*Li ser kela Hîskêfê me çawa şer kir?*

Zemanekî yareke min hebû
Ji Amedê
Pir derewîn
Û firawîn
Dixwar ne carekî
Ne ji hezar caran...

A rastî keçik di serî de
Ji min re got "ez ji Diyarbekrê me."
Lê wekî navê wê, bajarê wê jî
Rast derneket

Keçik bi eslê xwe ji Sêrtê
Ji Misircê (Kurtalanê)
Ji eşîra Muradiyan bû
Bi telefonê diaxivî
Bi her du xwîşkên min
Û bi dayîka min re

Carekî min wê hilda
Bir ser kela Hîskêfê
Bi qafleyê tûrîstan
Şikeft bi şikeft digeriyan
Me fotografan dikişand
Dîclê temaşe dikir
Ber bi avê çardaxê
Xwaringehan (holîket)

Serê kelê ji binî
Sî-çil metre bilind bû
Keçik j'mi're go "Seîd
Min tiştekî dît rind bû
Lê miheqeq a'nha tu
Hêrs bibî ku bibêjim..."
Min go "heyran bibêje."
Gote min ku li hember
Vê kelê çiya hene
Tu dêna xwe bide vir
Ala romiyan heye
Zanim tê jê adiz bî."

Çawa hêrs bûm nikarim
Bînim bi peyvan zimên
Min got jê re "ma tu qet
Adiz nabî ji alê?
Qîzê heger tu kurdek
Baş, kêrhatî bibûya
Tê heneka xwe bi min
Ned'kir ser vê meselê!"

Yara min soromor bû
Rû çilmisî û mor bû...

           Mehmet Sait Çakar

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap