Hîn rewşenbîrên Kurdan bawer dikin ku Kurdên Îraqê xêma Kurdên li perçeyên
din naxwin. Wekî perçeya azad, tevî ku gelek derfetan wan hebin jî,
alîkarîya Kurdên din nakin. Ew kesên ku rexne li Kurdên Îraqê digirin,
taybetî jî di warê parastin û pêşvebirina zimên de alîkarîya desthilatdarên
Herêma Kurdistanê daxwaz dikin.

Hîn kes jî di vê bawerîyê da ne ku Kurdên li Tirkîyê, Sûrîyê û Îranê di şerê
Kurdên Îraqê yê dijî Saddam Huseyîn de, gelek alîkarîya wan kirin û bi can û
malên xwe piştgirî dane wan. Loma jî berpirsîyeke ehlaqî û netewî li ber
desthiltdarên Kurdên Îraqê heye ku alîkarîya Kurdên li her sê beşên din
bikin.

*Hun li ser van du nêrînên cihê çi difikrin?

Bi dîtina we, Kurdên Îraqê, taybetî jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngî
dide daxwaz û bendewarîyên
Kurdên li perçeyên din?

Li gorî we, divê Kurdên Îraqê çi bikin û bi çi rengî daxwazên xûşk birayên
xwe yên li perçeyên din bicîh bînin?

Gelo Kurdên Tirkîyê, Sûrîyê, Îranê û yên li welatên din di daxwazên xwe de
mafdar in yan, bi daxwazên wî rengî neheqî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê
dikin?*


Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.

*
http://blogs.voanews.com/kurdi/zimanujiyan/2011/07/18/daxwazen-kurdan-ji-hikumeta-herema-kurdistane/
*

*http://blogs.voanews.com/kurdi/zimanujiyan*

Spas,

Robîn Reşvan

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap