Merheba birayê Robîn Reşwan,
Birayê Robîn Reşwan, gelek sipas ji bo vê agahdariya we. Bi çêkirina bloga we 
ez pir kêfxweş bûm. 
Bi dîtina min we ji bo pêşketina zimanê kurdî karekî baş kiriye. 
Ez we pîroz dikim. 
Birayê delal, dibe ku hûn nizanibin, blogeke min jî heye. Bloga min xurrî bi 
kurdî ye û ji sala 2007-a û virda ye ez her şev di vê bloga xwe da nivîsekê du 
nivîsan diweşînim.
Cara pêşî min dest bi blogeke xurrî bi kurdî kir. Yanî ez blogîstê zimanê kurdî 
yê pêşî me.
Di van çar salên borî da min dît ku heger kurd înternetê baş û bi zanetî bikar 
bînin dikanin feydeyên mezin bigihînin ziman û edebiyata kurdî.
Ji bi vê gava we ya hêja ez careke din we pîroz dikim.
Zinarê Xamo

Date: Mon, 18 Apr 2011 17:26:32 -0400
Subject: {Diwanxane} Blogeke Nû ji Dengê Amerîka: Ziman û Jîyan
From: [email protected]
To: [email protected]

Xûşk û birayên hêja,

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka îro dest bi blogeke nû dike, bi navê Ziman û 
Jîyan: http://blogs.voanews.com/kurdish/zimanujiyan

Ziman yek jî stûnên serekî ya gelekî ye û pêşveçûna zimên jibo vî gelî pir 
girîng e. Dîsa, hindabûna zimanekî pir caran nemana çand û nasnameyek e.Hêvîya 
me eve ku bi rêya vê blogê emê bikanibin nîqaş û gotûbêjên li ser zimanê me 
pêşve bibin.

Em dixwazin ku ev blog bibe zemînek jibo nîqaşên li ser zimanê Kurdî, hem li 
nav welat û hem jî li derva. Loma jî em li benda rexne, têbînî û pêşnîyarên we 
ne ku em bi hevre bloga xwe dewlemendtir bikin. 

http://blogs.voanews.com/kurdish/zimanujiyan 

Silavên germ. 

Robîn Reşvan, 
Dengê Amerîka

-- 
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 

Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
                                          
Cevap