Sayın Güçlü,
Neredeyse bütün yazılarınıza verdiğim cevaplarım elinize geçiyor mu?
Çünkü hiçbir yazımın karşılığını alamadım. Üzgünüm.
Benim ve diğer üyelerinde de bilgilenmeleri açısından ve daha sağlıklı çözümler
için kısa, öz ve gerçekleşebilir fikirlerinizi cevaben okumak isterim.
Bu topraklarda en büyük örgütlü vahşi ve barbar gücün Ergenekon olduğu
tartışmasızdır.
Bütün analizlerimizi bunu göz önüne alarak yapmalıyız. Bunu asla ve asla
gözardı edemeyiz.
Bu aşamada hedefimiz gayet net olmalı.
Ergenekon güçleri etkisiz kılınıncaya kadar asla hedefimiz şaşmamalı.
Bunun da yolu Ergenekon yargılamalarının geciktirilmesi, saptırılması,
sınırlandırılması gibi her türlü engele karşı mücadele etmektir.
Bunu yaparken EŞ ZAMANLI OLARAK ülkenin de GENEL DEMOKRASİ'SİNİN DÜZELTİLMESİNE
ÇALIŞILMALIDIR.
Bunu da yolu Evrensel Hukuka yada AB hukukuna bağlı bir sivil anayasadan geçer.
Kürt ve/veya Kürdistan'ı kullanarak, provokatif istek ve tutumlarla bu aşamada
genel AB Anayasasına benzer bir anayasanın sabote edilmesine asla ve asla yol
açılmamalıdır.
Bu ilk sivil anayasa gereği Ergenekon güçleri ve düzeni etkisiz hale
getirildikten sonra, Kürt ve Türk halkı daha hukuk ve demokrasi ile
bilinçlendikten sonra, birer aydın olarak istediklerimizin kendiliğinden
toplumsal isteklere döndüğünü göreceğiz.
Sağlık, mutluluk ve başarı dileklerimle.
Dr. Sacit Güneş
Date: Fri, 6 May 2011 06:54:31 +0300
Subject: {Diwanxane} Platforma Makezagona Dewleta Federal pêwîst e..../Divê em
kurd di derdarbê makezagona nû de nerînên xwe zelal bikin. Loma ez jî nerînên
xwe bi we re parve dikim...
From: [email protected]
To:
"Platforma Makezagona Dewleta Federal Pêwîst e..."
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])
Di 12-ê Hezîranê de hilbijartina giştî dê pêk bê. Li Tirkiyeyê çend partiyên
siyasî û gelek kesên serbixwe dê beşdarî hilbijartinê bibin. Encama
hilbijartinê jî, kêm û zedê diyar e. Wusa xuya dike ku Partiya AKê dê dîsa bi
serê xwe bibe hikumet û desthilatdar.
Mirov dema ku bername û projeyên partiyên siyasî yên hilbijartinê dixwîne û ji
çav derbas dike, gelek aşkere derdikeve holê ku dê di sıstem û dewleta unîter
de guhertinek radîqal pêk naye.
Lê dîsa jî beriya hilbijartinê û bi taybetî jî beriya referanduma 12-ê îlona
2010-an ji aliyê Partiya AKê de gelek vekirî hat diyar kirin ku ji bona
Tirkiyeyê dê makezagonek nû amade bibe. Gorî vê daxwazê jî niqaşe dom dikin,
platform, rêxistinên sivîl ji bona vê xwe amade dikin, pêşniyarên xwe pêşkêşî
reya giştî dikin.
Ji bona kurdan, ji encama hilbijartinê girîngtir mijar, makezagona nû ye. Dîsa
encama hilbijartinê derdixe holê ku mijara makezagonê dê gorî pîvana ancama
hilbijartinê û hejmaran çareser nebe. Heger mijara makezagonê gorî hejmara
mebûsan çareser bibe, ew tê wateyê ku ji aliyê kurdan de tiştekî baş dê nayê
rojevê. Lewra li ser navê kurdan raste rast mebûsên diçin parlamentoyê nîn in.
Mebusên li ser navê BDPê biçin parlamentoyê jî, demek dirêj e ku diyar kirine
ku di dewleta unîter de guhertin nekin û ji dewleta neteweyî ya tirk re xwedî
derkevin. Hejmara wan jî gelek sînorkirî ye.
Pirsa makezagona nû divê gorî hejmar, temsîla kurdan û tirkan ne, divê gorî
rasteqîniya Tirkiyeyê çareser bibe. Loma jî kurd, divê ji bona makezagona nû bi
awayekî giştî û bi taybet, xwe bi rêxistin bikin.
*****
Hezar mixabin her çiqas di destpêkê nebe jî, pişt re dema ku Komara Tirkiyeyê
ava bû, biryar hat girtin ku netewe kurd û kêmnetewe tasfiye bibin, miletê tirk
ji netewe kurd û kêmneteweyên din ava bibe. Dewlet jî, bibe dewletek unîter,
dewleta neteweya tirk, otorîter û kolonyalîst. Kurd, bibin tirk, ji hemû mafên
xwe yên neteweyî bêpar bin, Kurdistan jî bibe kolonî.
Ev sîstema dewleta tirk jî, ji aliyê Peymana Lozanê de hat erê kirin. Peymana
Lozanê jî, peymanek navneteweyî bû.
Dema ku Dewleta Tirk ev peymana navneteweyî erê kir, di hundir de jî, ji bona
dewletê makezagonek hat amade kirin. Her çiqas di destpêkê de ji rasteqîniyên
Împaratoriya Osmanî sûd hat girtin û tesîra osmanî ya plûralîzma neteweyî û
kêmneteweyî li ser makezagonê hebû jî, tu dem ev peymana û makezagona ji bona
kurdan û tirkan, nebû peymanek û makezagonek dewletek hevbeş.
Hemû makezagonan, dewleta unîter terîf kir û ji bona neteweya tirk çêbûn. Loma
jî Makezagona 1924-an, 1961-an, 1982-an û guhertinên di makezagonan de pêk
hatin, tû dem nebûn makezagona kurdan. Kurd wek netew hatin înkar kirin û hemû
mafên wan hatin xesip kirin.
Divê di destpêkê de em hemû kurd di vê rastiyê de li hevûdu bikin.
*****
Mijara din ya girîng jî ew e ku divê kurd biryara bidin ku dewletek serbixwe
dixwazin, an dewletek federal û konfederal dixwazin. Hîç şik tune ye ku kurd
jî, xwediyê mafê çarenivîsiya xwe ne, ev mafê xwe gorî fêde û berjewendiya xwe
dikarin bi kar bînin.
Kurd, heger dewletek serbixwe dixwazin ava bikin, wê demê bi neteweya tirk re
hewcedariya wan peymenek hevbeş nîn e. Kurdan, piştî dewleta xwe ya serbixwe
ava kirin, heger biryar dabûn ku ew dewleta bibe dewletek demokratîk û
makezagonî, wê demê jî, ji bona dewleta xwe makezagonek pêk tînin.
Heta nûha jî, helwesta dewleta tirk ya kolonyalîst ji bona kurdan ji derveyî
dewletek serbixwe tu çare û rê nehîştibûn.
Lê di van salên dawî de dema ku ji makezagonek nû tê bash kirin û hebûna kurdan
wek netewe de facto/fîîlî hat pejirandin, derfet çêbû ku kurd û tirk bi hev re
ji bona dewletek hevbeş hewil bididn. Ew dewleta jî, gorî ceribandinên
neteweyên dinyayê, dewleta federal e.
Ji bona dewleta federal jî, divê peymanek nû di navbeyna neteweya kurd û tirk
de pêk bê. Ev peymana xwe di qada huquqî de jî bi makezagonek nû terîf û îfade
bike. Ez ji bona vê makezagonê dibêjim "Makezagona Dewleta Federal".
Dema dewletek federal û makezagonek dewleta federal hat pejirandin, pişt re jî,
ji bona Kurdistana Federe makezagonek ji bona neteweya kurd jî pêwîst dibe.
Dewleta Federal, bes dikare, ji aliyê mafên îdarî, siyasî, aborî, civakî; ji
aliyê statu û desthilatdarî de di navbeyna neteweya kurd û tirk de wekhevî pêk
bîne. Ew neheqiya heta neha heyî, dikare ji holê rake. Statuya kolonî ya
Kurdistanê û neteweya kurd dawî bîne.
Heger di vê qonaxeyê de dewleta federal ava nebe û ji bona dewletek federal di
navbeyna kurd û tirkan de makezagonek û peymanek nû çê nebe, ji bona neteweya
kurd ji derveyî dewletek serbixwe tu derfetên din namîne. Loma jî makezagona nû
û karaktera wê, ji bona kurdan ji tirkan jî girîngtir e.
*****
Dema şertên heyî bên nirxandin, terefa tirk dixwaze ji bona dewleta unîter
makezagonek "demokratîk" gorî pîvanên Yekîtiya Ewrupayê bipejirîne. Di vê
makezagonê de mafên kollektîf yên neteweya kurd, wekheviya neteweya tirk û tirk
tune ye. Bes tê xwestin ku terîfa hevwelatiyê bê guhertin, mafên kesayetî ji
bona kurdan bên nas kirin. Heta dikarim ev yeka jî pir zelal xuya nake.
Projeya PKK/BDPê jî, ji dewleta unîter diparêze. Projeya "xweseriya
demokratîk": Di navbeyna neteweya kurd û tirk de ji aliyê maf û statuya siyasî
û îdarî de wekheviyek daxwaz nake. Neteweya kurd û Kurdistanê dike çend beşan.
Sîstemek demokratîk ne, sîstemek otorîter û desthilatdariya yek partiyek daxwaz
dike.
Loma jî divê kurd: Li hemberî van xebat û projeyan helwestek cûda nîşan bidin.
Divê bê pejirandin ku ev merheleya, merhelek dîrokî ye.
*****
Pirsa makeagona nû ya dewleta federal, pirsa hemû kurdan e. Divê her kurdek û
her dezgehek kurd ji bona makezagona dewleta federal xebat bike. Wusa diyar e
ku di vê pirsê de di nav kurdan de fikrekî hevbeş tune ye. Loma ew kesên
"Makezagona Dewleta federal" diparêzin ji bona vê xebat bikin.
Divê kurdên li hev dikin ji bona makezagona dewleta federal bên cem hev
platformekê û an jî tevgerekê ava bikin.
Ev platforma û an tevgera divê li hemû herêman bi kurdan re civînan pêk bîne,
ji bona dewletea federal makezagonekê amade bike. Bi terefa tirk û bi reya
giştî ya tirk re danûsatandin bike. Di nav gelên kurd û tirk, kêmneteweyan de
şiyarbûnek nû çê bike.
Ez dikarin bibêjim ku ji bona kurdan pirsa rojane û stratejîk ev e. Divê em
kurd ji bona ev mijara rojane dest bidin hev û xebat bikin.
Amed, 03. 05. 2011
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.