* *
*Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya "Tu binê Mahê nû"yê*
* *
Di dîrokê de gelek kesayetiyên mezin yên olî ji nav Kurdan derketine.
Lêbelê ji ber ku Kurd netewayekî bêxwedî ne ew kesayetana yan nehatine
naskirin yan jî naskirineke ku layiqî wan be nehatiye kirin. Yek ji wan
kesayetiyan jî bêguman Melayê (Mewlana) Cizîrî yê xwediyê dîwanê ye. Ew
dîwana wî ya ku her dem di destên evîndaran de bûye. Evîndarên evîna heqîqî
ji dîwana wî ya ku mîna heftbehranê (okyanûs) ye, gelek durr û mercan
derxistine. Heqîqetên ku di dîwana wî de ne gelek mirov xistine di nav
heyretê de. Meseloka li jêr jî yek ji wan e.
Piştî ko împaratoriya Osmanî hat rûxandin û dewleta Turkî li ser mîrateya
wê hat avakirin, li ser dînê Îslamê xext û zorî zêde bûn. Vêya jî bandoreke
neyînî li ser perwerdehiya medreseyan kir, bi taybetî medreseyên
Kurdistanê. Ji ber wê çendê jî kesên ko dixwestin perwerdehiya dînî
bikirana mecbûr diman ko berê xwe bidana Başûr yan jî Rojavayê Kurdistanê.
Di wê dema ko başûrê Kurdistanê mêtingeha İngilîstanê bû de feqîkî bi navê
Seyyîd Hesenê kurê Seyyîd Emer î ji bakûrê Kurdistanê li medreseyên wê
deverê perwerdehiya dînî dikir.
Seyît Hesen rojekê biryara vegera welêt dide. Çeltikê xwe yê ko pirtûkên wî
têde bûn, diavêje ser milê xwe û berê xwe dide sînor da derbasî welêt bibe.
Dema tê ber sînor rastî leşkerên sînorparêz yên Îngilîz tê û di dawiyê de
tê girtin. Leşker feqîyî dibin leşkergeha xwe û îfadeya wî digrin.
Fermandarê Îngilîz ji feqîyî dipirse:
-Tu kî yî û ji ko derê tê yî?
-Ez feqî me û ji Îraqê têm
-Di çeltikê te de çî hene?
-Pirtûkên dînî hene.
-Di nav wan pirtûkan yekî derxîne!
-Belê.
Feqî ji çeltikê xwe pirtûkekê derdixe û raberî fermandar dike. Fermandarê
ko bi erebî xwendin û nivîsîna wî hebû, pirtûkê digre û rûpelekê vedike
ji feqî re dibêje:
-Ca vê derê bixwîne, ka behsa çi dike, ji min re bibêje.
Tu nabêjî ew pirtûk dîwana Mewlana Cizîrî ye. Feqî dest bi xwendina
qesîdeya di wê rûpelê de ye dike. Ew qesîdeya ko wî nîşandayî bi vê malikê
dest pê dike:
* *
* Tu binê mahê nû , destê qedayê hey hey! *
*Ne li zer'ê felekê, belkî li ûmrê me ye das." *
Ango "Hevalo! De were li vê heyîva nû, ango li vê hîlalê binêrin!. Destê
qudreta Xwedayî çawa wê tim dilivîne. Herweha li ser wezîfeya wê û hikmeta
afirandina wê jî birame. Yezdanê dilovan çawa ew hîlal di awayê daseka
dirûnê de afirandiye. Sedema çêkirina aleta dasikê bi xwe jî wek tê zanîn
dirûn e, gava meriv dasikê dibîne dirûn tê bîra wî. Halehale li fezayê
(hewayê) tu çandinî ya ko ew das wê bidirû tune. Nexwe wezîfeya wê dasê çî
ye gelo! Hebe nebe wezîfeya wê hîlalê dirûna 'emrê me mirovan e. Ma ne
welê ye? Ji wê dema ko ew heyîv ji şeklê hîlalê derdikeve û dîsa vedigere
dikeve heman şeklî, ango di maweya mehekê de li ser rûyê vê erdê çiqas
mirov dimirin!"
Gava fermandarê Îngilîz vê agahiyê ji feqîyî werdigre, dibîne ko di vê
malikê de bûyereka felekîyatê û bûyereka rastîn a mirovahîyê bi awayeke
bedew hatîye xemilandin. Ji ber vê gelek lê ecêp tê û ji feqî diprise:
-Xwedîyê vê helbestê hîna dijî?
Feqî dibêje:
-Na, najî, wefat kirîyê, gora wî ya pîroz li Cizîrê ye, ew bi xwe yekî
arifê billah e, evîndarê Xwedê ye.
Wê demê fermandar dibêje:
-Ev zatê hanê gerek vê gavê ne liheyatê be, lewra ew dehakî mezin e.
--
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
---
You received this message because you are subscribed to the Google Groups
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.