Hajê kompiyûterê xwe bike ji DNS-Changer Cankurd, 22.05.2012 Ji sala 2007ê de, nekêmtir ji 4 milyon kompiyûteran li cîhanê, ji aliyê vîrûseke çalak û wêrankar ve, ku bi navê „DNS-Changer“ naskirî ye, hatîne herifandin. Heta sala 2001ê çare ji vê vîrûsê re ne asan bû. Di payîza wê salê de, liqê FBI, ku șaxnasê herifandinên vîrûsan e, kanî bû lêdaneke mezin li wan kesan bide, ku ew vîrûs pêda kirî bûn û ziayana wê kêm kirin, lê ta niha jî hîn dora nîv-mîlyon kompiyûter ji ber DNS-Changer dinalin. Metirsî heye, ku di meha 7ê ya îsal de, teviya dava înternetî (www) ji ber wê vîrûsê bikeve rewșa reșbûna tevayî, ku bi „Internet-Blackout“ tê nasîn. Li Almaniya, ku 20.000 kompiyûter ji aliyê DNS-Changer ve ta niha ketine ber lêdanê, berî niha bi kurtedemekê, saziya ku li Almaniya bi (BSI) tê navkirin û berpirsa karûbarên hêminiya teknînîkî ya agahdariyê ye, da xweyakirin, ku ziyana vê vîrûsê hîn gelek mezin e. DNS (Domain Name System), ku bo her kompiyûterekî jimareyeke sîstemî pêda dike, û bi wê jimarê kompiyûterê bi navnîșanê ve girêdide, ewa ku bikarhênerê wê hezdike an dixwaze. DNS wa navnîșanê dike jimareyek, û herdu aliyan bi hev dixîne, kompiyûter û navnîșanê. Haker, ên ku ev vîrûs avakirine, wilo bernameyeke wêrankar avêtine ser dava înternetî ya cîhanî, ku wan jimaran biguhêre, û li ciyê ku tu biçî ser navnîșana înternetî ya tu dixwazî, tu bê hemda xwe diçî ser navnîșana, ku ewana dixwazin. Bi wê șêweyê, ewana ji te re berhemên, ku ewana dixwazin belav bikin, dișînin, hikariya xwe li lêgerînên te dikin, û hinek bernameyan davêjin ser kompiyûtera te, bê ku tu li wê yekê bi zûkî hișyar bibî, û bi rêya wan bernameyan tiștên te yên veșartî didizin an sandiqên te yên faylan vekin û lêdinêrin, ka çi li ba te heye, tu çi dikî, çi dibînî û çi dinivîsî. Wekî dibêjin, Xwedê derd dane lê derman jî jê re dane… FBI, li hember van wêrankaran bi zîrekî derket qad û trata hêrișkirinê. Bernamekarên wê gava ew server a ku wêranî jê dihat nas kirin, bernameyek avakirin, ku ji heme kompiyûterên herișkirî re derbasbûneke bê wêrankirin amade bike, hema astengiyeke mezin li pêș me teva maye. Roja 09.07.2012, wê servera wan wêrankarên bêwijdan ji nêv dava înternetî bite avêtin. Bi wê yekê re, li gor dîtina zanayên bernameya Kaspersky, ya șaxnasa herifandina vîrûsan e, dibe ku rewșeke reșbûna tevayî „Internet-Blackout“ pêda bibe, ji ber ku gelek sîstem û hîn pir kompiyûter ji aliyê wê servera wêrankar ve hatîne pevgirêdan. Gava ew raweste, wê jimareyên ku ji aliyê wê ve hatîne guhartin, nemînin, û ji ber wê yekê wê rewșeke nezanînê di gelek kompiyûteran de çêbibe, ku DNS nikane navnîșanan bibîne. Hinek kesên bașbîn, li ba BSI ya almanî ji Yahoore dane xuyakirin, ku reșbûneke tevayî li heme cîhanê wê çênebe, ji ber ku avahiya kompiyûterî terzekî xwe yê cihê heye ji sîstema bankên diravî. Ka ev gotin rast e an ne, wê ji me re, di wê rojê de, diyar bibe. Ji ber vê yekê, FBI û BSI, dibînin, ku wê baștir be, ku her kesek berî 09.07.2012 kompiyûtera xwe bide kontrolkirin, ka ew vîrûs tê de heye an ne. Ji bo vê yekê, saziya polîsî ya federalî li Almaniya, ku li hember wêrankarên înternetê kardike, bi Telekoma almanî û BSI û Avîrare, navnîșaneke bo kontrolkirina wê vîrûsê bi navê www.dns-ok.depêda kirîne, gava tu li vê lînkê bidî, wê rûpelek vebe, di orta wê de rîbaneke bi rengê keskan sor heye, gava reng kesk be, ew nîșana pakbûna kompiyûtera te ye ji wê vîrûsê, lê ne ji heme vîrûsan, lê gava ew rîban bi rengê sor be, divê tu kompiyûtera xwe bi giștî paqij bikî, û pișt re careke dî bidî ber kontrolkirinê, ka rengê rîbanê kesk e an sor e.Ew testlinka amadekirî, di wê rewșê de, ji te re bernameyeke paqijkirina kompiyûterê ji vîrûsan pêșniyaz dike, te xwest tu yê bê kirrîn bistînî, te ne xwest, ew biryara te ye. Gava hinek taybetiyên bo derbasbûna nêv Internetê „Netzwerkconfiguration“ di kompiyûterê te de çêbû bin, ew bernameya paqijkirinê bi xwe rewșa Windowsya berê „Standard“ ji te re vedigerîne. Hîngê, divê di browsera te ya înternetê de çi Proxy-Serverdi rewșa karkirinê de tune bin. Carekê li Bloga me jî binêrin: http://cankurd.wordpress.com http://www.facebook.com/madmiro1
Ji comerdiya xwe, me agahdar bikin, heger hûn heznakin nameyên me ji we re bên Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat Têldest: (+49) 163 869 81 59, Cankurd >________________________________ > Von: zinar ala <[email protected]> >An: [email protected] >Gesendet: 12:01 Samstag, 19.Mai 2012 >Betreff: أغنية "الشعب بدو حرية" بالكوردية والعربية عن الثورة السلمية والوحدة >الوطنية > > > > >بمناسبة الذكرى السنوية لجمعة أزادي، اليوم الذي هتف فيه السوريون بالكوردية في >كل أرجاء سوريا، قام الفنان كورداغي أزادي بتسجيل أغنية "الشعب بدو حرية" >بالكوردية والعربية > > >الأغنية تتحدث عن الحرية، عن الثورة السلمية والوحدة الوطنية و تتألف من ثلاث >مقاطع باللغة الكوردية (مترجمة للعربية) ومقطع باللغة العربية > > >وسيتم عرض هذه الأغنية غدا في احدى الفعاليات المنظمة من قبل جمعية دعم الشعب >السوري ومنظمة العفو الدولية في مدريد > > >جدير بالذكر أنه تم بث مقاطع من هذه الأغنية عبر أثير راديو اسبانيا الوطني و في >احدى محطات التلفزة المحلية في اسبانيا > > >http://www.youtube.com/watch?v=pJaISNkIUNo > > > > > > -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
