Ez di serî de gelê Kurd ê mezlûm, Newroza hemû gelên Rojhilata Navê bi dil û can pîroz dikim. Daxwaza min ji Yezdanê Dilovan ew e ku ev Newroza he Newroza dawî ya bindestiya gelê me be û Newrozên paşeroja bi awayekî serbixwe û azad were pîrozkirin
Başta mazlum ve mağdur Kürt halkı olmak üzere Orta Doğu'da yaşayan tüm halkların Newroz'unu kutlar, Yüce Rabbimizden Kürt halkının özgürlüğünü elde etmesi dilerim Kürdistan semalarına yükselen nurlu dumanlar Onun adını yazıyor: Özgür vatan Onun aşkıyla yükselen nurlu dumanlar imza atıyor: Newroz. Dîsa Hat Newroza Kurda Dîsa hat Newroza Kurda Ji hev ra bidne mizgîn e Bînit dawya kula derda Ji bo me xoş bikit jîn e. Gul û simbil vebûn tev de Kulîlkê sor û zer dev de Qîz û xortên me govend e Li kolanan de danîne. Li her der keyf û hem yarî Înayet er bikit Barî Ji bo qewmê me yê Arî. Dê azadya welêt bînê. Divêt her kes ji dil rabit Pîrozbahîk nebaş nabit Kesek nînin ne dilşa bit Ji bil yê cehş û xayîn e. Pîroz kin rewşekî ser ve Bi aştî lê nekû şer ve Dê her kes derkevit derve Ji xeynî yê eqil nîne Pîrozbahîyê hêj zû kin Cil û kincên xwe tev nû kin Yê kesk û sor û zer l'xo kin Biçin qada bîranîne. Di her rewş û di her halan Nerûnit kes li nav malan Bo Kurd derdê hezar salan Ji qelbê xo derêxîne. Emê tev dest bidin destan Pîroz kin şubhê sermestan Ji xo memnûn bikin hestan Heta ko em dikarîne. Dehaq bimrin bijîn Kawa Nemînit zilm bi her awa Ji bo xort û qîz û lawa Çêbit dinyakî şêrîne. Dê agrê Newrozê geş kin Rûhê Kawa'yî hem xweş kin Dilê yên xêrnexaz reş kin Bila ew her bikin şîn e. Bibîr bînin Memo û Zîn Çeko û Arif û Tajdîn Mîrê Botanê Mîr Sêvdîn Ku ev rêç bo me hiştîne. Ji Kawa ta vê roja me Didomit de'w û doza me Dê dengê "Ey Reqîb"a me Biçit ta Çîn û Maçîn e. Li Dêrk û Şirnex û Wanê Cizîr û Muş û Batmanê Li Amed hem Li Tatwanê Hilînin ala Rengîn e. Li Midyad û Nisêbînê Li Bedlîs û li Mêrdîne Bikin hawar û qêrînê Ji bo vê têdikoşîne. Di salên heştê û notî Ji Amed bigre ta Botî Ji bo vê roja dil sotî Xwîna pembe rijandîne. Yê vê rojê me kit jar e Mîna pêrar û pêrar e Duaya Dikulê jar e Xwedê stûyê wî bişkîne. Dilbikulê Cizîrî -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.
