Destana Dewrêşê Evdî di nav Kurdan de li gelek herêman tê zanîn. Li
Anatoliya navîn, Qafkasya, Serhed, Berriyê û gelek deverên din û bi her
zaravayî tê gotin.
Çi Millî be, çi ne Millî; çi Kurmanc be, çi Dimillî; çi Misilman be û çi jî
ne Misilman, herkes ji vê destanê hez dike, distrê û guhdarî dike.... Gelo
çawa dibe evqas bi dorfirehî ev destan tê gotin û hezkirin!.
Evîna Dewrêşê Evdî û Edûleyê gelek balkêş û trajîk e; egîd û lehengê Milan
Dewrêş Êzîdî ye û keça mîrê Milan Edûle jî Misliman e.
Evîna Dewrêş û Edûlê li nav Kurdan gelek xweş tête zanîn. Gelek versiyonên
wê hene, gelek dengbêj vê kilamê dibêjin.
Wekî ku tête zanîn nivîskarê hêja Eyüp Kiran nivîskarê kitêbên wekî Milan
Konfederasyonu, Pilingê Serhedê û Dewrêşê Evdî ye.
Kitêba wî ya herî baş tê zanîn jî Dewrêşê Evdî ye.
Eyüp Kiran ji Siwêrekê ye, ji eşîra Kejanê. Eşîra Kejan di bin
konfederasyona Mîllî de cih girtiye. Eyüp Kiran eşîra xwe, eşîra Mîllî,
deyşt û herêma Qerejdaxê tevan nas dike. Eşîra Mîlli eşîrekî Kurd e û bi nav
û deng e û di nav Kurdan de gelek cih girtiye.
Nivîskarê hêja bi lêgerînekê kûr û dirêj jiyan, evîn û têkoşîna Dewrêşê Evdî
berhev kiriye.
Çîrokên ku li heremê li ser "Dewrêşê Evdî" hatine gotin, kilamên ku hene li
ser tevan xebitiye û di dîwanan de demên dirêj ev kilam guhdarî kirine.
Pirtûka "Dewrêşê Evdî" çapa wê yekem çend sal berê ji hêla weşanxana Elmayê
ve hatibû weşandin. Ev çapa duyem ji hêla zimanzan Zana Farqînî ve
redaksiyona wê hatiye kirin. Kitêb jî bi çap û bergek gelek xweş hatiye
çapkirin.
Weşanxanê di dawiya kitêbê de ji bo kelîmeyên nayê zanîn 4 rûpel ferheng
daye.

Navê Kitêbê:Dewrêşê Evdî Kulîlka Bilbizêk û Rim
Nivîskar: Eyüp Kiran,
Weşanxane: Nûbihar,
Rûpel: 288,
Çapa Duyem: 2011
isbn: 978-9944-360-95-1

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

<<attachment: 284330_2223823320257_1387966586_2586142_2476002_s.jpg>>

Cevap