*Mela û Hesp*[image: A.Kadîr Bîngol] 14 Hezîran 2011, 10:11
A.Kadîr Bîngol <http://www.nubiharder.org/editor.asp?id=18> Melê li hespê xwe siware, ji gundekî diçe gundekî din. Ji nişka ve rêbirek derdikeve pêşiya wî. Rêbirî dema hepsê melê yê nestêle dît, ne bi dilekî bi hezar dilan dilê wî dikeve hespî. Li melê kire qîr: "-Seyda!" "-Belê, fermo!" "-Seyda ez ê tiştekê bipirsim?" "De kerem ke, ez li te guhdarî dikim." "Seyda, ka bêje dema yek neheqiyekê li yekî din bike, çiqas dem di ser de derbas dibe paşê cezayê xwe dibîne?" Melê hinkê mitale kir û paşê jî bersiv da: "-Carînan deh sal, carînan jî bîst sal di ser de derbas dibe paşê ew kes cezayê xwe dibîne." Ji ber ko bersiva melê gelik li hesaba rêbirî hat, hema xwest ku pê bide dubarekirin: "-Te got bîst sal?" "-Belê, belê; dibe ku hetanî bist salan jî bidome." Dema melê ev got, rêbirî nemerdî nekir: "-De nexwe ji wî hepsî were xwarê, ji min re bihêle û rêya xwe bigre û here!" "-Dad, eman! Hesp yê min e, çi mafê te di hespê min de heye." Melê çiqas kiribe karekar û zarezar jî pelka guhê wî jî şil nekir. Melayê reben ji neçareyî peya bû, hespê xwe jê re hişt û kete ser rê û çû. http://www.nubiharder.org/yazar.asp?yaziID=2122 -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
