*Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî û Mistoyê Mîrî**>> Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
*CIZÎRA BOTAN, 29/9 2012 -- Xwidê teala dema mirov şande vê mêhvangeha ko
navê wê dinya ye, çi cîhaz û aletên madî û manewî ko di jiyana wî de
pêwîstiya wî pê çêbibe jê re şandiye. Herweha daku mirovî ji ajalan
veqetîne ew bi hinek hestên hêja û qedirbilind xemilandiye. Wek mînak:
Aqil, evîn, hezjêkirin, meraq...

Yek ji wan hestên ko di jiyana mirovî de pêwistiya wî pê heye jî "tirs" e.
Sedema heyîna tirsê parastina jiyana mirovî ye. Eger di mirovî de hesta
tirsê nebûya, neqabil bû ko jiyana wî ya vê dinyayê berdewam kiriba. Wek
mînak xwe ji wan tiştên ko jiyana wî têxe di nav xetereyê de nedida alî. Ji
agirê ko dişewitîne, ji ava ko dixeniqîne, ji ajalên dirinde yên mirovî
perçe dike, ji nexweşînên kujer pakî nedikir.

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=7106

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap