Birano
Hêja Fehîm
Silavek ji dil
Keko, min gotara ya hêja xwend û lew re ez vê binxêzkê jê re dinivîsin:
_______________________________

Kurd hemî demanpêdiviyê hev bûn, ne tenê niha....Divê em di mêjoya xwe de li 
wan xalik û nofirkan jî vegerin, ewên ku têde hinekan ev pêdivî tew ji xwe re 
laîq nedidîtin....Lêvegera mêjoyî gelek astengan vedirisîne û rê li ber me 
asantir dike....

 




Carekê li Bloga me jî binêrin:
http://cankurd.wordpress.com
http://www.facebook.com/madmiro1
http://kurdax.wordpress.com

Ji comerdiya xwe, me agahdar bikin, heger hûn heznakin nameyên me ji we re 
bênLi gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Têldest: (+49) 163 869 81 59,  
DUSK, P.O.Box: 410 120, 53023 Bonn, Germany
Cankurd








________________________________
Von: Fehim Işık <[email protected]>
An: [email protected]
Gesendet: 10:36 Dienstag, 12.Juli 2011 
Betreff: {Diwanxane} Berjewendiyê kurda di bêhurmetî de ye, an di qedir girtinê 
de?


Tebini:Dibe ku nivis neye xwendin. ji bo wi min nivise weki dosya worde bi 
mailê ve ji zede kir.
Li gel rez u silaven min.

Berjewendiyê kurda
di bêhurmetî de ye, an di qedir girtinê de?
 
Divê em
qedr û qîmeta kedkarên kurda bizanibin. Berjewendiyê kurda jî di vê yekê de ye.
Lê mixabin ev çend rojên dawî, bi taybetî jî piştî eşkerebûna vegera Kemal
Burkay, dibînim ku hinek heval dev ji hemû karên xwe berdane û bi awayekî tund
bi ser Burkay de diçin û gotinên nemayî dibêjin. Yên li hember vana jî bi eynî
tund û tujîtî bersîva didin. Bêgûman, divê mirov rexne li hev bigre; lê divê em
rexne û çêr, rexne û tawanbarkirina bi îxanetê ji hevûdû veqetînin. Sed mixabin
piraniya wan hevalên ku nikarin rexne û çêr, rexne û tawanbarkirina bi îxanetê
ji hev veqetînin, bi vê helwesta xwe ve xizmeta yekitiya kurda jî nakin.
Ya din jî, em divê qedrê keda însanan jî tu car bîrnekin û qedr û qîmeta kedê
jî bigrin. Ez zen nakim ku Kemal Burkay siyasetmedarê welê be ku AKPê nasneke.
Ne tenê di warê Kemal Burkay de, di derbarê hemû rêber û serokên kurda de,
hetta di derbarê hemû kedkarên kurda de, peyv divê ew qas erzan neyên
bikaranîn. Hatina Kemal Burkay tiştekî baş e, heta dereng jî maye. Diviya bû
8-9 sal berê bihata. Ha, bi derengî be jî niha tê. Em piştgirî li hatina wî
bikin. Her weha, em vê hatina ji bo yekgirtina kurda bikarbînin. Qet guman
nîne, em bi awayekî azad ray û ramanên xwe binivîsînin; rexne jî bigrin, lê
wekî min di serî de got, rexne û çêr, rexne û tawanbarkirina bi îxanetê ji hev
veqetînin û peyvên erzan li hemberî hev bikarneynin.
Dixwazim
tiştekî din jî bibîrbînim: Mixabin, hinek kurdê me ku bi taybetî jî ev 2-3 salê
dumahî de navê rewşenbîr li xwe danîne, di van rojên dawî de li der haq hin
rêberên kurda de, serokên partiya de ew qas peyvên erzan bikartînin ku mirov şaş
û metal dimîne. Van rewşennebîrên ku peyvên erzan bikartînin, bi raya min bi
wan peyvên xwe yên erzan ve peyama dişînin hin ciyan. Hinek peyamên xwe dişînin
dewletê, hinek jî bayên xwe ber bi PKK-BDP-DTKyê ve badidin. Van rewşennebîran
her usa difikirin ku ew çêrî hinka bikin, wê qedrê wan zêdetir bibe. Bi taybet
jî ew kesên ku bi dehan sal in jiyana xwe bi rehetî, bê heps û zindan, bê
eziyet û teda domandine û niha nû nû dest bi siyasetê kirine, ango  li vî
welatî heta niha her karê xwe bi azadî meşandine û dimeşînin, zêdetir çêra
dikin. Wan kesên ku di hemû jiyana xwe de bi rehetî û bê astengî jiyane, di
hemû dezge û saziyên dewletî de bi rehetî cî girtine, nikarin çêrî kedkarên
kurda bikin. Nikarin li hember serok û rêber û kedkarên kurda bêdebî bikin.
Bila rexne bigrin, bila ray û ramanên xwe bi bêjin; lê bila çêr nekin; hêzên
kurda li hev sor nekin. Ji alî din, ew kesên ku tu tedaya tekoşîna bêhempa ya
kurda nedîtîne, nikarin yên wekî Abdullah Ocalan, Kemal Burkay, Mesud
Barzanî, Celal Talabanî an jî rêberekî din ya kurdan, kedkarekî kurdan bi
îxanetê tawanbar bikin.
Qet
bîrnekin, PDK û YNK di şerên xwekujiyê de ji hevûdû bi sedan peşmerge kuştin;
lê axir ji bo berjewendiya kurda mecbûr man û bihev kirin. Di nav wan şer û
têkdanan de jî bi taybet serok û rêberên PDK û YNK tu car bêhurmetî li hev
nekirin û qedrê hev girtin, her daîm derî ji peywendiyê re vekirî hiştin. Şerê
xwekujî herçiqas bêrûmetî be jî ev siyaseta wan jî ev qas bi rumet bû.
Peyva
dawiyê: Bizanibin ku kurd mecburî hev in. Her weha bizanibin ku mafê herkesî/ê
heye siyasetê bike. Bes, em di siyaseta xwe de nebin lêyîstokê neyarê
kurdan...

Fehîm Işik
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 

Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap