Doza mele Mustafa Barzanî û Şoreşa Îlonê pîroz be
Gelê kurd xwedî ax û welatê xwe ye, Kurd tu car zilmê li mirov û miletan
nekiriye, wan bindest nexistiye û axên wan dagirî nekiriye. Her milet ji bo
hebûna  gel û miletê xwe têkoşînê dike; bi hêsanî an bi dijwariyê têkoşîn
derbas dibe. Lê di têkeşanê de hinek netew bi ser dikevin hinek jî têk
diçin, ev sirşta dinyayê ye.

Kurd di dema Osmaniyan  heta niha gelek serhildan li hember zalim û dijminan
kirine, lê pir caran jî serkeftî nebûye. Kurd bi serketîbin an seneketibin
jî serhildan û tevgerên her kurd pîroz e. Her têkoşîn û serhildan ji bo
kurdan tovek welatparêziyê reşandiye û wenda nabe.

Di nav serhildanên kurdan de Şoreşa 11ê Îlonê ya 1961î yanê Şoreşa İlonê di
dîroka kurdan de pir girîng û dîrokî ye. Şoreşa Îlonê ku di nav serhildanên
kurdan de em muqayese bikin emê bibînin ku ji bo kurdan encamên gelek baş
hatine hole:


-         Kurd zilmê qebûl nake, kurd ji bo mafê xwe li ber zilmê bi wêrekî
serî hildaye, bawerî hatiye gelê kurd û kurd ji xwe bawer bûne. Û hêviyek
mezin    daye kurdan.
-         Gelek bajarên kurdan ji destê zalim xelas kiriye,
-         Kurd herêma xwe ya siyasî û erdnigariyê nişan kiriye,
-         Kurd bi hukumeta Iraqê re peymanek hatiye êkiriye û xweseriyê îlan
kiriye,
-         Barzanî wezîrên kurd xistiye hukumeta Iraqê,
-         Barzanî bi navê partiya kurdan bi hukumeta Iraqê re di hevditînên
fermî de cih girtiye û peyam îmzekiriye û PDK hatiye naskirin
-         Xweseriya kurdên başurê li ser têkoîna Şoreşa Îlonê ava bûye,
-        Têkoşîna netewiya a kurd û hêzên kurd di nav navnetewayan de hatiye
naskirin car jî  cara 'ewûle ku bi fermî jî kurd bi statûyekî hatine
pejirandin,
-        Kurd li hemberê hukumeta Iraqê cara yekem e ku çekdarê xwe bi kar
dînin.

Serhildana êx Seîdê Paloyê çawa  pîroz e, Şoreşa Îlonê jî ewqas pîroz e. Ez
bi dil û can şoreşa Îlonê ya başurê Kurdîstanê ji gelê kurd re pîroz dikim,
û xeseten jî mele Mustefa Berzanî û pşmergêyên ku di nav vê tevgera
serhildana kurd de cih girtine tev piroz dikim, yên ku şehîd bûne jî cihê
wan cennet be û Xwedê Teala li wan were rehmê.

Bijî Şoreşa Îlonê, bijî pşmerge, bijî gelê kurd, bijî Kurdîstan...

Paşa Amedî
Nivîskar/Amed

Rojeva Kurd

http://www.rojevakurd.com/dosya/8441-orea-lon-droka-kurdan-pir-girng-drok.html

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap