Hikumet T.C dixwaze asteng be kû piştgirîya navnetewî negihije kurdan. Seyîdxan Kurij – Nuçe analîz
Heftê bihurî Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoğan, îddîa kir kû hin weqfên alman alîkarîya CHP û BDP dikin. Tayyîp Erdoĝan got, „hin weqfên alman pere didin beledîyeyên CHP û DBP û perê kû digihije beledîyeyên DBP, bi rîya DBP digihije PKK. Me Li ser vê yekê agahdarî da Dewleta Almanya, lê heta niha ji wana tu deng derneket“. Piştî ew îddîayên Erdoĝan babeta xebata weqfên alman di çapamenîya Tirkîye de nûva hat gengeşî kirin. Hin rojnameyên îslamîst û nasyonalîst îddîa dikin kû weqfên alman wek Weqfa Konrad Adenauer, Weqfa Friedrich Ebert, Weqfa Friedrich Naumann û Weqfa Heinrich Böll dijî Tirkîye kar dikin. Li gor ewana ew weqfên navborî alîkarîya kurdan, elewîyan, fileyan û komên etnîkî û olî yên din dikin kû Tirkîye parçebikin. Wekû tê zanin Doç. Dr. Necip Hablemitoğlu di salên 2000 de li ser xebatên weqfên almanan pirtukek nivisî bu. Nasyonalîstê Tirk Hablemitoĝlu ji îddîa dikir kû weqfên almanan ji bo parçekirina Tirkîyê xebat dikin û hemû xebatkarên ew weqfan ajanên Dewleta Almanyayê ne. Doç. Dr. Necip Hablemitoğlu di sala 2002 an de hat kuştin. Niha di doza Ergenekonê de tê îddîa kirin kû Hablemitoĝlu bi fermana genelarê Tirk, tawanbarê doza Ergenekonê Velî Küçük hatîye kuştin. Velî Küçük ji bo kuştina gelek welatperwerên kurd ji tê tawanbar kirin. Dewleta Almanya, berpirsîyarên ew weqfên navborî û çapamenîya Almanya îddîayên Erdoĝan red kirin û ji Erdoĝan daxwaz kirin kû bi belgeyên rasteqîn îddîayên xwe îspat bike. Piştî axaftina serokwezîrê Tirkîye televîzyona tirk CNN – Türk bi hevseokê komela Weqfa Heinrich Böll Ralf Fücks va hevpeyvînek pêk anî. Ralf Fücks behsa xebattên weqfa xwe kir û îddîayên kû ew tenê alîkraîya şaredarîyên CHP û BDP, dikin red kir. Ralf Fücks li ser pirsên rojnamewan Cüneyt Özdemir got, “em ne ajanên dewleta Almanyayê ne, em bi şaredarîyan, rêxistinên sîvîl, sendîqeyan û rêxistinên jinan va projeyên civakî, perwerdeyî û polîtîk pêk tînîn. Em alîkarîya civatê dikin kû Tirkîye ji bo endambûna YE amade be. Em bi şaredarên AKP va ji kar dikin. Em hewl didin kû li Tirkîyê pirsgirêka kurd bi rîya aşitî û demokratî were çareser kirin.” Konsolosê Almanya yê Ankara Eberhard Pohl, li ser ew îddîayên Erdoĝan bi serokê Dezgeha Kredî ya Nûvaavakirinê(KfW) yê buroya Ankara Franz Haller va civînek pêkanî. Eberhard Pohl di civînê de dîtinên xwe ûsa anîn zimên, “Kredîyên kû ji alîye Almanyayê va tên dayîn, ew ji bo projeyên avakirinê tên dayîn û ew kredî ji alîyê Dezgeha Kredî ya Nûvaavakirinê (KfW) û Dezgehê Hevkarî yê Navnetewî (GIZ) va tên dayin. Ew dezgeh qasî 120 dewletan de kar dikin. Li gelek cîhên Tirkîye de ji xebata ew dezgehan heye. Hem dayina kredîye hem ji alîkarîya projeyan bi erêkirina daîreyên fermî yên Tirkîye yên berpirsîyar pêk tê”. Li gor agahîyên rojnameya Almanya “Die Welt” Wêzîrtîya Karên Dervê yê Almanya tespît kirîye kû bê erêkirin û çavderî kirina Hikumeta Tirkîye li Tirkîye alîkarîya projeyêk ne mimkun e û Erdoĝan heta niha nikaribûye bi belgeyan îddîayên xwe îspat bike Xebatkarê Weqfa Heinrich Böll Ulrike Dufner ji bo kovara “Der Spîegel” xuya kir kû, Erdoĝan dixwaze hîsên nîjatperestî geş bike. Ralf Fücks ji „Der Spiegel“ ra got, „armanca erişên Erdoĝan ne weqfên almanan in, mihalefeta kurd ya sîvîl e. Erdoĝan dixwaze mihalefeta kurd ya sîvîl ya legal krîmînalîze bike. Armanca hikumet vekirî ewe kû nehelin piştgirîya navnetewî bigihije kurdan. Esas sebeba erişbirina weqfên alman ew e“. Dîsa Ulrike Dufner got, ez nebawerim kû dozger werin li buroyê me de lêgerîn pêk bînîn, lewra di bingeha ew îddiîyan puç e”. Rojnameya “Die Welt” dinivîse kû Serokwezîrê Tirkîye ji ber kû ji bo erişên li ser KCK destpê bikin, ew axaftin pêk anîn, lewra piştî axafitina Erdoĝan li gelêk bajaran de heman demê de dijî KCK operasyonan destpê kirin û gelêk kurd bi sûcdar kirina endambûna KCK va hatin girtin. Hemam demê de li Îstanbulê qasî 18 endamên CHP yên xebatkarên şaredarî ji hatin girtin. Erdoĝan dixwaze hemwelatîyên Tirkîye bide bawer kirin kû ew kesên girtî hevkarên dewletên bîyanî ne. Kovara nuçeyan ya Almanya „Der Spiegel“ derbarê axaftina Tayyîp Erdoĝan de bi sernivîsek „ Alman alîkarîya PKK dikin“ nuçe – analîzek belav kir. Bi kurtî naveroka nuçe –analîza “Der Spiegel” ûsa ye, “ Serokwezîrê Tirkîye Erdoĝan weqfên almanan bi destek kirina terorîstên PKK va sucdar dike. Dezgehên kû tên sucdar kirin ew îddîayan red dikin. Ew îddîa dikin kû serokwezîr dixwaze rêxistinên kurd yên legal krîmînalîze bike. Serokwezîr Erdoĝan wek polîtîkwanek kû bi zimanek tundî û nedîplomatîk eriş dibe li ser polîtîkwanên bîyanî, tê nasandin. Wan demên dawî da Erdoĝan ûsa eriş bir li ser hikumeta Îsraîl. Herî dawî Erdoĝan bi zimanê gelek nedîplomatîk eriş bir li ser weqfên polîtîk yên Almanya. Erdoĝan berê ew bi alîkarîya PKK sucdar kirin. Pişt ra ekşire kir kû weqfêk bi DBP va hevra kir dike û kredî dide fîrmayan kû hevkarên PKK ne. Weqfên alman ji ew îddîayan red dikin. Weqfa Konrad-Adenauer ku yar CDU ye, ew îddîa red kir. Dîsa xebatkarên buroya Tirkîye yê Weqfa Heinrich-Böll ya Partîya Keskan, Ulrike Dufner û Ralf Fücks dibêjin, „ew îddîa bi temamî derewin, lewra weqif kredî nadin û tu projeyê avakirinê fînanse nakin Gengeşî kirina xebatên weqfên Alman li Tirkîye ne nû ye. Ew weqif her tim di çave nîjatperestên Tirk de wek sêncek bûn. Di salên 2002 an de ji weqfên alman bi sucdar kirina sixurtîyê û xirakirina aborîya Tirkîyê hatibûn sucdar kirin û darizandin”. Weqfên Almanya kû li Tirkîye çalakin: Weqfa Heinrich Böll ya Partîya Keskan, di sala 1995 li Tirkîyê hatîye ava kirin. Weqfa Kondrad Adenaur ya CDU , di sala 1984 li Tirkîyê hatîye ava kirin. Weqfa Friedrich Ebert ya SPD, di sala 1988 li Tirkîyê hatîye ava kirin. Weqfa Friedrich Naumann ya FDP, di sala 1991 li Tirkîyê hatîye ava kirin. Orient Institut û Goethe Enstitut -- Empfehlen Sie GMX DSL Ihren Freunden und Bekannten und wir belohnen Sie mit bis zu 50,- Euro! https://freundschaftswerbung.gmx.de -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
