*Mela Seîdê Kurdî û (ne)seyîdbûna wî**>> Seîdê Kurdî*CIZÎRA BOTAN, 21/1 2013 -- Di nav gelê Kurd de gelik alimên dînî yên navdar derketine. Medreseyên Kurdistanê hetanî van salên dawî jî ji aliyê tedrîsatê ve bi nav û deng bûn. Alimên kurdan yên evîndarê ilm û irfanê digel hemû zulm û zordestiya ko li ser wan dihat meşandin jî ji tedrîsata dînî xwe nedane alî û herdem xizmeta dînê Îslamê kirine.
Yek ji wan aliman jî Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî ye. Seîdê Kurdî di sala 1876-yê de li gundê Nûrsê yê Hîzana Bedlîsê ji dayik bûye. Navê babê wî Mîrza, navê diya wî Nûrê(1) ye. Di medreseyên Kurdistanê, li cem alimên herêmê perwerdeyiya xwe kuta kir. Di demeke kurt de bû alimekî navdar. Ji ber ilmê wî yê zêde ji teref alimên herêmê ve leqeba "Bedîuzzeman" jê re hat dayîn. Ûstad di sala 1926-ê de ji aliyê hikûmetê ve bo herêma Rojavayê hate mişextkirin. Piştî wê dîrokê hetanî wefata wî êdî hatina wî ya bo Kurdistanê hate qedexekirin. Bes beriyê wefata xwe demeke kurt bêyî destûr vegeriya welatê xwe Kurdistanê, bajarê Rihayê. Di sala 1961-ê de li vî bajarî çû ser dilovaniya Xwedê. http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=7362#.UPzkDCe9RdQ -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
