala komarê û desthilatdarî û berjewendiyên hêzên rojavayî pêşnavê Evdilhemîd kiribû “ sultanê sor ê destbixwîn” Kurdên şiyar û serwext di şûna rutbeya “Hûnkar” de jê re digotin Evdilhemîdê Xûnkar…" (xwînkar) Misilmanên jidil , lê ewqas jî ji dilên xwe sax, çima ku Seîdê Kurdî avêtibû zîndanê, çima ku bi ya her du alimên Umetê, Muhemed Abduh û Cemaleddîn Efganî nekiribû navê “Xelîfeyê qelp” lêkiribûn… Çawa bû, van çend salên dawîn siyasetmedarên umetparêz ên (?) Tirk dev bi sondxwarina bi serê vî padîşahê konek û bifêl kirin. Ew dikin polîtîkayên wî yên bêyom li ser Kurda û li ser gelên Rojhilata Navîn ferz bikin. Gelî Kurdino, çûyîna Tayîp a Başûr, mizdana parsûyê Kurda û yê Birêz Barzanî ceribandina ji nûve avakirina Dewleta Osmanî ya li ser bîrdoziya Evdilhemîd e. Di vî karî de bêşik pêçiya YDA û ya emperyalîstên rojavayî jî heye. Dixwezin li Bakûr bi çend kemçûrên hûrik Tevgera Azadiya Kurd kerr bikin. Dikin bi Îhaleyan, ew jî nebû bi tehdîtan birayên me yên li Başûr bêdeng bikin. Dikin bi çavtirsandina bi Rojavayîyan Erb û Fris û Efxanan li ser xwe qeyd û tapû bikin... Û dikin di nava çend salan de, dibe ku zora wan neçe Ereb û Farisan û zimanê wan, Kurda di nava xwe de bibişifînin, bihelînin û kok û aca wan biqelînin… Bo rêliber girtina vê dafikê divê Kurd, çi li Başûr, çi li Bakûr, çi li rojhilat nasnameya Xwe bi dagirkeran bi awakî fermî bidin pejirandin. Divê Kurd, di Pergala Konfederal a Demokratîk a bi rewbûn û realîzma xwe li rewş û paradîgmaya nû ya Cihanê tê, pir û pir israr bikin. Divê Kurd şêwra xwe bikin yek û Ameda xwe ya rengîn bo tevahiya Kurda bikin paytexteke çandî û aborî ûkêfxweşiyê, da ku di cihana Global de zarokên me di kolanên Stenbol û Tehran û Şamê de nehelin ji destê me neçin. Xwziya Birêz Barzanî mîzaneke çerçiyan danîbûya ber Erdogan, kefkî ( çavî) bi îhaleyên şîrketên Tirka, kefa din bi berjewendiyên gelê kurd tijî bikira… Wê çaxê ew dibû Celadet Bedirxanê li ber Evdilhemîd… Mamoste Marûf -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
