Zimanê kurdî zimanek şaxê îranî yê bakûr-rojava yê malbata zimanên
hînt-ewrûpî. Berê her tişt li Kurdistan tê axaftin, zimanê dayîkî
piraniya kurdan e.

Çend zaravên kurdî hene. Kurmancî li bakur û rojavayê Kurdistan,
soranî li başûr û rojhilatê tê bi kar anîn. Kurmancî bir piranî bi
tîpên latînî tê nivîsandin, soranî bi tîpên erebî.
Zaraven din kurmançkî, feylî ne. Kurmançkî/Zazakî carna jî wek
zimaneke din tê dîtin.


Zimanê Kurdî
Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê miletekî ye ku hatiye bindesthiştin, di
îmkana pêşdexistina muesesetiya milî, ji ya lêkolîn û lêgerîn û
pêşxistina ziman, kultur û hebûnên civakî û tarîxî hatiye bêparhiştin,
zimanê Kurdî jî têra xwe nehatiye lêkolîn û dewlemendiya wî nehatiye
eşkerekirin. Muesese û dezgehên ku karibin vî zimanî pêşdexin bi
taybetî li hundurê welêt firsenda avabûnê nedîtine, ji alî lêkolînê û
lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine, yek du
ronakbîrên ku bi îmkan û hewldana xwe ya şexsî xwestine derkevin
meydanê jî, hergav tûşî tehdîda dewleta serdest û zordar bûne.


Loma jî, lêkolînên li ser zimanê Kurdî, heke em rewşa îstisnaî ya
Kurdistana Îraqê li ber oav negrin, bi îmkanên van oend ronakbîran
mehdût kirîye ku ew jî ji xwe re li derveyî wel,t peyda kirine. Li
Kurdistana Îraqê, ji ber wê serbestiya nisbî ya kulturî ku encama
têkoşîna milî ya bêwestan û bênavber bûye û piştrejî ji ber wê îmkana
otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 60'î, li vî peroê welatê
me, welê lê hatiye ku hejmara ronakbîr û muesesên ku li ser zimanê me
xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûye. Li vî peroê welêt meriv
dikare behsa hin xebatên hêja bike.


Ji bilî van tiştê ku li ser zimanê Kurdî hatine nivîsîn, eserên hin
rojhilatnas û zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî ne. Ji bilî vê divê
em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin der û
dorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî destnîşan bikin, ku
ev xebatên wiha yên li ser zimanê Kurdî ne bi mexseda ilmî lê bi ya
siyasî hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê,
lê xwestine idîa û safsetên ku xizmeta mexsedên wan ên siyasî bikin li
nav miletê bêne belavkirin. Dewleta Tirk ji ber ku heta roja îro
hebûna miletê me înkar kiriye, û muhawele kiriye ku Kurdan wek
peroeyekê ji qewmên Tirk ên Asya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê
Kurdî jî idîa kiriye ku ev ziman, zimanê civakeke Tirknîjad(Tirkên
oiyayî) e û di netîca asîmilasyonê de bûye zimanekî destkind (sun'î) ê
ku ji oend hezar peyvên Erebî, Farisî û Tirkî pêkhatiye.


Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor
berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber oavdêrî û lêkolînên
xwe yên gelek sathî bi şaşoûnekê nivîsîne ku Kurdî ne zimanekî
serbixwe ye, lehceyek e ji Farisiya kevin uyan jî ya nuh. Yên ku li
ser zimanê Kurdî tehlîlên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş
oûne, hejmarên kesên wiha ji yek du kesan ne zêdetir in, lê ji alî
lehceyên zimanê Kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda
nivîsîne û peşkar kirine gelek zêde ye.


Li alî din divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku heroî lêkolînên
niyetoak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî ew bi xwe jî li ser
zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji alî van de jî
nezelaliyek heye.


Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên, lêkolînên ku li ser fonolojî,
morfolojî û sîntakso zimanê Kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê
Kurdî, zimanekî serbixwe yê xwedan tarîxeka taybetî ya pêşveoûnê ye û
yê rastiya han di warê zimannasî de xwe daye qebûlkirin.


Li gorî vê, zimanê Kurdî zimanekî Hîndu-Awrûpî ye, dikeve nav şaxê
zimanên Îranî û di vir de jî ji grûba Îraniya Bakurê Rojava tê hesabê.
Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên
dinyayê de, li gor nêzikbûna an dûrbûna, zimanan li ser esasê reh û
rêoik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine, li gor hin
zimanan, hîn zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbatek zimên de
hesibandine. zimanên dinyayê dabeş dibin ser van malbatên zimanan:
*Malbata zimanên Hîndû-Ewrûpi
*Malbata zimanên Samî: Erebî, Îbramî û Aqadî dikevin nav malbatê.
*Malbata zimanên Bantû: ji hin zimanên Afrîka Başûr û ya navîn pêktê.
*Malbata zimanên Çînî: Ji zimanên Çînî û Tîbetî pêk tê.
*Malbata zimanên Ural-Altayî: Di vê malbatê de zimanên Fînî, Macarî,
Estonî, Uygurî, Samuyetî, Tirkî,
Moxolî û Manoûyî cihê xwe digrin.


Malbata zimanên Hîndû Ewrûpî ya ku Kurdî jî têde ye, bi navê Asya û
Ewrûpa dibe du beş.


Beşa Ewrûpa, bi navê zimanên Cermenî, yên Romanî û yên Slavî dibe sê
şax.


Di şaxê zimanên Ermenî de Swêdî, Norwecî, Danîmarkî û Îslandî hene ku
ev zimanê Îskandînavî ne. Pişt re Flamanî, Almanî û Îngilîzî jî di vî
şaxî de ne. Zimanên Romanî ji Portekîzî, Îspanyolî, Fransizî, Îtalî û
Romanî pêk tê.


Di şaxê zimanên Slavî de jî, Rûsî, Ukraynî, Bulgarî, Sirbî û Lehî
(Polonî) hene. Herweha, Yunanî, Arnawutî (Albanî) Lîtwanî, Keltî û
Baskî ji dikevin beşê Ewrûpa yê Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî. Di besê
Asyayî yê malbata zimanên Hîndû-Îranî dabeş dibe li ser esasê zimanên
Hîndî û yên Îranî. †axê Hîndî, ji Sanskrîtî, Sindî, Urduyî, Hindiya
Îroyîn, Biharayî, Bengalî, Marasî, Kûoûrayî, Pencabî û Senegalî pêk
tê.


Di şaxê zimanên Îranî de jî Farisiya Kevin (ji wê jî Farisiya Navîn
yan Pehlewî, ji Farisiya Navîn, ji Farisiya Nuh), Avestayî, Sogdî,
Belûcî, Peştûyî, Osetî û Kurdî hene. Zimanên Îranî ji alî avabûna
rêzimanî dibin oar beş: Kurdî di grûba Îraniya Bakurê Rojava û farisî
di grûba Îraniya başûrê rojav de ye. Zimanên dinyayê ji alî avabûna
xwe jî di bin sê beş.


* Zimanên Yekkîteyî: Zimanê Çînî û Tîbetî ji vê grûbê ne.
* Zimanên dûvgir: zimanên Tirkî, Fînî û Macarî di vê grûbê de ne.
* Zimanên tewangbar: Zimanên Hîndû-Ewrûpî û yên Samî di vê grûbê de
ne. Li gor vê dabeşkirinê, zimanê
Kurdî dikeve grûba zimanên tewangbar.


Belavbûna Zimanê Kurdî ya Nîgarî
Li ser herêma coxrafî ya ku Kurd li ser dijîn, Mîrê Bedlîsê, dîroknasê
bi nav û deng ê Kurd Şerefxan, di Şerefnameya xwe de wiha dibêje:
"Hudûdên welatê Kurdan, ji peravê Derya Hurmuz (Delavê Basra M.E.B.)
ya ku ji okyanûsê vediqete dest pê dike, li ser xeteke rast ji wê derê
heta dûmahîka welayetên Meletiyê û Merasê dioe. Bi vî awayî aliyê
bakurê vê xetê Fars, Iraqa Acem, Azerbaycan, Ermenîstana Pioûk û ya
Mezin pêk tîne. Li başûrê ve xetê jî Iraqa Erebî, Musil û Diyarbekir
heye. Tevî vê jî gelek xelq û qebîlên ji nesla van însanan, ji
rojhilat heta rojava li gelek welatan belav bûne." (1)


Roja îro, Kurdî li Asiya Pioûk, erdê navbera Anadoliyê, Kafkasyayê,
Faris û Ereban tê axaftin


Li rojava Tirkî, li bakur Ermenî, li bakurêrojhilat Azerî, li rojhilat
Farisî û li başûr Erebî dibe cîranê vî zimanî. AxaKurdistanê îro
hatiye peroekirin û ketiye nav hidûdên Îranê, Iraqê, sûriyê û
Tirkiyê.


Li gorî vê, rojava û başûrê rojavayê Îranê, seranserî bakur û
rojhilatê bakurê Iraqê, bakurê Sûriyê û rojhilat û başûrê rojhilatê
Tirkiyê welatê eslîn ê zimanê Kurdî ye. Civakên Kurdîaxêv her wiha li
Ermenîstanê, Turkmenîstanê, Pakîstanê (Belûcîstana Pakîstanê)
Afganîstanê, Hîndistanê û Lubnanê hene. Li paytext û bajarên wekî
Horasanê, Tahranê, Bexdadê, Şamê, Ankarê, Îstenbolê, Konyayê û Îzmîrê
ji nifûseka kesif a Kurdîaxêv heye. Tarîxa bicîhbûna Kurdan a li van
welat û bajaran ji alî hin Kudan ve gelek kevn e, dioe bi sedsalan
berî niha û ji alî hin Kurdan ve jî dikeve nav sedsala me ya nuha, bi
taybetî jî van deh salên dawiyê. Ku di van salan de yan hatine
sirgûnkirin, yan jî ji ber zilm û zorê jî mecbûrî barkirine. Bi vê
mahnê, li welatên Ewrûpa. li Amerîkayê, li Awustiralyayê jî li ser hev
nîv milyon Kurd hene.


Heke em bixwazin hidûdê welatê eslîn ê zimanê Kurdî destnîşan bikin,
em divên tabloya jêrîn diyar bikin:


Li bakur, li Ermenîstanê ji Lenînekanê destpêdike ber bi rojava de
bajerên Qersê, Erzurumê, Erzincanê, rexê rojhilatê bajarê Siwasê û
qeza Sarizê ya Qeyseriyê digre nav xwe. Pişt re dikêşe û Merasê,
Qiriqxana Hatayê jî digre di wir re ji hudûdê Sûriyê û Turkiyê
dibuhure dioe herêma Afrînê (Ýiyayê Kurmênc) ya li Bakurê Helebê.
Afrînê digre navxwe û ber bi rojhilat dioe; Kebaniyê (Ayn Ereb), Serê
Kaniyê (Rasul Ayn), Dirbêsiyê, Amûdê û Qamişliyê digire. Piştî ku hemû
herêma Cizîrê ya li Sûriyê girt ber xwe ber bi basûr de rex bi rexê
Dîcle dadikeve Musilê, oiyayên Sincêr, qunatrên başûr ên rêzeoiyayên
Hemrîn digre nav xwe, li hundurê Iraqê li başûr ta digihîje herêma
Tikrîtê. Li wir Mendeliyê, û oiyayê Piştkêw digre, dikeve hidûdê
Îranê, li wir digihîje başûrê Loristanê ku ji Piştkêw, Pêşkêw,
Balagrêwe, Bextiyar, Kahgehî û Momesanî pêk tê.


Ji bakur ber bi rojhilat de, gava ber bi bas»r dadikeve, hidûdên
zimanê Kurdî, peravê rojhilat ê oemê Erez, li Îranê Makû û Xoyê û
peravên rojava û başûrê Gola Urmiyê, oiyayê Sehend ê ku dikeve bakurê
Merexe digre nav xwe. Ji wê derê bi zikzakî dioe û Ahmedawa,
Mesîrabad, Bicar (bajarê Kurdî yê paşîn yê li rojhilata bakur) digre
ber xwe, ji gund û qesebên Esedawayê derbas dibe ku ev bajar dikeve
rojavayê Hemedanê, pişt re dirêj dibe heta Karêzê, Alî Ýadderê û †ar
Kurdê ku ev bajar li rojavayê Îsfahanê ye. Ji wir ber bi başûr de
dadikeve û digihîje bajarên Kûzeyrûn û Hesarê (2)


Zareveyên Kurdî
Zimanê Kurdî yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek lehoeyan
pêk tê. Tiştên ku li ser lehoeyên kurdî hatine nivîsîn û axaftin gelek
ji hev cuda ne. Di vî warî de meriv rastî tesbîtên ji hev gelek cihê û
agahdariyên zêde têkilhev tê. Ji ber ku gelek caran navên lehce,
herêm, eşîr, dîn û mezheban tên têkilhevkirin, di ber oavkaniyekê de,
ji bo lehcan meriv dikare rastî navekî cihê bê.


Hin kes hene ku van hersiyan wek lehceyekê dihesibînin û dibêjin ku ev
şêweyên lehceyeka zimanê Kurdî ne. Hinekan jî ew wek zimanên cuda yên
serbixwe qebûlkirine. Kesin hene ku hersiyan; wek lehceyên cuda yên
zimanê Kurdî dihesibînin û hin jê jî ya duduyan (Lurrî) li dervayî
zimanê Kurdî dibînin.


Lurriya ku bi navê Lurriya Pioûk û Lurriya Mezin dabeş dibe, hin kes
jî hene ku Lurriya Mezin lehceyeka Kurdî qebûl nakin (di nav van de
hin kes, wê wek lehceyeka zimanê Farisî dibînin, hin jî wê wek
zimanekî bi serê xwe nîşan didin) lê Lurriya Pioûk wek lehceyeka
zimanê Kurdî qebûl dikin. Meriv nikare bêje ku li ser lehceyan têra
xwe lêkolîn û lêgerîn hatine kirin û netîcên zelal ji alî van ve bi
her awayî hatine bidestxistin. Em ê li vê derê li gor oavkanî û
wesîqeyên bin destê xwe cih bidin hin dîtinan û şemayekê diyarbikin ku
li gorî me ya herî nêztir a rastiyê ye.


Li gora Şeref Xan
Di warê lehceyên Kurdî de kevintirîn oavkanî, Şerefnameya Şeref Xan e.
Seref Xan di vê esera xwe de wiha dinivîse.
"Eşîr û civakên Kurdan, ji alî ziman, adet û rewşa civakî ve bi ser
oar beşan de dabeş dibe:


* Beşê yekê, Kurmanc
* Beşê duduyan, Lor (Lurr M.C.)
* Beşê sisiyan, Kelhur
Heger, em vê tesbîta Şeref Xan nehesibînin, lêkolînên li ser lehceyên
Kurdî heta nîvê pêşîn ê vê sedsala me, di esasî de ji alî biyaniyan ve
hatine kirin. Di vê meselê de takeîstisna, ew broşura Mela Mehmûdê
Bayezîdî ye ku di 1858`an de ji bo Aleksander Jaba; konsolosê Rûsya
Qeyserî yê Erzurûmê amade kiribû û ji ferhenga Sêwa Hekarî û ya
Rewendî ya hevberkirî pêk hatibû. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di destpêka
vê broşurê de, berî ku ji alî rêzimanî ve li ser hin xalan raweste,
dide diyarkirin ku zimanê Kurdî jî ji ber ferqîtiyên herêmî û eşîrî
xwediyê lehceyên cuda ye. "mesela" dibêje,
"Kurmanciya ahaliyê Wanê, Mûşê, Bayezîdê û Qersê û Kurmancên bi ser
Rûsya û Îranê ve û zimanê ahaliyê Botan, Hekariyan, Hemedanê, Simtî(?)
yê, Diyarbekirê, Mûsilê, heta bigihê hudûdê Bexdayê (ku ji herêmên
Silêmanî û Şarezorê û ji taîfên Zerza, Mukrî, Bebe û Bilbasan pêk tê)
ji hev cuda ne" (4)


Mela Mehmûdê Bayezîdî di vê xebata xwe de, Kurdî bi navê Kurmancî bi
nav dike, wek lehce jî behsa navê Botan, Hekarî û Rewendî dike û di
ferhenga xwe ya hevberkirî de jî şêweyên Hekarî û Rewendî hevberî hev
dike.


G. Givrinlîyê ku di salên 1836-1837`an de oend meqale li ser ziman û
etnografya Kurdan belav kirin, zimanê Kurdî, bi navê Kurdiya jorîn û
ya jêrîn dike du beş. Li gor Givrimlî Kurdiya jorîn ji Mukrî, Hekarî,
Şikakî û Bayezîdî, Kurdiya jêrîn jî ji Lurrî, Gelhurrî, Lekî pêk tê.
(5) Peter Lench jî di xebata xwe ya bi navê "Forschungen über die
Kurden und die Iranischen Nardchöldaer", (Petersburg, 1857-1858) de
zimanê Kurdî bi ser lehceyên Kurmancî, Kelhurî, û Lurî dabeş dike. (6)
Yek ji wan lêkolînerên zimanê Kurdî; Oskar Mann, Kurdî bi navê Kurdiya
Rojava, ya Rojhilat û ya Başûr dike sê beş. E. B. Soane, di esera xwe
ya bi navê "Grammar of Kurmanji or Kurdish Language" (London, Luzak
and Company, 1913) de zimanê Kurdî, beşî bi ser sê lehceyan kiriye û
ji her du lehceyên pêşîn re gotiye lehceyên bingehîn. Dabeşkirina
Soaneyî wiha ye:


* Kurmanciya Jorîn
* Kurmanciya Jêrîn


Li gora Ziya Gökalp
Di tehqîqa cara pêşîn a rapora xwe de Ziya Gökalp dibêje zimanê
Bextiyarî dikare iltîhaqî Soranî û zimanê Kalhûrî jî iltîhaqî Gûranî
bêkirin. Lê di tehqîqa cara dawîn de vê yekê tashîh dike û dinivîse
ku


"bi şahidiya Şerefnamê tê famkirin ku zimanê Bextiyarî dioe ser Lurrî
û zimanê Kalhurî jî dioe ser Soranî".(12)
Ziya Gökalp di tehqîqa xwe ya cara pêşîn de dinivîse ku


"Heke em zimanên Gûranî, Bextiyarî û Kelhurî veder kin (veqetînin) di
destê me de oar zimanên serbixweyiya wan diyar, dimîne: Kurmancî,
Soranî û Lurî" (13) Loma jî tê famkirin ku Kurd ne qewmek, lê oar qewm
in û Kurdî jî dabeşî bi ser çar zimanên wiha dibe ku mensûbên van
zimanan qet ji hev tê nagihên. Ev çar ziman ev in: Zimanê Kurmancî,
Zimanê Soranî (Bahdînî, Kalhurî), Zimanê Lurî (Bextiyarî,
Feylî)" (14)


Ziya Gökalp di wê xebata xwe ya binavkirî de wiha dinivîse:
"Xwediyên van heroar zimanan ji zimanên hev tê nagihên. Ji alî serf,
nahw û luxet ve ferqeka mezin di navbera wan de heye. Ferqên navberê
jî ne ferqên lehceyî, lê yên zimanî ne. her zimanek ji van her oaran
ji alî zimannasî ve zimanê serbixwe ye. Her yek jî ji gelek lehceyan
pêk tê. Tevî vê jî ev her çar ziman bi tevayî ne dûrî hev in jî. Hemî
şaxên Kurdîyeka kevin in ku meriv dikare bi navê "Kurdiya Qedîm" bi
nav bike. Têkiliyên navbera zimanên Neo-Latînî û Latînî çi bin, yên
navbera Kurdiya Qedîm û van Kurdiyan jî ew in." (15)
Ziya Gökalpê ku lêkolînên wî li ser eşîrên Kurda ne li ser "lehceyên"
Kurmancî jî radiweste: "Hê bi tetqîqeke ilmî nehatiye derxistin ku
zimanê Kurmancî dabeşî bi ser oend lehceyan dibe. Lê gava Ahmedê Xanî
di kitêba xwe ya bi navê Mem û Zîn de behsa lehceyên ku bi kar tîne
dike, di beyta jêrîn de navê sê lehceyan dijmêre. "Bohtî û Mehmedî û
Silîvî Hin lal û hinik ji zêr û zîvî" (16) Li gorî vê, Ziya Gökalp jî
Kurmancî bi navê Bohtî, Mehmedî û Silîvî dike sê beş û eşîr û herêmên
ku bi van "lehceyan" diaxivin dihejmêre.
Zanayê Kurd Tewfîq Wehbî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî Soane
difikire (17). Nivîskarê binavûdeng Alaeddîn Seccadî, di esera xwe ya
bi navê Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî, Erebî û Farisî de, dibêje ku
"di zimanê Kurdî de du lehce hene" û wiha didomîne: "Lehca 'Botan' a
ku îro jê re 'Bahdînî' tê gotin. Kurdên Tirkiyê û Suriyê û yên qezayên
Mûsilê bi vê lehceyê diaxivin. Ya duduyan jî lehceya 'Mukrî' ya ku îro
jê re 'Soranî' tê gotin. Kurdên din, yanî Kurdên bakurê rojhilat û
rojhilatê Iraqê û yên Ardelan û Mukriyan bi vê lehceyê diaxivin" (18)
Li gora Kemal Fûad
Dr. Kemal Fuad “ ku li ser edeb û zimanê Kurdî xebatên wî yên hêja
hene, zimanê Kurdî dabeşî lehce û şêweyên jêrîn dike:
1-Kurdiya Rojava (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya jorîn -bakur-)
a- Afrînî,
b- Cizîrî û Botanî
c- Sincarî
o- Badînî
d- Hekarî
e- Şikakî


2-Kurdiya Rojhilat (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya Xwarê -başûr-,
hin jî dibêjin Kurdiya Navendî)
a- Soranî
b- Silêmanî
c- Mukrî
o- Sineyî


3-Kurdiya Başûr
a- Xaneqînî
b- Feylî
c- Kirmanşanî
o- Lekî
d- Kulgayeyî
e- Kelhorî
ê- Perewendî


Dr. Kemal Fûad bi rexnegirî dibêje ku wê lehceya ku ez jê re Lehceya
Başûr dibêjim hin kes wê bi navê Lurrî bi nav dikin. Ew tenê wan
lehceyên ku li Loristana Mezin tên axaftin wek lehceyên Lurr qebûl
dike û wan wek lehceyên Kurdî qebûl nake. Dr. Kemal Fûad rexne li wê
yekê digire ku oima ji hin lehceyên ku di hin çavkaniyan de wek Lurrê
Pioûk derbas dibin ji wan re Lurrî tê gotin. Ew wan di nav lehceyên
Kurdiya Başûr de dihesibîne (19).


Li gora Fûad Heme Xurşîd
Fûad Heme Xurşîd, di xebata xwe ya bi navê Zimanî Kurdî, Dabeşbûnî
Cografyayîy Diyalêktekanîy de lehceyên Kurdî bi vî awayî dabeş dike:
1. Kurmanciya Bakurî
1. Bayezîdî
2. Hekarî
3. Botanî
4. Şemdînanî
5. Behdînanî
6. Diyalekta Rojava


2. Kurmanciya Navîn
1. Mukrî
2. Soranî
3. Erdelanî
4. Silêmanî
5. Germiyanî


3. Kurmanciya Başûrî
1. Lurrê Eslîn
2. Bextiyarî
3. Mamesanî
4. Gohgilo
5. Lek
6. Kelhurr


Fûad Heme Xurşîdî, hem Lurriya Mezin hem jî ya Piçûk Kurdî qebûl
kirine û ew di nav Kurmanciya Başûrî de hejmartiye.


1. Kurdiya bakur yan jî lehceya Kurmancî


2. Lehca Kurmanci ya ku li Kurdistana Navîn tê axaftin. Ji vê lehceyê
re carina Kurdiya Başûrî (Kurmancîy Xwarû) yan jî bi şaşîtî "Soranî"
jî tê gotin.


3. Grûba Lehceyên Kurdî yên din ên ku li Kurdistana Başûrî tên
axaftin: gellek şaxên vê grûbê yên bi navên Kermanşahî, Lekkî, Lurrî,
Sencabî û Kelhurî hene ku ev ji alî qismek Kurdên nav hidûdên Îranê û
Îraqê tên axaftin.(22)


1.Şêweyên Kurdiya Bakurî ev in:
* Kurmanciya Rojava: Bi destpêka ji herêma Afrînê Kurdên Entabê,
Qiriqxanê, Meraşê, Adiyamanê û Meletiyê, qezayên Ruhayê yên bi navê
Surûc, Bîrecik û Xelfetiyê bi vê şîweyê diaxifin.


* Rewendî: şêweya ku li erdên bakurê Gola Wanê dimînin tê axaftinê. Li
rojhilatî ji herêma şikakan destpê dike, ta dighê cihên rex Çemê Erez,
Kurmancên bi vê şêweyê diaxifin.


* şikakî: Li herêmên navbera Gola Urmiyê, şemdînan û Başkalê tê
axaftin.


* Hekarî: Hema ji başûrê şirnexê destpê dike û li nav hidûdê wilayeta
Hekariyê tê axaftin. Berê ji ber ku ji Mîrîtiya Hekariyan re Mîrîtiya
Mehmûdî dihat gotin, ji vê şêweyê re jî "Mahmûdî" dihat gotin.


* Botî: Kurdên Cizîra ku li nav hidûdê Tirkiyê û Sûriyê ye yên wê
herêma ku ji bakurê Zaxoyê destpê dike ji başûr û rojavaya şirnexê
derbas dibe Eruhê digre nav xwe û ta başûrê Gola Wanê tê kêşan herêmên
rojhilat û başûrê Bedlîsê, Sêrtê, ta Çemê Batmanê herêma Batmanê û
rojhilatê Mêrdînê digre nav xwe, ji alî Kurmancên li ser vê axa fireh
tê axaftin.


* Bahdînî: şêweya Kurdên Zaxo, Amediye, Akre û Zêbarê û yên Dihokê


* Sincarî: Kurdên Çiyayê Sincarî û yên şêxana bi vê şêweyê diaxifin.


Kurmanciya Navîn (yan jî Silivî-Kîkî-Milî) Li bajarê Diyarbekirê ji
bilî rojhilat, li hemû herêmên Mêrdînê, ji Ruhayê heta peravê
rojhilatê Çemê Ferêt Kurmanc bi vê şêweyê diaxifin. Kurmancên herêmên
Elezîzê yên rojhilat û başûrî jî bi vê şêweyê diaxifin.


2- Kuriya Navîn (yan jî Soranî). Hidûdên vê lehceyê ji başûrê wî
hidûdê ku me ji bo lehceya Kurmancî kêşa destpê dike, ber bi başûrî de
dom dike ta digihe, Çemê Sîrwanê û Xaneqînê. Li başûrî, ji başûrê
Çiyayên Hemrîn ber bi rojhilatî ve vedigere ta Çiyayê Sehend,
Mesînabad, Bicar û Esedawayê diçe. Firehiya herêma wê ya başûrî jî
diçe ta digihîje, ser rêka esasî ya Melayir. Kirmanşah, Qesrî şêrîn-
Xaneqînê. (30)


Şêweyên Kurdiya Navîn ev in:


* Soranî: Ji bilî herêma Zêbarê wilayeta zirt û hemû qezayên wê vê
şêwê diaxifin.


* Silêmanî (Yan jî Babanî): Silêmaniyê, Kerkukê, Kifriyê, Qeretepê,
Tuz şiwanê û hin herêmên Xaneqînê digire nav xwe.


* Mukrî: şêweya ku Kurdên şino, Nexede, Meraxe,Miyandiwan, şahîndij,
Saqiz, Bokan, Bave û Serdeştê pê diaxifin.


* Şineyî: Li herêmên Sinê (Senendec), Bicar, Kengewer, Rewansar û
bakurê Ciwanroyê tê axaftin.


3- Kurdiya Başûrî: Li bakurî ji rêya esasî ya Melayir-Kirmanşah-Qesrê
şêrînê destpê dike ta digihê hidûdên herî başûr yên herêmên Kurdîaxêv
şêweyên wê yên jêrîn in:


* Xaneqînî
* Lurrê Eslîn (yan jî Feylî)
* Kirmanşanî
* Lekî
* Kelhorî
* Perewendî
* Kulpavyeyî


Çavkanî:
1) Şerefxan, Şerefname, Hasat yay…nlar…, 3. bask… 1990 İstanbul, M.
Emin Bozarslan ji Erebî wergerandiye Tirkî.
2) Fuad Heme Xurşîd, Zimanî Kurdî, Dabeşbûnî Dîyalektîkanîy, oapxaneyî
Afaq Al arabiya, Bexdat, 1985, s. 55.
3) Şerefhan, Şerefname, Hast Yayinlari, 3. baski 1990, Istanbul,
Wergera M. Emîn Bozarslan ji Erebî bo Tirkî, r. 20
4) Vokabulaire Kurde des dialectes de Hakiari et Revendi, Par A. Jaba
Consul de Russie a Erzeroum, Erzeroum le 15 mars 1858. Ji Dr. Marif
Xeznedar Le Babet Mêjûyî Edebî Kurdiyewe 1984, Bexda r. 386'an hatiye
wergirtin.
6) Peter Lerch, Forschungen über die Kurden und die Iranischen
Nordchöldaer, Petersburg, 1857-1858, r. 72
7) Gotûwêjek legel Dr. Kemal Fûad, beşî 2., Sirwe, hejmar 39, rêzberî
1368
9) e. n. d. r. 6
10)Sadiq Behaeddîn Amêdî, Rêzimana Kurdî, Kurmanciya Jêrî û ya Jorî ya
hevberkirî, oapa yekê, 1987, r. 34
11)e. n. d. r. 27
12)Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkinda Sosyolojik Tetkikler, Sosyal
Yayinlari, 1992. r. 24
13)e. n. d. r. 24
14)e. n. d. r. 95-96
15)e. n. d. r. 24-25
16)e. n. d. r. 28
29) Fuad Heme Xurşîd, Zimanê Kurdî, Dabeşbûnî cografyayiy
Diyalektîkaniy, Bexda, Çapxaneyî Afaq'l Arabiya, 1985, r.60
30) e.nd:r.62
31) Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984
r.88-89.
33) Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984
r. 87

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap