[Paşa Amedî] Bi gorana salnameya Hîcrî, roja 14 Şabanê êvarê şevnimêja beraetê ye. Di nav alemê Îslamê de şevek pîroz e û tê pîrozkirin.
Wateya beraetê ji tengasiyê xelasbûn, xwe ji gunehan dûr xistin e, pakbûyîne û ji stûbariyê safî bûnê ye. Her roj û şev fersenda mirovê heye ku xwe efû bike lêbelê Xwedê Teala pir caran jî fersendekî mezin dide. Ev fersenda di nav şevan de jî şevek şeva bereatê ye. Xwedê Teala ji me re fersendekî mezin dide ku em xwe biborî nin, efuyê bixwazin ku Ew jî me ef bike. Xwedî ji me dixwaze ku em bixwazin. Kî xîretê bike xwe bispîrîne Xwedê, ê Xwedî bide wî. Mîna kesekî bêje ku ez birçîme û şixula xwe neke çawa ku yê birçî bimîne. Em jî ku ji Xwedayê xwe re dia, nimêj û teatê nekin çawa Xwedê bideme. Di nav me mislimanan de nexweşiyek heye em dibêjin *"em nimêj û dia nakin lêbelê bira Xwedî bide me!" * Tê gotin ku di beriya şerekî Hz.Musa û Firawun de: Fîrawun bikafiriya xwe hita sibê ba Xwedê kiriye û gotiye *"Ya Rebbî min li ber Musa mahçûp neke..."*Hz.Musa jî çû ye raketiye. Di roja şerê de Fîrawun serkeftî bûye. Hz.Musa dibêje ya Rebbî em misliman in û ew muşrîke çawa ew serkeftî bû. Xwedî Teala jî jê re dibêje *"Ev bişev heta sibê raneket û yadê min kir û dia kir ya te?!"* Ku kafir jî bişxule Xwedê didiyê, cudahî nake nav mirovan Xwedê Rahman û rahîm e Pêxemberê me Hz.Muhammed(s.x.l.) di derbarê şevnimêja bereatê de wiha dbêje: *"Meha Şabanê mehek bi fazîlete ku meriv ji pê nizane, di vî mehê de kirinê me ji Xwedê re tê pêşkêş kirin. Ez jî ji kirinê xwe bi rojiyê pêşkêş dikim." *(Nesaî) Dayîka me Hz.Eyşe wiha dibêje *: " Resulê Xwedê di meha Şabanê de ewqas ku rojî girtiye qe di mehê dinan de negirtiye. Yek caran jî temamiyê vî mehê bi rojî bûye."* (Buharî) *"Şeva bereatê de deriyê ezmanê vedibe, ferîşte (melek) jî mizgînê dide mumîna û handan(teşwîk) dike."* (Nesaî,Beyhaqî) *"15 şeva Şabanê bi şev biîbadetê, biroj jî bi rojiyê derbaskin! Vî şevê Xwedê Teala wiha dibêje: " Ê bexşiyê dixwazin tune nin ku ez wan ef bikim? Ê roziyê dixwazin tune nin ku ez roziyê wan bidimê? Ê derd û keserê wan tune nin ku ez sihetê û noşiyê bidimê? Ev rewşa heta sibê dewam dike."*(Îbnê Mace) *"Şeva 15 Şabanê rehmeta îlahî cîhanê tev digre, herkes ef dibe. Encax yên ku ji mislimanan re neheqî û hesudî dikin û ji Xwedê re şîriktî dikin nayê bexşandin."* (Beyhaqî" (Hz.Cebraîl dihat *" Rawe, nimêjê û dia bike! Îşev şeva 15 şabanê ye" digot. Ku îşev wiha bijîn Xwedî Teala ef dike, tenê muşrîk, efsûndar, temih, kîndar, meyxwer, ehlê bî"da, mişeperexwer û zen dikin ef nabin." *(Tebaranî) Xwedayê me ji me pir hes dike û fersend daye me bi rastî lêbelê pir caran jî di şev û rojên pîroz de fersendên mezin dide me, divê mû'mîn xwe jê bêpar nexe. http://www.nubiharder.org/yazar.asp?yaziID=2308 -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
