*Piştî pêncîûheşt salan bendetîyeke zelal û amîneke jidil**>> Abdulkadir Bîngol*CIZÎRA BOTAN, 15/4 2011 -- Îbadet erkekî mirovî yê li hemberî afirînerê mezin Xwedê ye. Bende ango evd bendetiya xwe bi vê rêyê nîşan dide. Dema nîşan dide jî pêwist e ti kes yan jî sazî nekevin di navbera wan de. Divê bende rasterast bi afirînêrê xwe re rûbirû bimîne, hemî hewceyîyên xwe bi awayê lavayê jê re derpêş bike.
Bendetîyeke zelal ancax bi vê rêyê gengaz dibe. Lewra di gîyanê bendetîyê de lava/lavakirin heye. Bende li hemberî wê hêza gewre ya afirînêrî xwe aciz û zelîl dibîne, ji ber wê çendê hem di derbarê mercên giran yên jîyanê, hem di derbarê hewceyîyên xwe, hem di derbarê pirsgirêkên ko di jîyanê de rûbirû mayîye, hem jî di derbarê paşeroja xwe de lavayan jê dike. Bes pergalên ko Xwedê nas nakin mirov ji bendetîyeke bi vî rengî zelal bêpar hiştine. Yan ew bixwe bi rêya zagon û dustûran ketine di navbera bende û afîrînêrî , yan jî bi rêya hin takekesên ko dîsa ji alîyê wan ve hatine erkdar kirin ev armanca xwe bi cî anîne. Ango pergalê sînor danîye li ber bendeyî û herweha ew lavayên ko bende dixwaze bike jî dîsa ji aliyê wî ve hatiye tesbît kirin. Pergalê qet nexwestîye û destûr nedaye ko bende di derbarê wî de tiştekî bibêje. Bi gotineke din gilîya wî bike. Li herêmên ko kurd lê dijîn de ev astengî, bi awakî hovanetir didome. Lewra li vê herêmê ji bilî wê zordestîya ko li derên din heye, yekî din jî lê îlawe kiriye û destûr nedaye ko xelkê vê herêmê ango kurd bi zimanê dayika xwe, bi wî zimanê ko afirînêrî dayîyê lavayên xwe bike, erka xwe ya bendetîyê bi cih bîne. Pergala serwer destûr û derfet nedaye bawermendên kurd ko şîret û we'z û xutbe bi zimanê ko ew jê fêm bike jê re were dayîn. Ji destpêka komara tirkan heta roja me ev zordestî berdewam e. Lê di van rojên dawî de tevgera bakur di çarçoveya "bêîtaetîya sivîl" de li cur be cur taxên bajaran de xutbeyan dide xwendin. Melayên ko ti pêwendîya wan bi fermîyetê re neyîn yan jî yên malnişîn vê sîstemê bi rê ve dibin. Gel jî bi işq û şewq têkilî van xutbeyan dibe, bi awakî serbest û azad lavayan ji rebbê xwe dike, gilîya pergalê li nik Wî dike. Û destê xwe raberî Wî dike ko wî ji vê zordestîya pergalê derxêne. Di temenê xwe yê pêncîûheşt salan de yekem car ez pêrgî bendetîyeke bi vî rengî coşdar hatim. Wê beşaşî û dilxweşîya li ser rûyê beşdaran her tişt vedigot. Ê xutbexwîn (xetîp) dema bi wê kurdîya/kurmancîya xwe ya zelal ya li gorî nezma beşdaran lava dikir beşdar mest dikir. Îxlasa wî û îsabeta lavayên wî ji qîra gur ya "amîn"an dîyar dibû. Dema girseyê digot "aaamîînnn!!!" gotin di cî de be erd û asîman dihejandin. Min bixwe hetanî wê rojê "amîn"eke welê xweş û dilşewat û jidil nedîtibû. Cihê beşdaran nexweş bû, ne li ser mehfûran bûn, li ser kartonekê rûniştîbûn, çokên wan li ser erda hişk û biring req bibûn, lê ewan hay ji vê çendê nebû. Lewra dilê wan rehet bû. Baranê lê dikir, her kes şil bibû, lêbelê ti kes ji ber baranê nerevîyan, dijane bi çavê rehmetê, bi çavê dilovanîya Xwedê, bi çavê qebûlbûyîna lavayên xwe ew baran pêşwazî dikirin. Beşdaran bi baldarî û bi mebesta fêmkirinê li xutbexwînî guhdarî dikirin. Ango ji boyî guhdarîkirinê guhdarî dikirin. Ne ji boyî ko guhdar xuya bikin û ji mecbûrîya hal guhdarî dikirin. Di navbera dilê yê xutbexwîn û dilê guhdaran de pireke ya hezkirinê hebû. Lewra armanca herdu alîyan jî heman tişt bû. Tîrên ko ji hundurê dilên wan yên birîndar derdiketin berê xwe didan heman hedefê. Ji vê tevgara wî ya dawîyê dîyar e ko gelê kurd êdî naxwaze di mijara olî de jî nakokîyan bijî. Lewra pergal û sîstemên wê di we'z û xutbeyên xwe de dabaşa biratiya îslamê dikin, bes di pratîkê de ti caran kurdan weke bira qebûl nakin. Dema kurd bibin mijar fermanên Qur'anê nayên bîra wan. Ji ber wê çendê ye ko gelê kurd xutbeyên bi vî rengî li ser yên fermî re digire. Bi hêvîya berdewamîya van xutbeyan. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
