https://www.facebook.com/Akhbarulkurd?ref=hl

 Newroza We pîroz be
Her sal bi xêr û xweshî be
Bi hîviya ku em bi pash ve neçin...
 
Ji comerdiya xwe, me agahdar bikin, heger hûn heznakin nameyên me ji we re bên

 Silavek ji dil  / Grüsse / BESTS/ Salamat

 







>________________________________
> Von: Evdile Koçer <[email protected]>
>An: Evdile Koçer <[email protected]> 
>Gesendet: 0:54 Mittwoch, 20.März 2013
>Betreff: {Diwanxane} Newroz e...  Xuşexuşa dilê biharê ye.
> 
>
>Newroz e... 
>
>Xuşexuşa dilê biharê ye. Çîveçîva strana azadiyê ye. Kulîlkên stûxwar ên 
>adarê, xwe li bêhna sibehên welatê min digirin.
>
>Newroz e…
>
>Bêrîkirina azadiyê, wekî pêtên agirî ji rûyê zarokên delalokî dipeke û 
bi govendgerîna xwe ve li rûyê gund û bajarên min ên dagirkirî dikeve… 
Rêça şervanên bênav, bi çirûskên rojê re şîn dibin.
>
>
>Newroz e…
>
>Kela dilê min dibe kenogirî û xwe berdide ser hemû hêviyên siya Newrozê.
 Tilîliyeke porspî ji dilê min dipeke û bi tilîliyên din ên dilevîn re 
dibe banga azadiyê.
>
>Newroz e…
>
>Bi gotinên serxweş re, hêsirên dayikan aş dikim û direşînim ser hemû deşt û 
>zozanên Kurdistanê.
>
>Newroz e…
>
>Lo lo şaîro, “ji min re qala baranê neke!”(1), ronahiya Newrozê bibarîne ser 
>hinavên civaka min; tovê rojeke nû bireşîne ser xewnên dayikên xemgîn.
>
>Newroz e…
>
>Lo lo şehîdo, de vêca serê xwe rake, êdî wext e, bide xatirê vê roja nû û
 bide xatirê mezinahiya xwe, ji dilê xwe yê henûnok qanûneke nû çêke û 
hemû “Ne-yaran bixe yar û dost û bira!”(2)
>
>Newroz e…
>
>Daweta qewmê ji agir e. Prometheus banga vê dawetê kiribû: Serî li hemû 
‘Xweda’yan hildabû, ji wan agir dizîbû û ji însanan re xistibû destmal! 
Kawayê Hesinkar agir berdabû textê hemû dîktatoran. Niha zarokên Qendîl û
 Helebçeyê pêta vî agirî gurtir dikin û xewnereşkên nû direşînin ser 
serê dîktatorên dilreş.
>
>Newroz e…
>
>Ezbenî, çavê te ronî, “Roja ku dibûye î´dê Newrûz… Bilcumle diçûn der ji malan 
>hetta digihişte pîr û kalan…”(3), mizgînî li te helbestvanê nemir, “Wa roj 
>helat le bendenî berzî welatewe, Xiwênî şehîd rengî şefeq şewiq her 
>edatewe”(4), êdî xemê nexwe, gotinên te bûn ala û ketin ser siya gelek 
>dengxweşan.
>
>Newroz e…
>
>Keçika ku dilê xwe bi çîçekên Newrozê xemilandiye, xortê ku hezkirinê di
 paşila xwe de germ dike, dê çaverêya hev bikin, dê agirê dilê xwe vêxin
 û dê serê xwe deynin ser bihara rojeka nû.
>
>Newroz e…
>
>Ez ê îro kaniya hemû ramûsanên dilê xwe bi awirên yara xwe der bikim û 
ji hinarikên wê re bixim rojeke nû û ez ê jê re bibêjim: Newroza te 
pîroz be!
>
>***
>
>(1) Vîctor Hugo
>(2) Paul Eluard
>(3) Ehmedê Xanî
>(4) Pîremêrd
>
>***
>
>
>Not: Ji kerema xwe re li pêveka Mailê binêre!
>
>________________________________
>Evdile Koçer
>[email protected]
>
>
>________________________________
>www.evdilekocer.blogspot.com/
>
>www.facebook.com/evdile.kocer2
>
>www.twitter.com/Evdile_Kocer
>
>www.youtube.com/Gulanbihar
>
>
-- 
>-- 
>-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu 
>Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u 
>rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret 
>qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
>
>Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>
>-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
>Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
>Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
> 
>--- 
>You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
>"Diwanxane" group.
>To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an 
>email to [email protected].
>For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.
> 
> 
>
>
>

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.


Cevap