Hêjeyan,
Ez bi nivîseke nû li gel we me.
Her şad, bextewar û serketî bin.
Bûbê Eser




 Ez ji PKKê çi dixwazim?

Bûbê Eser

Belê çi dema me re dest avêt mijara ku PKKê eleqeder dike, divê tu bizanibe
ku ew dest wê tim li hin keleman biqelibe.  Loma jî xwediyê wî destî, wê tim
û tim jiyaneke di nav pirsan de bijî. Yê min jî weha ye. Nivîsên min yên li
ser PKKê him kêfa hinan tîne, him hin pê gelekî aciz dibin û piraniya caran
jî ez jî weke gelek rewşenbîran, rû bi rûyê pirsan û gotinên ne xweş dibim.
Loma jî min vê carê li ser daxwaza braderekî ku mailek ji min re şandiye û
du  pirsan ji min dike, ev nivîs amade kir. Min xwest bi vê nivîsê him
bersîva wî bidim û him jî nerîn, dîtin, helwest û biryara xwe eşkere bikim.
Heta ku mirov rast, durust û bi eşkereyî nenivîsîne û ya dilê xwe nebêje wê
tucaran jî pirsgireka ku mirov pê mijûl e çareser nebe. Nerînên min têne
zanîn. Ev bi salan e ku li ser vê mijarê dinivîsînim.

Îcar çima min xwest ku ez li ser vê mijara ku ji aliyê tevayiya ronakbîr,
siyasemedar û nivîskarên me de tê zanîn dîsa ji nû de binivîsînim? Weke min
li jor jî gotiye; dema kesekî/ê rexne li PKKê kir divê bizanibe û dizane ku
wê rastî hin astengî û pirsan jî bibe. Ez jî vê dizanim. Lewra jî heta ku ez
saxbin ez ê rastiyê ji gelê xwe veneşêrim. Tiştên ku dizanim, ez ê bêjim.
Piştî nivîsa min ya bi sernîvîsa ” Gelo wê hê jî ev Bloka Xapînok Bidome?”
Di malperên Dengê Agirî û Dengê Azad de hat weşandin. Min emailek balkêş ji
braderekî bi navê sexte girt (Her çiqasî ez navên sexte ciddî nagirim, lê
dîsa jî weke ev bibe bersîvan gelekan loma min nivîsî) ku dibêje: ”Tu ji
PKKê çi dixwazî? Madem tu hewqasî li dijî yekîtiya bi PKK-BDP re ye, gelo tu
yekîtiyeke çawa diparêzî?” Helbet gelek mail ji min re tên hin yên pesindar
û li gel nivîsên min, hin jî yên li dijin ku gelek ji wan gotinên nexweş  têde
hene. Mala hemûyan ava ku min bê mail nahêlin.

Em vegerin ser pirsên braderê ku ji min dipirse. Bawer bikin li ser vê min û
gelek ji siyasetmedar, ronakbîrên vî gelî di vê derbarê de nerînên xwe
eşkere kirine. Lê ji bona ku pirsan ji min dike, ez ê jî bersîva wî bidim.
Ez bi xwe ji PKKê tu tiştekî naxwazim. Ji ber ku ez baş dizanim benê wê di
destê dagirkeran de ye. Ji ber vê ye ku ew nikare daxwaza me û ya gel li gor
berjewendiya xelkê pêk bîne. Her weha mirov nikare ji rêxistineke bi vî
rengî tu tiştekî jê daxwaz bike û ji bona azadiya gel jê hêviyê bike.

 Ez yekîtiyeke çawa diparêzim?

Ez dibêjim heta ku yekîtiyeke neteweyî li bakurê kurdistanê nexuliqe dê em ê
ji gelek mafan bê par bimînin. Loma jî yekîtiyeke weha îro weke nan û avê ji
 bona me lazim e. Lê divê ev yekîtî çawa be? Aha ya girîng jî ev e. Xwezî
herkes bikaribin di vê derbarê de nerîn û dîtinên xwe vekîrî binivîsînin. Ji
ber ku gotin, tu îspata wê tuneye. Lê nivîs her dimîne û înkara wê jî zehmet
e.

Berî her tiştî ez yekîtiyeke neteweyî li ser asasê rêzgarkirina gelê kurd li
bakur, dixwazim. Ev yekîtî divê çawa be û ji kê pêk bê? Li gor min
yekîtiyeke weha ne zêd zemet e. Heger em li hember hev bi awayekî
qedirgirtinê tevbigerin. Heger em hevdu guhdarî bikin. Heger em li hev bin û
heger em bikaribin tehamula hev li ser asasê berjewendiya gel bikin wê
yekîtiya gelê me û daxwaza wî ya merhaleya ewil pêk bê. Li gor min ya girîng
û pêwîst ku divê pêk bê ev e. Divê êdî em.  Gelo em kînin? Em ew kesên ne li
gel xeta îmraliyê ne. Heger em navbera xwe û vê xetê bi xetên qalind û sor
destnîşan bikin, em ê bi hevre bi serkev in. Heger em vê nekin em ê tim
bibin dûvikê dû wan. Ji bona em nebin dûvik çi lazim e ku divê em bikin?

1-      Divê em rast bin, bê tirs û bi durustî nerîn û dîtinên xwe bêjin û
pêk bînin.

2-      Divê em li hemberî hev bi qedirbilindî tevbigerin, qedr û qîmeta hev
bigirin. Ji xwe re çi dixwaze wê ji yên li hemberî xwe re jî bixwazî.

3-      Divê di siyasetê de em ne du rûyî bin. Her nerîn, dîtin û gotinên me
bila vekirî û zelal bin.

4-      Divê em bi tu awayî xwe nêzîkî hevkarî, tevkarî û bi hevre karkirina
ya bi PKKê û hemû rêxistinên girêdayî wê ne, nekin.

5-      Divê daxwaza me neteweyî be û ya herî kêm xwestina Federasyoneke
wekhevî li tirkiyê be. Helbet serxwebûn heqê me ye ew jî girîdayî şert û
mercên navneteweyî û yên hundirî ne.

6-      Di yekîtiyeke weha de divê tenê daxwazeke me hebe. Ew jî daxwaza
azadiya gel û rizgarkirina xelkê me be. Di yekîtiyeke weha de divê xetên me
yên siyasî di şert û mercên îro de bi tenê ya berjewendiya gel be. Fikrên
îdelojîk û dînî divê ji yekîtiyeke weha re nebe asteng. Kî ji çi bawer dike,
kî çi diparêzin bila azad bin.

7-      Di yekîtiyeke weha de divê ziman kurdî be. Hemû organ û kar bi kurdî
bêne meşandin. Ji bona hevdîtin, danûstendin ango muzakereyên bi dewletê re
jî bila ziman kurdî û tirkî be. (Ev dikare nermtir jî bibe)

8-      Yekîtiyeke weha divê hemû an jî piraniya civata kurd li bakur hembêz
bike.

9-      Yekîtiyeke weha divê xwedî li başûr, berjewendî û destketinên wir
bike.

10-  Ev yekîtî divê pesindarê karên baş û rexnegirê şaşiyan be.

11-  Pêwîst e kurdên bakur ji bilî xete Îmaraliyê bibin xwediyê xwe û
muxalefeteke xurt, durust û li gor berjewediya gel tevbigere, heye.

12-Ya herî girîng û pêwîst ev e ku divê ev yekîtiyê serokekî ku bikaribe
temama civatê li hev lagire peyde bike. 14.10.2011

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Attachment: Ez ji PKK Çi dixwazin.docx
Description: application/vnd.openxmlformats-officedocument.wordprocessingml.document

Cevap