*Îsmaîl Heqiyê Bûrseyî û dijminahiya kurdan*CIZÎRA BOTAN, 29/4 2012 -- Tevgera çepgir ya Tirkiyeyê di dawiya salên şêstan de serê xwe rakir û hetanî derbeya leşkerî ya 12-ê îlonê berdewam kir. Di nav van tevgeran de cûrbecûr rêxistin derketin ko armanca wan ya bingehîn ew bû ko li Tirkiyeyê li ser esasê marksîzm û lenînîzmê dûgeleke nû ava bikin.
Li Kurdistana bakur jî çepgirên kurdan îlhama xwe ji wan standin, lêbelê ji aliyê rêxistinê ve bûne du birr. Birreke wan di rêxistinên tirkan de cî girt, birreke din bi awakî serbixwe tevgeriyan. Pêşî DDKO, paşê jî DDKD rêxistinên legal yên kurdan bû. Paşê jî yên îllegal derketin. Di wan deman de tevgera faşîstan jî hebû ko li ser esasê nijadperestiyê tevdigeriyan û li hember rêxistinên çepgir çek bi kar dianî. Di navbera wan herdu tevgeran de tevgereke sisêyê hebû ko xwe oldar dihesibandin û li gorî gotinê wan esasên Îslamê dişopandin. Oldarên kurd jî di nêvê de mabûn. Ji ber ko çepgirên kurdan behsa netewatiyê û gelê kurd dikirin hinekan "kerhen" destek didane wan. Yên ko haya wan ji feelsefeya wan ya marksîzmê hebana xwe ji wan dûr dikirin. http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=6756 -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
