Xalê Orhan Mîroglû çawa guherî veguherî û bû Orhan Bey?
Min derbarê Orhan Mîroglû de  di nivîsa xwe ya mehek berê de jî çend gotin 
kiribûn û bo têgihîştin û nivîsandina  guherîn û veguherîna kesayetiya wî  qala 
abonetiya xwe ya rojnameya TARAF’ê kiribû. 
 
Bi awayek kronolojîk ji xwendina nivîsên wî ez têgihîştim ku tu cudahî ya wî 
rebenî tune ji Kurdên me yên berê yên ku di dêvla  silaveke germ a  dagirkerek 
de heft xizmên xwe dikirin qurbana dewletê...
 
Ez dixwazim ji wê hewldanê kurteçîrokek pêşkêşî we jî bikim:
 
Min, dora pêşî ji serî heta dawî, ji 11 ê Avrêla 1998an  heta serê Adara 
2011’an  Xalê Orhan di Tarafê de çi nivîsîbe daxist Kompûtûra xwe. Dûre min dev 
bi xwendina wan kir. Di yên serî de xalê min alîgir û piştgirek jidil ê Tevgera 
Azadiya Kurd e. Bi dilşewatî û bi hestiyarî pesnê şervanan dide, polîtîkayên 
BDP’yê û DTP’yê dide ser ser seran û çavan.
 
Gava  qala serpêhatiyên xwe yên zîndana Amedê û behsa kuştina Apê mûsa û 
birîndarkirina xwe û jît û jîtemê dike pênûsa di dest de dibe tirpana Rûs  pirî 
xweş dibire. 
Gava di televîzyonan de qala bûyerên hatine serê xwe dike bi her du çavan 
digirî. Hêstir di çav de  dibe lehî, pirî dibare...
 
Xalê min ê Orhan bi van sepêhatiyên dilsotîner, bi hostatiya xwe ya gotin û 
nivîsandinê, roj bi roj nav û deng dide, dibe qeta sêvek ji ber Yimaz Erdoganê 
Hekarî yê xebatkarê berê yê NÇM’ê. 
 
Ew baş dizne ku  nav û dengê xwe deyndarê rojnameya Tarafê ye. A Xwedê di 
rojên  herî dijwar de jî ew terka rojnameya xwe nake û wek hemalekî bênavber tê 
de dinivîse.  
 
Rojek hat di quncikê wî de nivîseke balkêş  xwuya. Di sala 2009’an de qala xwe 
û nivîskrî û siyasetê dike û dibêje: “ nivîsandina min a di Tarafê de karê herî 
bi rûmet e û ev yek têra min dike. Ez bi nivîsandina di vir de pir û pir û pir 
kêfxweş û dilgeş im. Êz ê êdî bi siyasetê re aleqadar nebim” 
 
Lingê xalê min ê Orhan êdî erd girtibû. Di rojnameyê de cihê xwe zexm kiribû ku 
mineta  wî ji kesî tunebû. Têra xwe nav û deg jî dabû...  
 
Televîzyonên ku ambargo danîbûn ser siyasetmedarên Kurd, dor bi dor wî 
vedixwendin bernameyan. 
 
Rojname û kovarên  neyarên sondxwarî yên Tevgera Azadiya Kurd hevpeyvînên bi wî 
re cot bi cot  dixistin nav rûpelan... 
Çend meh şûnde ew hêdî hêdî, nermik nermik  gilî û gazincan ji Tevgera Azadiya 
Kurd dike. 
 
Çend mehên din gilî û gazincên wî  vediguherin rexneyan. 
 
Demek şûn de êdî ew li mehneyan e. 
 
Xalê min nizane ka çi bike, çawa bike xwe ji hevsarê ku Tevgera Azadiya Kurd  
xistiye stû xelas bike û bibe ji wan lîberal demokratan;   wek wan  bê partî û, 
bê bingeh û  bê serî û bê pergalan; loma Mît û jît guh nadin gotinan,   bo wan  
hişk girtî ne derî û baceyên girtîgehan...
 
Piştî çend nivîsên derheqê qaz û qulungan de, rojnameya wî dest bi weşandina 
belgeyên ku pûşên “Ergenekona leşkerî”  derxistin holê kir. Tevgera Azadiya 
Kurd li bendê bû ku ev lêpirsîn û “xwe gijgijandin û doş kirina” bo Turkiyeke 
paxiş wê şerê kirêt û gemarî yê li Kurdistanê jî bihundirîne û bi deh hezaran 
kuştiyên kiryar nediyar, bi hezaran gund û warên şewitandî û ruxandî, bi 
mîlyonan kurdên li metropolan bi ser hev de wek penaberan komkirî jî bîne 
rojevê û bibe dermanê sazkirina aşitiyek bi xêr û ber... 
 
Xalê min ê Orhan di vir de famkorkî, bê ferasetî kir û sedema hebûna Tevgera 
Azadiya Kurd jibîr kir. Li bendê bû ku Kurd jî bi heman argûmentan, bê xirecir 
xwe radestî polîtîkayên AKP’yê bikin û bi heman çavî li bûyeran mêze bikin. Hal 
û mesele ew bû ku Xalê Orhan dixwest  bi mîlyonan kurdên  mal û canên xwe di 
ber azadiya de dabûn çav bidin virevirên lîberalan û bikevin bin nîrêAKP’yê;  
ew şîrketa anonîm a bazirganiya misilmantî,  tirkiyatî û kurdayetiyê... 
Xeletiyeke wî yê din jî; ew pirî di bin tesîra êrişa kontrayî de mabû, digot 
qey “Ezraîl jî  Decal jî kontraya leşkerî tenê ye. Heke ew hêz têk biçe, wê 
pirsgirêk çareser bibe” 
 
Xalê Orhanê me emperyalîzmê jibîr kiribû. Nizanibû ku artêş jî ji alî YDA’yê ve 
qeyd û zincîrkirî ye, singê wê li ku kutayî be li wir diçêre. Îro nûnerê wê 
AKP’ye, lewma artêşa gurêx duh ,   wek berxek virnî bêdeng di xew de ye... 
(Gurêx: kûçikê jîr ê ku dikare guran bixeniqîne)     
 
Xalê Orhan  piştî doza Ergenekonê şûr da dest; êrişî Tevgera Azadiya Kurd kir.  
Kî û kê li ber ket bi hevkariya Ergenekonê sûcdar kir û mirazê dilê  xwe anî 
cih; serxwebûn û azadiya ku  di dil de dihewand aşkera kir. Ji vir pêde êdî ew 
lîberal demokrat û Tarafçiyek bi serê xwe ye. Bi îzn û hêza Xwedê Teala wek 
Yilmaz Erdoganê me hemû  deriyên medya û Sosyeteya Stenbola rengîn dê serpiştkî 
ji wî re jî vebin.  Oxira xêrê be, Orhan Bey... 
                                                            Mamoste Marûf
                
 
 

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap