Şevek Ji Şevên Îşkenceyê
Sal 1988... Wê demê ez di qeymeqamîya Cizîrê de karmend bûm, midûrê karûbarê
nivîsê bûm.
Wek tê zanîn di demsala havînê de navenda Cizîrê zêde zêde ger dibe. Ji ber
ko di wan deman de mîna îro makîneyên hûnikahîyê jî nebûn dema mehên temûz û
tebaxê dihatin kesên ko derfeta wan hebana hewl didan ko ji Cizîrê baz
bidana. Min jî xwe ji wê ne'metê dûr nedixist û zarokên xwe di nav germê de
nehişt.
Wê salê jî wekî her salên dî dema germahiya Cizîrê zêde bû, min xwest ko
destûra xwe ya salane li derveyê Cizîrê derbas bikim. Navnîşana min ya ez
biçûmayê jî navçeya Şirnexê bû. (Şirnex wê demê hêj nebibû parêzgeh) Şirnex
hem hûnik bû, hem ne dûrî Cizîrê bû, hem ji xizmên min yên nêzîk li wir
hebûn.
Min destûra xwe bi awakî fermî stand û karûbarê çûna xwe ya betlaneyê
kir. Piştî
min amadeyîyên xwe pêk anî min berê xwe da Şirnexa rengîn. Herweha ji ber ko
li Şirnexê ekîbeke dost ko ji melayan pêk dihat hebû û me ê bi hev ra
sohbetên xweş kiriban ji wî alîyî ve jî ez kêfxweş bûm.
Piştî ko em gihane Şirnexê, me û xizmên xwe hevûdû dît hindik mabû ko ji
keyfan em serxweş bibana. Lê haya me jê nebû ko dê wê şevê çi bi serê me
hatibaya. Ya rast tebîetê vê dinyayê holê ye. Li pey her nexweşîyekê
xweşîyek heye, li pey her xweşiyê jî nexweşîyek... Rêka jiyanê rasterast
nadome. Hin deman ew rê gul û gulistan e, bi derbasbûnê re ew gul bi mirovî
re dikenin û bi bêhna xwe ya xweş demên biheştîn bi wî dide jîyandin. Hin
demên dî jî ew rê ji aliyê stirîyan ve tên dagirgirin. Jîyanê dikin dojeh...
Te ya rastî bivê ji xwe welê xweş e. Biwêjeke ereban heye: "Înnemel-eşyaû
tu'refû bieddaîya" ango tişt bi ziddê/dijberên xwe tên naskirin. Yanê eger
nexweşî neba qedrê xweşîyê, eger tehlî neba qedrê şirînahîyê nedihate zanîn.
Piştî ko me şîva xwe xwar, çaya xwe vexwar û fêkîyên xwe jî di ser da kir,
sohbetê dest pê kir. Di wan rojên ko em ji hevûdin cihê bûn de çi bi serê me
hatîbû û me çi dîtibû me ji hev re vegot. Piştî ko em westîyan û wexta xewê
hat em çûne ser cih û nivînên xwe. Bi ûmîda ko em ji roja dîtir re enerjîyê
kom bikin me bêhnokek (vîrgul) deyna ber herikîna jîyanê û em nivistin.
Derengê şevê bû ferman... Min got ferman lê newebit hûn wê fermanê weke
fermana mala 'Elîyê Yunis bizanin; nexêr fermana serê me bû. Em bi dengê
lêxistina derî şîyar bûn. Hûr-gir, jin-mêr em bi hev ra ber bi derî ve
beziyan. Bi vekirina derî re ez bibêjim yek tu bibêje deh polês ketin
hundur. Zarok û jinan ji tirsa kirin qîr û hawar û xwe dane ber dîwaran.
Dema mirov li şêweya têketina wan yan hundur dinêrîya mirov digot qey îxbar
ji wan re çûye ko Emînê Ehmed lawê Perîxanê, Cemîlê Çeto û Ehmedê Îskan yên
bi salan qaçax û mehkûmê dewletê bûn di hundurê wê malê de ne; bi wê hirsê
ketin mal de.
Bi qîr û hawar, bi hirobîyan nasnameyên me xwestin. Me nasnameyên xwe
derxistin û bi destên lerizîn radestî wan kir. Yeko yeko li rûyê me û li
nasnameyan nêrîyan. Yek ji wan dema nasnameya birayê min ê biçûk kontrol kir
ji nişka ve beşişîneke munafiqane li ser rûyê wî xuya kir. Hema dest xwe de
mizgînî da havalê xwe û xwest ko wê kêfxweşiyê bi wan re parve bike: "Temam,
me dît!"
Çaran bi hev ra xwe avêtin birayê min, destên wî bi şûn de girêdan û ew
avêtin erdê. Paşê bi kulm û pehînan rakirin û ber bi derîyî ve dehfandin.
Gava min ew rewş dît dîmeneke roja qîyametê ya dema zebanî gawiran ber bi
dozexê ve dibin kete ber çavê min: "Xuzûhû, fexullûhû, sûmmel-cehîme
sellûhû-wî bigrin û girêdin, paşê jî têxin nav dozexê." (Sûreta Heqqe, ayet:
30, 31) Me di nav tirs û fikaran de tenê li rewşê temaşe dikir. Ji bo ko em
karibin pirsîyar bikin ko "gelo wî xortî çi kiriye û tawana wî çî ye?"
gurçikek mîna polayê pêwîst bû. Paşê jî yekî berê xwe da min û got: "Pêwist
e tu jî bi me re werî hetanî polisxaneyê." Ji xwe dijderketin yan jî pirsa
sedema binçavkirinê neqabil bû. Paşê wê diyar biba ko sedema girtina min ew
bû ko qaşo da ez xeberê negihînim Cizîrê.
Birayê min di tirimbêlekê de, ez jî di yeka din de berê me dan pelisxaneyê;
no ez şaş im îşkencexaneyê. Gava em xistin polisxaneyê ew birin derekê, ez
jî dereke dî.
Demeke hindik di ser da derbas bû, nebû ji nişka ve qarên û qîjên ji odeya
tenişta min hat. Dîyar bû ku îşkence li birayê min dikirin. Dema ewî dikir
qîr, agir bi dil û hinavê min diket. Wan qîran bi navbir hetanî sibê dewam
kir. Her çiqas wê şevê ez bi îşkenceyeke fîzîkî re rûbirû nehatibim jî lê
îşkenceya ko bi birayê min dihate kirin bo min îşkenceya herî mezin bû.
Helbet feydeya ko felaketa wê şevê dayî min jî hebû. Êdî ez bibûm şahidê
zulmê; min her tişt bi çavê serê xwe dîtibû. Êdî kîn û nefreta min ya di
hemberî zilmê de heta mirinê dewam bikira.
Hetanî ez sax im wê şevê jibîr nakim. Ji xwe sedema vegotina vê bûyerê ya di
arefeya vê hilbijartinê de jî ew e.
Ji wê rojê û vir de çi dema ez biçim ser sindoqê ew şev, erê ew şev tê ber
çavê min. Û hêzeke veşarî îradeya min ji min distîne û destê min bi aliyê
mezlûman ve dibe.
Abdulkadîr Bîngol
Dilkulê Cizîrî
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.