EY GELÎ KURDAN!
Ey Gelî Kurdan! Îttîfaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratîyê de se'adet, hukûmetê de selamet heye. Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherê me hene; hifza xwe ji me dixwazin. Yek Îslamîyet e; ku hezar hezar xûna şehîdan buhayê wê dane. Ê duduyan însanîyet e; ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însanîyetî xwe nîşanî dunê bidin. Ê sisîyan millîyeta me ye, ku mezîyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza millîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin. Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin: Yek feqîrtî ye. Çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye. Ê duduyan cehalet û bêxwendinî ye; ku hezar ji me da yek "qazete" nikarin bixwînin delîla wê ye. Ê sisîyan dijminî û îxtilaf e; ku ev 'edawet, quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbîyê dike û hukûmet jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir. Ku we ev seh kir, bizanin çara me ev e; ku em sê şûrê elmas bi dest xwe bigrin, ta ku em hersê cewherê xwe ji dest xwe nekin û hersê dijminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê 'ewil: Me'rîfet û xwendin e. Ê duduyan: Îttifaq û muhebbeta millî ye. Ê sisîyan: Însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedetê. Û wesîyeta paşî: Xwendin, xwendin, xwendin... Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin... Bediüzzaman Mela Seîd-ê Kurdî -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
