Sihet xweş.
2013/5/26 Evdile Koçer <[email protected]> > > > *Hişê kemalîstên tirk û hişê kemalîstên kurd wiha ye!* > > > *Evdile Koçer* > *[email protected]* > > > Hişê kemalîstên tirk wiha ye: > > "Heke kurdî jî lazim be, em ê bînin Tirkiyê!" > > Hişê kemalîstên kurd jî wiha ye: > > "Heke kurdî jî lazim be, em ê bînin Kurdistanê!" > > *** > > Kemalîstê me, ji "taştê"ya kurdî re dibêje "kahvalti"! > > Ji nanê diya xwe re dibêje, "ekmek"! > > Ji mastê pirîka xwe re dibêje, "yogurt"! > > Paşê dixwaze ku bi hezar teoriyên ecêb ve kurdan "rizgar" bike! > > Ma çima tu fêm nakî gidî?! > > Ez "kahvalti" û "rizgar"kirina te naxwazim, ez "taştê"ya kurdî dixwazim > heyran! > > *** > > Tişta min fêm kirî ev e: > > Heta ku qîmeta "çepgirekî qûn-neşûştî" li cem siyaseta kurd ewçend zêde > be, heta ku kurdekî xwe-ne-nas mase û kursiyên herî delal ên Kurdistanê > "dagir" bike, qet mereq nekin dê "YEKÎTIYA KURD" jî qet çênebe! > > *** > > Tiştên ku em ji dewleta tirk dixwazin, heke em jê ji sedî bîst jî di > jiyana xwe de pêk bînin, dê hingê dewleta tirk zûka Kurdistanê biterikîne! > > *** > > Çîroka "mêrê diya me" wiha ye: > > Rojekê "Roja Jinan" pîroz dikin, paşê pêlî serê jinan dikin! > > Rojekê "Roja Zimanê Kurdî" pîroz dikin, paşê pêlî serê zimanê kurdî dikin! > > Tew tew, mala minê! > > *** > > Hinek kes hene, jiyana wan tenê ji "slogan û çepikan" pêk tê! > > Heke ez bim bila ew serî li "Pirtûka Guenissê ya Rekoran" bidin! > > *** > > Li Kurdistanê bila saziyeke bi navê "Em her tiştî dizanin!" bê avakirin, > da ku qîmeta kesên nezan jî zêde bibe! > > *** > > Tiştên ku li cem xelkê dibin "skandal û malxirabî", li cem me kurdan hema > bêje dibin, "Serkeftin heval!" > > *** > > Kurdên ku dibêjin, "Ewropî ji bo berjewendiyên xwe, filan û bêvan..." qet > ji siyasetê fêm nakin! > > Dev ji gilî û gazincên beredayî berde kurdo! > > Dev ji siyaseta zarok û mindalan berde ezîzê mino! > > Tu jî ji bo berjewendiyên miletê xwe hemû dinyayê ji Kurdistanê re bike > dost û heval û paşê li gorî dilê xwe "filan û bêvan"ê bike! > > *** > > Di dinyayê de tişta herî xirab ev e: Ku meriv ji "îdeolojî"yekê bawer > neke, lê mecbûr be ku pê re bimeşe! > > Jê xirabtir tişteke din heye gelo? > > *** > > Heke bindest dev ji "gilî, gazinc, pepûkî û xwelîseriya mazlûmtiyê" > berdin, dê zûka ûr û hinavên serdestan bidirînin û bavêjin ser sergoyê wan! > > *** > > Heta ku aşê Kurdistanê nebe "aş", dê her kes behsa "çeqçeqokên dagirkeran" > bike! > > *** > > Civaka ne-balixbûyî/negihayî mixabin gelek caran ferqa "nok û bişkulan", > "sîr û pîvazan" û "rexne û heqaret"an nizane! > > Loma gelek caran dost û neyarên xwe jî ji hev dernaxe! > > *** > > Seîdê Kurdî heke niha sax bûye, dê sedîsed tişteke wisa bigota: > > "Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez bê azadiya kurd, kurdî û Kurdistanê > nikarim bijîm." > > *** > > Gotina min ya dawiyê jî ev e: > > Xwedê kesî şaş neke, şaş bike kaş neke, kaş bike faş neke, faş bike lê > kesî neke bindestê ziman û çanda dagirkeran! > > ------------------------------------------------------------- > > Not: Ji kerema xwe re li pêveka Mailê binêre! > ------------------------------ > Evdile Koçer > [email protected] > > ------------------------------ > www.evdilekocer.blogspot.com/ <http://evdilekocer.blogspot.com/> > > www.facebook.com/evdile.kocer2 > > www.twitter.com/Evdile_Kocer <http://twitter.com/Evdile_Kocer> > > www.youtube.com/Gulanbihar<http://youtube.com/results?search_query=Evdile+Ko%C3%A7er+&search=Search> > > -- > -- > - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu > Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u > rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret > qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator > in. > > Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > > - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail > grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas > alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik > taninir. > > --- > You received this message because you are subscribed to the Google Groups > "Diwanxane" group. > To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an > email to [email protected]. > For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out. > > > -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.
