*Kongra 10emîn ya Kurd-Kavê Çêbû*


KURD-KAV, 10emîn kongra xwe ya asayî pêk anî. Kongre roja 16ê Nîsanê, seet
dudoyan de li avahiya Weqfê bi axaftina Serokê KURD-KAVê Kasim ERGUN
destpêkir. ERGUN di axaftina xwe de bal kişand giringîya KURD-KAVê û wiha
dewamkir; "Li gor vî wextê me ê kurt, teqrîben di 13 meha de, xebata
şanogerî, di dû beşada qursen zimanên kurdî, semînerên edebî kqonferansa
tenduristîya jinan, tadîlatên weqfê û ya herî giring jî bi revgêra Reformê a
Tirkîyê re çêkirina Konferansek du rojî ya bi navê 'Wateya Bîratîya Tirk û
Kurda: Pirsgirêk-Çareserî', hin kar û barên ya vê dema kurt in." Ergun di
axaftina xwe de bal kişand ser buyerên paşî yên Afrîka û Rojhilata navîn û
xebatên sîvîl ên bêîtiatî, tesîra wan a li ser doza Kurdistanê. Pîştî
axaftina ERGUN, hin endam û kesên beşdarî kongrê bibûn bîr û rayên xwe anîn
zmên.



Kongre bi hilbijartina rêvebiriyek nu bi dawî bu. Rêvebirên nu yên Weqfê ev
in: Kasim ERGUN, Mazhar KARA, Fîsun KILIÇKAP PARLAK, Abdurrahîm ESER,
Bahattîn AYAZ, Alî ÎNCESU, Ozgûr BASUT, M.Emîn EREN, M.Behlul YAVUZ,
Abdurrahîm DELÎ, Zeynel Abîdîn ZINAR.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap