*Şam: Hevbendiyeke oposîtsyonê ya nû bi beşdarbûna Kurdan hat damezirandin*
Di 30ê hizêrana (June) 2011ê de li Şamê damezirandina »Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat« hat ragihandin. Malpera KurdWatch dinivîsîne ku di daxuyaniya hevbendiya nû de doza rakirina bendê 8ê yê destûra sûrî (Partiya Bees serkêşiya dewlet û civakê dike), diyalogeke niştimanî ji bo guhertina demoqrat û rûxandina hikûmeta niha û sazkirina hikûmeteke demî kirin. Erkên hikûmeta demî gerek ev bin: 1. Sazkirina reşpelika destûrekê, ku sîstemeke parlamentarî, dewleteke medenî û heman mafên welatîbûnê ji bo tevaya welatiyan misoger dike; 2. Sazkirina qanûneke li gor dema niha ji bo partiyan, alavên ragihandinê û hilbijartinan; 3. Kurd beşek dîrokî yê bingehîn in ji tevna sûrî ya niştimanî. Ev tê wê wateyê ku pêwîstî bi çareserkirineke dadmend a Pirsa Kurdî heye. Divê ev yek di çarçeweyeke niştimanî de û li ser bingeha yekîtiya dewlet û gel pêk bê. Ji bo pêkanîna vê yekê pêwîstî bi misogerkirineke di destûrê de heye. Ev yek ne berevajî wê rastiyê ye, ku Sûrî beşek e ku nayê dabeşkirin ji neteweya erebî. »Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat« ji Kombûna Niştimanî ya Demoqrat (çar partiyên erebî), Kombûna Çep a Markisî (çar partî) û pênc partiyên kurdî (Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demoqrat [PYD], Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê [el‑Partî] ya Nesridîn Ibrahîm û Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî) pêk tê. Herweha komek ji kesayetiyên sûrî yên serbixwe endamên vê rêxistina nû ne. Partiyên kurdî yên din, di nav wan de endamên Daxuyaniya Şamê, beşdarî vê hevbendiya nû nebûn. Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat Komîteya Tenfîzî ya ji 18 kesan pêkhatî bi nav kir. Mihemed Mûsa (Partiya Çep), Salih Mûslim Mehmûd (PYD) û Cemal Baqî Mele Mehmûd (Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî) endamên kurd ên vê komîteyê ne. Gerek e ew her sê mehan ji aliyê endamine kurd ên din ve bên guhertin. Di Encûmena Îdarî de ya ji heft kesan pêkhatî de jî endamek kurd heye, ew jî Cemal Baqî Mele Mehmûd e. Gerek e ew jî her sê mehan ji aliyê endamekî kurd ê din ve bê guhertin. Herweha hat ragihandin ku wê Encûmene Giştî ji 60 kesan bê ragihandin. (www.kurdwatch.org) * * *Çalakvanê kurd Can Qamişlokî:* *»Piraniya xwenîşanderan nimêjê nakin«* *Di hevpeyvîneke bi KURDWATCHê re de çalakvanê 32-salî Can Qamişlokî* diyar dike bê çawa xwenîşandanên li dijî rêjîmê li herêmên kurdî tên amadekirin.* *KURDWATCH*: Kî xwenîşandanên li dijî rêjîmê li herêmên kurdî amade dike? *Can Qamişlokî*: Çend komên kurdî hene ku bi hevre xwenîşandanan amade dikin. Temenên endamên wan di navbera 20 û 40-salî de ne. Ev kom bi hevre di peywendiyên berdewam de ne. Ta ji me tê danûstandinên me bi dizî ne. Ji ber vê yekê ne hemû endam hev nas dikin. Em bêtir di internêtê de bi hevre didin û distînin. Kesên ku hev nas dikin, gelek caran hev dibînin û dicivin. Erkê me ew e ku em xwenîşandanên li herêmên kurdî amade bikin. *KURDWATCH*: Xwenîşandanên roja înê her car li jêr sernavekî pêk tê. Kî biryara navan dide? *Can Qamişlokî*: Nûnerê komên kurdî di peywendiyên berdewam de ye ligel nûnerên komên sûrî yên din. Di internêtê de pêşniyaz tên kirin û nûnerên komên cuda li ser navekî li hev dikin. Berî çend rojan me hişt ku biryar bê stendin ku xwenîşandana roja înê li jêr sernavê »Azadî« pêk bê. Bi vê yekê me dixwest em eşkere bikin ku Kurd û zimanê kurdî beşek in ji Sûriyê. *KURDWATCH*: Xwenîşandan çawa tên amadekirin *Can Qamişlokî *: Di orta hefteyê de em li ser dirûşmên xwenîşandana li bajarên kurdî li hev dikin. Li her bajarekî pankert tên belavkirin. Li Qamişlo em her în li cem mizgefta Qasimo dicivin û li bende dimînin ku xelk piştî nimêja înê tevlî me bibin. Çalakvan ji deverên cuda tên, da ku ne hemû bi hevre bên girtin û pankert bên misaderekirin, eger girtin pêk bên. Piraniya xwenîşanderan nimêj nakin û tenê ji bo beşdarbûna xwenîşandanê tên mizgeftê. Di rojên beriya xwenîşandanê de em di rêya belavokan re û herweha bi devkî û li ser facebookê xelkê agahdar dikin ku wê xwenîşandan pêk bê. Xwenîşandan dora nîv seetê dirêj dike. Gelek caran ew bi axavtinên cuda ên partiyan û rêxistinên din bi dawî tê. Pankert yekser tên şewitandin. *KURDWATCH*: Kî beşdarî xwenîşandanan dibe? *Can Qamişlokî *: Bêtir ciwan in. Lê herweha zarok, jin, keç, zilamên temen mezin beşdarî xwenîşandanan dibin; bi kurtî: ji hemû beşên civatê xelk hene. Herweha hin kes beşdar dibin ku ji rewşa xwe ne razî ne û hêviya rewşeke baş dikin. Xelk beşdarî xwenîşandanan dibin tevî ku ew dizanin ku ew dikarin bên girtin. *KURDWATCH*: Helwesta kesên li qiraxên kolanan çi ye? *Can Qamişlokî *: Gelek caran hejmara kesên li qiraxên kolanan ji xwenîşanderan bêtir e. Gelek ji wan piştgiriya xwe ji bo me nîşan didin, lê beşdarî xwenîşandana me nabin. Ew hîn ji bo beşdarbûna xwenîşandanên li dijî rêjîmê dudil in. Sedemek ji bo vê helwesta wan ew e ku Ereb û Fileh beşdarî xwenîşandanên li Qamişlo nabin. Hin ji wan beşdar dibin, lê ne bi wê hejmara ku mirov hêvî dike. *KURDWATCH*: Polîs û dezgehên ewlekariyê çi dikin? *Can Qamişlokî *: Ew xwenîşandanan dişopînin û dîmenên wan dikişînin. Wekî din ferman ji wan re hatiye ku êrîşî xwenîşanderan nekin. Piştî xwenîşandanan berdewam hin çalakvan tên girtin û piştî çend rojan serbest tên berdan. Ew êdî ji ber beşdarnûna xwenîşandaneke bê rûxset doz li dijî wan tên vekirin. *KURDWATCH*: Partiyên kurdî çi dibêjin? *Can Qamişlokî *: Têkiliya me ya berdewam bi partiyên kurdî re heye. Bi taybetî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê û Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê piştgiriya xwenîşandanên me dikin û beşdar jî dibin. Gelek çalakvanên di komên me de xwedî paşxaneyeke hizbî ne. *KURDWATCH*: Dîmenên xwenîşandanan çawa digihên alavên ragihandinê? *Can Qamişlokî *: Li cem me her yek karê wî heye. Hin çalakvan hene ku karê wan ew e ku bi bêrîkfonên xwe dîmenan bikişînin. Dema ku xwenîşandan pêk tê, ew dîmenên xwe dibin ciyekî nenas û ji wir perçeyên vîdyoyê û wêneyan dişînin ji alavên ragihandinê re û wan di internêtê de jî belav dikin. Hin ji me xetên wan ên internêtê yên tirkî hebe. Bi vî awayî mirov dikare berheman hesanîtir û zûtir bişîne. ** Nav ji aliyê sernivîser ve hatiye guhertin. * www.kurdwatch.org -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
