Kurd di hembervaniya Sûrî de
“Kurd di
nêv serhildanê de gelek qurbaniyan didin, û pêwîst e van qurbanî heban û erzan
neçin“
Cankurd,  24 April
2012
Gelê Kurd li rojavayê
Kurdistanê de, ciyê xwe di nêv serhildana gelên Sûrî de dîtiye û girtiye. Hîn
di Avdara sala 2004ê de, Kurdan serî li deselata malbata Esed hildan, pût û
hîmên bavê Esed, ku di orta bajêrên serekîn ên rojavayê Kurdistanê de hati bûn
avakirin, bi destên xort û lawan hatin șikandin û wêrankirin û bi dest
û pêyên Kurdan hatin tolkirin. Tolhildana deselatê ji gelê me bi hovîtiyeke xûnî
bû, gelek ciwanên Kurd hatin șehîdkirin. Hîngê êlên erebî li jêriya herêmên 
kurdî, hindikiyên olî yên
file, partiyên siyasî yên xwe pêșverû didîtin, gișli gel deselatê, dij bi gelê
Kurd rawestiyan. Mixabin, hîngê helwêsta partiyên kurdî jî, di piraniyê de, ne
helwêsteke di cîh de bû, hinekan wan bûyer nebașdîtin û tew ne amade bûn, ku 
navê
“Serhildan” an “Hilgavftin” lêbikin. Hinekan ciwanên Kurd wekî “Bêhistobar”
dane xuyakirin. Lê îro rewșhatiye guhartin û êdî kesek nema dikane li hember 
“serhildana gelên
Sûrî” raweste û vaye salek û bêtir, deselata malbata Esed, bi teviya hêzên xwe
yên leșkerî û harîkariya nandozên, ku navê “Șebîh’e” lêkirine, û bi piștvaniya 
Iran û Hîzbullah jî,
dîsa nikane vê serhildanê rawestîne. 
Mixabin, civaka nêvneteweyî û “Komkara
Erebî”, bi gelek davên xapînok, harîkariya sîstema Esed dikin, gelek bergehên
li pey hev didin vê sîstemê, da serhildana gelên Sûrî biniqimîne, hema li
dawiyê wê binzor bibin, ku dev ji Esed berdin û rê bidin gelên Sûrî bo
serkeftinê. Di dîrokê de her weha bû, gava neteweyek seriyê xwe hilde, çendîn
zorbaz bi hêz bin û çendîn hov bin jî, dîsa ew netewe bi ser dikeve.
Ji ber vê yekê, hêzên siyasî
yên gelê Kurd ciyê xwe di nêv rêzên hembervaniya erebî de dîtine, lê belê ne
xudan yek biryar in. Ji van hêzan partiyekî kurdî, ku bi navê “Partiya Yekîtiya
Demoqrat” e û pașdîwarê wî yê ramanî bîr û baweriyên serokê PKK, hêja Abdullah 
Öcalan in,
ketiye nêv rêza “Heyet El-Tensîq El-wetenî”, ku bi rastî çi hêz wê șepelê, bêyî 
hêza PYD, di nêv
serhildana gelên Sûrî de nine. Ew șepel bi nivîskî xwe wek pejirandêrê mafên 
gelê Kurd li
Sûriye dide nasîn, hema gava serekên wê dipeyivin, mirov yekser li wan heșar 
dibe, ku ewana ne dostên gelê
Kurd in. Pir li ser mafên çandeyî  yêngelê
Kurd  û li ser “îdareya demokratîk” dipeyivin,
lê gava mirov li ser bêtir mafan bi wan re dipeyive, ewan bi pașve dizîvirin û 
ser rûyên xwe
yên nijadperest vedidin. Ta niha jî ev șepela ku ji hindikiyeke çepên klasîkî
yên ereb pêda bûye, ji aliyê gelên Sûrî ve, wekî hêzeka serhildêr naye
pejirandin û hinde caran li ser siloganên serhildêran têye nivîsandin, ku ev 
“Heyet”
nûneriya serhildanê nake û ew ajana malbata esed e. Hema ji aliyê Urisan ve ev 
“Heyet”
wekî “Muxateb” têye nasîn, û Uris bizava xwe dikin, ku serokwezîrê nû yê Sûriyê
ji nav wê heyetê be.
Mestrîn komkara hêzên siyasî
yên Kurd, ku di nêv de 16 part û rêkxiraw hene, bi navê “Encumena Neteweyî 
Kurdî”
“ENK-S” ye, û piștvaniya Herdu partiyên mezin ên jêriya Kurdistanê û ya hinek 
partiyên dî
yên bakur û rojhilatê Kurdistanê jî jê re heye. Ev Encumen “Meclîs” dixwaze, ku
ciyê xwe di nêv encumena neteweyî ya Sûrî “El-Meclîs El-Wetenî El-Sûrî” de 
bistîne.
Carekê ket di nêv de, lê pișt re ji verê bû, ji ber ku di kongireya wê ya yekê 
de, ku li Tunis li
dar ketibû, mafên gelê Kurd di xaleke taybet de hati bûn diyar kirin, lê pișt 
re li kongireya Istanbolê ya
dawî, mafê gelê Kurd tew hatibû bincilkirin. Em bixwazin an nexwazin, hikariya 
hikûmeta
Erdogan li ser Encumena Neteweyî Sûrî heye, ji ber ku endamên wê bêtir li
Türkiye civînan li dar dixînin, û Erdogan ji wan re deriyê derbasbûna “Leșkerê 
Azad ê Sûrî” vedike bo
livbaziyên xwe li dij leșkerê erebî sûrî bike. Sîlkirina mafê gelê Kurd li 
Istanbolê bû egera
nerazîbûna gelê Kurd û lew re meclîsa wî ya neteweyî binzor bû, ku ji nêv wa
meclîsa neteweyî ya Sûrî derkve.  Serokê
meclîsa Sûrî, ku zanayekî felsefê û polîtîka nêvneteweyî ye, û bi navê Dr.
Burhan Galyun e, berê carekê rewșa gelê Kurd li Sûriye wekî rewșa penahberên 
bakurê Afrîqa li
Firansa dabû xuyakirin, di bin zorlêkirina Kurdan de, poșmaniya xwe, di 
belavokeke
dengî de, anî bû zimên. Gelek Kurdên niștperwer ji wî hosan bûn, lê diyare
ku bo hinekan sendeliyên wan di meclîsa Ereban de ji kêșeya kurdî giringtir 
bûn, lew
re hinek “zanayan” di ciyê xwe de bêdeng man. 
Niha jî rewșeke nû pêda bûye.  ENK-S vê carê li benda poșmaniya Dr. Burhan 
Galyun nema,  wê siyaseta xwe bi xwe guhart û li
têleke dî ya tenborê xist.
Rojekê pașvegera Kak Masûd Barzanî ji
Türkiye, dora 300 kurd li rojavayê Kurdistanê, li ser vexwendina ENK-S, li hev
civiyan û pașgengeșiyên dirêj, gihan wê biryarê, ku “Mafê çarenivîsê” û “Mafê 
Ne-navendiya
siyasî” ji peymana ENK-S sîlbikin, bi egera razîkirina hembervaniya sûrî û
derbasbûna nêv șepelekî ji herdu șepelên hembervaniya sûrî yên me di vir de bi 
nav kirine. Hinek dibêjin,
ku ev biryar, pașlihevkirineke kurdî-turkî  “Erdogan-Barzanî”
çê bûye, û hinek jî dibêjin, ku ev ji ber ku di nêv ENK-S de hêzin kurdî hene,
tew “mafê çarenivîsê” û “Nenavendiya siyasî” naxwazin û eger ENK-S bi ya wan
hêzan neke, wê ji ser hev biçe. Di nêv gelê Kurd de ev biryar bi du șêweyan 
hate dîtin: 
-         Hinek rexnevan, wek kesayetî û wek part û rêkxiraw jî, bi tundî li 
hember
derdikevin û biryara ENK-S, wekî pûçkirina kêșeya neteweyî ya gelê Kurd
dinirxînin, û eve gaveke bi pașve ye, ev li ba hinekan jî wekî xinizî û 
“xiyanet” hatiye nirxandin. Ji
nêv van rexnevanan bêtir komikên ciwanan, ewên ku rêveçûnan li bajêr û
bajarokên rojavayê Kurdistanê bi rê ve dibin û navê “Tensîqiyat” li xwe dikin.
-         Hinek jî dibînin, ku ENK-S piraniya hêza siyasî ya gelê Kurd li 
rojavayê
Kurdistanê ye (PYD xwe tenha wek piraniya hêza siyasî dibîne) û ji ber
wê yekê pêwîste rexne pir neyin kirin. Ev ji binzorbûnê hatiye, lê di rastiyê
de Kurd ji mafê xwe yê çarenivîsê danakevin, eve pêngaveke niho ye, ne herdemî
ye.
Li derveyê vê gengeșiyê, hinek Kurd hene, ji wan
jî Encumena neteweyî ya Kurdistanî-Sûriye “KNK-S”, ku sala 2006 li Washington û
Belcîka hatibû damezirandin, di projeya xwe ya dawîn da, ji bo avakirina 
hembervaniyeke
neteweyî sûrî, ku ne di bin destên Türkiye “Ixwan Musilmîn” de be, bizava
avakirina fraksiyoneke “kurdistanî-Sûrî ya serbixwe” ji heme șepelên 
hembervaniya sûrî dike,
wekî ya li jêriya Kurdistanê, ku bi navê “El-Tehaluf El-Kurdistanî” tê nasîn, û
di nêv wê de heme hêzên kurdî yên Iraqê ciyên xwe distînin. Di navbera KNK-S û
hinde hêz û komik û kesayetiyên sûrî de têkilî ji zû ve pêda bûne, ewên ku 
“federaliyeke
neteweyî ya kurdî” di “Kurdistana Sûrî” de dipejirînin, lê dibînin, ku niha wê
baștir be,
ji ber hinde egerên cuda-cuda, navê wê bikin “Hukmê navçeyî” an “îdareya 
ne-navendî”.
Ji van jî Newfel El-Dewalîbî ye, ku nasnameya Saudî hildigire û kurê
serokwezîrekî navdar e, ku berî hatina El-Baath ser deselata sûrî li rojhilata
navîn bi nav û deng bû, û ji wan jî Dr. Mohamed El-Rehal, ku avakarê “Leșkerê 
Selahdîn e”, û di binyada
xwe de Kurd e, û van herdu hembervanên sûrî ne li dijî avakirina dewleteke
kurdî ne. Ev komik bizava xwe ji zû ve dike ji bo li darxistina “hikûmeteke sûrî
li derveyê welêt”, û wekî dixuye piștvaniya padișahê Saudî Erebî ji bizava wan 
re heye.Li me
biborînin, me li we dirêj kir, lew re ez ê tenha bibêjim: “Kurd di nêv
serhildanê de gelek qurbaniyan didin, û pêwîst e van qurbanî heban û erzan
neçin.”

 
Carekê li Bloga me jî binêrin:
http://cankurd.wordpress.com
http://kurdax.wordpress.com

Ji comerdiya xwe, me agahdar bikin, heger hûn heznakin nameyên me ji we re bên
Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat

Têldest: (+49) 163 869 81 59,  
Cankurd

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap