*Kurdê saffî kurd Şerafettîn Elçî û mirina Xwedê**>> Abdulkadir Bîngol*CIZÎRA
BOTAN, 28/12 2012 -- Mirin... Bi gotineke dî dawîlêhatina jiyanê. Wek çawa
destpêka jiyanê heye, eynen welê dawiyê wê jî heye; ev nayê înkar kirin.
Navê wê dawiyê jî mirin e. Jiyan û mirin... Mirin zagoneke Xwedayî ya
îstîsnaya wê neyî ye. Heta ev mirin neku ji candaran tenê re heye, ji
bêcanan re jî heye; ew jî dimirin.

Mirin û jiyan... Ev herdu peyv dijê hev in. Mirin çî ye? Her kes li gorî
ramana xwe ji mirinê re pênasekê tîne û bi berçavkê wê ramanê lê dinêre. Di
ayeta Qur'ana pîroz ya "Ellezî xeleqel mewte wel heyate-Ew (Xwedayê) (1) ko
mirin û jiyan afirandî" de mirin li ser jiyanê re hatiye girtin. Ango dema
mirov encama herduyan deyne li ber çavê xwe dibîne ko mirin ji jiyanê
xweştir e, ango wê dema ko jiyan kevin dibe wê demê êdî çi tama jiyanê
namîne; hingê mirin "wekî ne'metekê" xwe nîşanî mirovan dide.

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=7308#.UN60gW-9RdQ

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap