Hêjeyan,
Kerem bikin ez bi nivîseke nû li gel we me.
Silav û rêz
Bûbê Eser
Hak-Par dixwaze çi bike?
Bûbê Eser
Ez weha bawerim ku li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê siyaseta rast, durust û
paqij cihê xwe ji eksê van re hiştiye. Ji ber ku babîsokek weha li wan deran
rebû ye ku bê ya star. Ev babîsoka ku ez behs dikim ya siyasetê ye ku her
tiştekî siyasî guheriye û li mirovan weha kiriye ku kes nema dizane wê çê bêje
û binivîsîne. Siyaset bi awayekî weha zû bi zû tê diguhertin ku mirov nema
dikare pêre bigihêje ku nerîn û dîtinên xwe bêje an binivîsîne.Dema tu tiştekî
dibêje an jî dinivîsîne hê çend roj bi ser de nare te hew dît ew guherî û ya te
li ortê bê bingeh û bê wate dimîne.Çawa?
Niha me gelekan heta niha kêfa xwe dianîn ku li bakurê welatê me Kurd ne bê
altarnatîf in. Bi hebûna xwe hakpar jî li gel bdp altarnatîfeke û li gor hêz û
taqata xwe ber xwe dide û dixwaze ji bona kurdên bakur bibe altarnatîfek ango
hêviyek ku kurd xwe bê hêvî nehêlin. Li gor vê wan û me jî karên xwe dikirin.
Li gor vê me jî bawerî, nerîn û dîtinên xwe digot in. Me li gor vê piştgirî
dida hakparê ku ew xurt bibe da ku rewş ji bin nîrê yek partiyê, yek dîtinê û
yek kesayetiyê derkeve û kesên din jî bikaribin bi azadî nerînên xwe bêjin.
Li gor vê jî me got û nivîsand da ku vaye kurd li bakur xwedî hêzekê ne ku ew
hêz ango hakpar dixwaze bibe dengê kurdan. Vê hêvî dida mirov ku wê hakpar erkê
jê dihat xwestinê bîne cih. Ez bi xwe jî yek ji wan bûm ku çi bi nivîsên xwe û
çi bi dîtinên xwe min piştgirî da wan ku em weke kurdên bakur ji bin badora
kurdên kemalîst derkevin. Lê heyv û mixabin hakparê ew hêvî û eşqa ku em pê re
rabûn bi daxuyaniya xwe ya ku ew ê nekeve hilbijartinê, şkand.
Çima weha kirin nizanim. Lê siyaset ne karê rojekê û ya çend kesan e. Ji
siyasetê re sebir, tehamul, helwest û îstîqrar lazim e. Di siyasetê di dûrbînî
gelekî girîng e. Di siyasetê de lîstik gelek in. Lê divê mirov ne li gor lîstik
û rojeve ku hin bi zanetî dikin, tevbigerin. Di siyasetê de rê û rêbazeke,
destûr û bernemeyeke dûr û dirêj heye ku divê mirov jî li gor wan karê xwe,
ango siyasetê bike. Min jî bi xwe heta niha ev hêvî ji hakparê dikir û pê bawer
bûm ku ew dûrbinîye. Ew di xeta xwe de, bi îstîqrar e. Lê mixabin ez jî weke
gelek camêr û canikan bi vê biryara wan ya talî şaş mam û hîn jî min fêm
nekirîye çima weha kirin.
Min jî û gelekên din jî me dizanîbûn ku heger hakpar bikeve hilbjartinan wê
bendê derbas neke û wê nikaribe bikeve parlemena tirkan ya ku ew jî weke gelek
tiştên tirkan bi kurdan şêrîn e. Lê me hêvî dikir ku qe nebe vê carê wê hakpar
bi awayekî vekirî li gor norm, şert û şirûtên zagona heyî, ew jî weke gelek
partiyan derkeve kuçe û kolanan, li bajar, bajarok û gundên kurdistanê bigerin
û bi saya vê hilbijartinê nerîna xwe, armanca xwe bi xelkê xwe re parvekin. Ya
em li bendê bûn ev bû. Lê camêran ev jî ji me re zêde dîtin û gotin; 'Na bra
divê em ji hunduran dernekevin, meş û xwe pêşandan, civîn û mitîng ne karê me
ye. Em tenê dikarin di hunduran de kar bikin. Loma ev hilbijartin ji me zêde ye
ku em derkevin derve û rû bi rû ji xelkê xwe re nerîna xwe bêjin.'
Îcar piştî vê, tiştê ku em lê zêde bikin tune ye. Mala wan hezar caran ava be
ku em bê hêvî hiştin. Lê ez di wê baweriyê de me ku divê hakpar bi awayekî
giştî xwe nûjen bike. Li gor min nûjenkirina wê jî destjêberdana berpirs û
rêvebirin niha ne. Divê hakpar ji xelk û piştirin xwe uzrê xwe bixwaze û bi yek
dengî hemû rêvebirin niha dest ji kar bikşînin. Divê hakpar bê ku wextê derbas
bike here kongreyeke awerte. Ji ber ku hakparê darbeyeke xeter bi saya
rêvebirin niha xwar. Divê em hemû piştgirên wê hewl bidin ku di kongreyeke
awarte de kesên, bîrewir, wêrek di nerîna xwe ya siyasî de dûrbinî bin,
hilbijêrin.
Loma divê zûtirîn wextê hemû rêvebirin niha destjikarê partiyê bikşînin. Bi
kadirên nû. Bi perspektîfeke nûjen û li gor daxwaza xelkê dest bi kar bike.
Kadirên bêne hilbijartin divê ciwan bin, zîrek bin, jêhatî û wêrek bin. Divê
kadirên nû dûrbîn bin. Xwedî siyaseteke neteweyî bin. Heta ku kurd bi hîsên
neteweyetiyê nepijin, dê nikaribin neteweyî jî bifikirin. Ji xwe hemû êş û
derdê me, şaşî û çewtiyên me ji vê ye...
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.