Gotina Arda Turan yê Futbolvan **
Li navenda Cizîra Botan şêxek hebû. Qedera Îlahî ne'meta çavî nedabûyê,
ango ji dîtina dinyayê bêpêr bû. Digel vê çendê jî şêxîtiyeke hêl dikir. Ji
beşên cihê cihê yên civakê mirov li derdora xwe kom kiribû. Miridên wî ewqas
jê re dilsoz bûn û baweriya xwe pê dianîn ku ji dêl ku biçûbûna mizgeftê
nimêja xwe li wir bikiraban, li mala wî diciviyan û nimêja xwe li pey şêx,
bi cimaet dikiran û sohbetên xwe yên tesewûfê pêk dianîn.
Rojekê dîsa hemû mûrîd li mala şêxê xwe kom bibûn û li benda wî bûn ku
nimêja xwe bicemaet eda kiribana. Bes bi carekê şêx xwiya nekir. Dem hinekê
derbas bû, mûrîd ketin meraqa şêxê xwe. Di dawiyê de ji aliyê malê fermaneke
şêx giha mûrîdan:
-Şêx hinkê nerihet e, gotiye bila Hesen li dewsa wî pêşiya wan cemaeta
bike.
Hesen di nav mûrîdan de yekî bijare bû. Mirovekî jîr, zana-ştexalî,
têbir û nûktedan bû.
Hesenê min û te nemerdî nekir, derket pêşiya mûrîdên şêxê xwe û cemaeta
xwe eda kirin. Piştî nimêjê jî tesbîhat û li pey tesbîhatê jî wek her carê
sohbetê dest pê kir. Xasma dixwestin ku der barê rewşa şêxê xwe de agahiyekê
werbigrin paşê belav bibin.
Di dawiyê de şêx ji derî ve xuya kir. Yên li wir helwesteke layiqî
mûrîdan nîşan dan, ji pey ve rabûn, kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina şêx
destnîşan kirin. Hesenê mûrîd yê ku li dewsa şêx de pêşiya mûrîdan nimêj
kiribû li tenişta şêx cihê xwe girt û sohbetê dîsa berdewam kir.
Şêx ku di nav berekê da destê xwe peland, destê wî li secadeya wî ket.
Hayê wî jê çêbû ku dema ku Hesen wek îmam li pêşiya wan nimêj kiriye,
secadeya wî bikar aniye. Şêx eciz dibe, gotin di cî de be diçe ser hezarê.
Berê xwe dide Hesen:
"-Kura Hesen, dema te nimêj kir, te li ser secadeya min nimêj kir, ne
wusa?"
"-Belê ezbenî, wele min li ser secadeya şêx nimêj kir."
Şêx vê carê dengê hîn bilindtir kir:
"-Kura Hesen, te çawa li ser secadeya min nimêj kir? Ma qey te
nedizaniya ku ez ê eciz bibim."
"-Wele ezbenî min nizanibû ku cenabê şêx dê ji ber vê çendê eciz bibe."
"-Kura te çawa nezanî? Tu bûyî çi, heta ku tu karibî rabî, li ser
secadeya min nimêj bikî?
Gazindên şêx yên bi qîr û hawar li ser serê Hesenê mûrîd dewam dikir.
Lê her ku diçû semaxa Hesenî ya li hember vê helwesta şêxê wî kêm dibû û
hestên berxwedanê serê xwe radikirin. Di dawiyê Hesen berê xwe da şêxê xwe û
bersiveke welê dayê ku gelê Cizîrê sed salan di sohbet û civatan de jê behs
bike:
"-Ezbenî, min li ser secadeya te nimêj kiriye; me qumar nelîstiye, me
mey venexwariye û me haşayî vê civatê zina nekiriye!"
Dema min gotina futbolvanê Tirk yê bi navê Arda-yî seh kir, bivê nevê
ev kenoka şêx û Hesen ya ku bi rastî jî hatîyî jiyandin xwe da ber çavê min.
Lewre gelek aliyên wê dişibin hev. Bes cihêtiya ku di nav bera wan de ev ye:
Di ya Hesen û şêx de heqaret tenê li şexsekî tê kirin, lê di ya Ardayî de li
miletekê... Di ya Hesen û şêx de xwîn tune ye, rondikên çavan tune ye, lê di
ya Ardayî de rijandina xwîna xortan heye.
Belê gotina Arda-yî ya ku li pey maça Turkiya- Kazaxistanê de bikar
anibû bo sedema ecizbûna nijadperestên Tirk. Wan nijadperestan ya nemayî
anîne serê Ardayê reben. Xiyanet, gefxwarin... Heta Arda mecbûr ma ku
daxuyaniyeke ku "malbata wî jî şehîd dane, ew bixwe jî mirovekî welatperwer
e û divê gotina wî bi şaş neyê şîrovekirin." bide daku xwe ji tîrên rexneyan
biparêze.
Welê dixuye ku ev nijadperestana çi gotina ku tê de behsa xwînê nebe
nikarin rabigrin. Helê behsa heyîna *gelên din* bike, yan jî navê gelê kurd
bête hîskirin bi carekê neku ji dîn û îmanê tenê derdikevin, ji mirovahiyê
jî derdikevin û çi jehra ku di hundirê wan de heye dikin der.
Werin em berê xwe bidin gotina vî camêrî ka tiştekî ku were rexnekirin
yan jî ya bûbe sedema ecizbûnê tê de heye? Holê gotibû:
"Ez vê gola ku min avêtiye diyariyî zarokên şehît bûyîn yên hemû xelkên
Komara Turkiyeyê dikim."
Belê, min çiqas dixwest ku bersiveke mîna ya Hesenî ku ji şêxê xwe re
dabû ji van nijadperestên xwînxar re jî hatiba dayîn û ji wan re hatiba
gotin ku:
"Gelo di axaftina wî de çi xirabî heye? Gelo ma kuştina mirovan heye?
Gelo ma binpêkirina namûsa wan heye? Tenê di axatina wî de tê hîskirin ku li
vî welatî ji bilî tirkan netewayakî din jî dijî. Di nav bera wan gelan de
rijandina xwîneke bêwate heye. Û ji bilî wê jî di nav rêzên wê de temeniya
rawestandina vê xwînê tê hîs kirin."
Lê vê bûyerê derxiste holê ku ew zîhniyeta ku Leyla Zana nedayî
axaftin, kefçik û çetel li hûnermendê Kurd Ahmet Kaya-yî werandî û ya bûyî
sedema di linîvîdehiştina konsera hunermenda kurd Aynûr Doxan-ê hêjan li ser
kar e. Hetanî ku li ser kare jî ewrê reş û tarî dê heyîna xwe ya barandina
barana bixwîn bidomîne.
Ango, mixabin paşeroja me hêjan jî tarî ye...
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.