Keko, tu rast dibêjî, lê birayê Marûf bi raya min ji nivîsa min bi gorî xwe
encamekî derxistî ye û bi awayekî tund berê xwe daye min. Bi vê sedemê min
jî, gelek kesên wekî min difikire jî bi peyvên giran û nexweş, sucdar dike.
Ez naxwazim dirêj bikim, lê ji wê nivîsê encamekî usa çawa derxistî ye, min
piştî bersîva wî jî famnekir. Mesele ne tirkî, an jî kurdî ye. Bêgûman,
gengeşiya me, heta nivîsa min jî kurdî bana, baştir bû. Lê divê em piçek din
jî bi bênhfirehî tevbigerin. Lê na, hin heval dibêjin, "Hebe nebe wekî min
bifikirin." Divê ev nêrîna me eciz bike. Ji bo ku ez eciz bûm, min got
"Okuma yazman kıt." Çima ez eciz bûm, wê jî bêjim, tiştên hatî nivîsîn ne
rexne bû, rasterast tawanbarî bû. Babo, berê tawan bêjin, dadgeh bikin, heke
sûç derket, keremkin, bavên binçav û tiştê nemayî pê bikin.

Bi silavîn germ.

Fehîm Işik

2011/4/14 Abdurrahman Önen <[email protected]>

>  Ev Tirkî bû bela serê me. Kek Fehîm, hek bi Kurdî binivîsiya wê ji kek
> Marûf re bigota "te ez fahm nekirime, ji kerema xwe cardin nivîsa min
> bixwîne û helwesta min bişopîne." Lê, ji ber ku bi Tirkî nivîsiye, gotiye ku
> "okuma yazman kıt mı?"
> Ez bawer im ku em niqaşên xwe bi Kurdî bikin em ê baştir ji hev fahm bikin
> û hev serwext bikin. Kurdî zimanekî kubar e, xwedî esil û esalet e. Hek em
> bi Kurdî bifikirin û binivîsin em ê baştir tevbigerin û li hember hev
> maqûltir bin.
> Di xweşiyê de bimînin.
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu
> Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u
> rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret
> qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
>
>
> Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>
> - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail
> grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas
> alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik
> taninir.
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap