Hevalno merheba, Li Elmanyayê kovareke nû derdikeve û li her çar perçeyên Kurdistanê, yê were belav kirin. Navê kovar Dîwar e û naveroka wê çandî hunerî ye. Wekî din nivîskarên kovarê li ser mijarên aktûel jî bisekinin. Girîngiya vê kovarê a yekem ew e ku mehane ye. Niha gelek kovarên kurdî hene lê du an sê mehane ne. Berpirsên kovara Dîwarê niha sê kes in: Agirî Soran, Helîm Yûsiv û Cemîl Oguz.
Niha malperek vekirine lê hê têra xwe ne tije ye: http://www.kovaradiwar.com/ Berpirsiyarên kovarê armancên xwe li vê derê zelal kirine, kerema xwe lê bitikînin: http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=6598 -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
