Şeva Bi Xêr; Şeva Qedrê


Di nav şevan de yê herî pîroz û  herî bi xêr û rûmet şeva Qedrê ye.

Di vê şevê de kelama û wehya ewul sureta Qedrê de Xwedê Teala wiha dibêje;

 *" Bêguman me wê (Qur'anê) di şeva Qedrê (a giranbiha ku karê salekî tê de
tê pîvan) daxistiye.*

*Ma tu çizanî ku şeva Qedrê çi ye? *

*Şeva Qedrê ji hezar mehî çêtir e.*

*Ferîşte û canê (pak-cebraîl) tê de, bi destûra perwerdekarê xwe ji bo her
karî dadikevin.*

*Xweşî ye; heya xuyabûna sibê."*

 Bi vê kelema Xwedê nezanî û zilmat bela kiriye û senem hatiye şikandin.

 Ev şeva ne wek şevên yê din in. Ji vê şevê şunda wahya Qur'anê yanê kelema
Xwedê ronî û nûr xistiye  her aliyê kaînatê.

 Mirov bi kelema Xwedê bûye bi rûmet û  *"ehsenê teqwîm"*

 Wehî (peyxam) ji mirovan re hatiye û qedra mirov pê bilind kiriye çimkî ji
Xwedayê xwe re bûye muhetep.

 Qur'an ji bo mirovan hatiye. Xwedê ewqas ku qedr û qêmetê dide mirovan.

 *"Qur'an ji me re him dia, him şîfa, him zikir, him Qur'an him pirtûkê
şerîetê, him pirtûka dadê, hêm pirtûka îbadetê ye..."*

 Di vê meha rehmetê de ji bo xatirê Qur'anê îşev bûye şevek pîroz, şeva bi
qedr û rûmet.

 Ferîşte îşev bi destûra Xwedê dadikevin, kom bi kom tên rûyê erdê, îşev
herî zêde merivan re nêzîk dibin. Ferîşte ji Xwedê dixwazin û dibêjin *"dia
û ibadetê bawermendan bipejîrîne".* Ferîşte xeberê didin Xwedê *" evdê te
Te ji bîr nakin,Tu jî wan ji bîr neke ey Xwedayê alemîn, falan evdê te  ji
dil bangê te dike, îşev efê ji Te dixwazin."*

 Ferîşte di vê şevê de helwest û lebatê meriv di nêzîk de dibine û dibe
şahîd.

 Îşev baxşandinê bixwazin, merhametê bixwazin, merhemeta Xwedê gelek pire û
fere ye.

 Xwedê her şev û her demê de me kare bibexşîne û dibexşîne lêbelê îşev hê
zêdedir  dibexşîne

 Meriv bi dia û eciztiya xwe û ji Xwedê re dibe evd. Wê gavê evd jî Xwedayê
xwe zane û xwe jî zane.



Îşev ezmen, stêrk û heyv jî şahît dibe.

 Îşev şecde bikin ji Xwedayê xwe re dema secdê Xwedê ji me re pir zêde
nêzîk dibe.

 Di vê şeve de kelema Xwedayê xwe bixwînin, dia bikin ku Xwedayê Teala me
bibexşîne, me ji gunehan azad bike, me bike merivê pak û bixêr.

 Kî bi baweriyê, dilsozî û ji dil vê şevê xwe jîndar bike Xwedê xêr û
bereketê ê bidiyê. Di jiyana  mirov de ku bira karê xêra çê bibe.

 Qedr û qîmeta me bi gorana kirinên me nin bi helwestên me tên pîvandin.

 Bira di bîra me de hebe ku em her şevê xwe karin bikin wek vê şeva Qedrê.
Car jî di *vê şevê *de em tev dia bikin û ji Xwedê bixwazin ku*: bira
birakûjiya Kurd û mislimanan hew be û xwîn êdî nerjê, bira Kurd û misliman
tev jiyanek bi rûmet bijîn. Û laneta Xweda li ser zalim û minafikan  bibarînin
ku Xwedê wan qehr bike.*

Paşa Amedî

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.


Attachment: Şeva Qedrê.docx
Description: application/vnd.openxmlformats-officedocument.wordprocessingml.document

Cevap