sipas destên hewe xweş bin .... berêzan hûn dikarn Nûçeyan ji bu ve emaila
han bişînin
[email protected]


On Mon, Mar 4, 2013 at 11:12 PM, Ramazan Yaman <[email protected]> wrote:

> Piştî ku Osmanî heldiweşe û welatê nû tê ava kirin; serokên dewêla nû bang
> dikin ji bo hemû xortan ku herin eskeriyê.Di gundê Felekreşo de jî, ew û
> cîranekî xwe diçin. Ji ber ku di wan çaxan de eskerî çar sal bû bavê wî
> nehiştibû ku berî ekseriyê bizewice.
>
> Felekreşo û havalê wî didin ciyekî dûr. Ji ber ku xwendin-nivîsandina wî û
> hevalê wî tune; ne dikarin pirsekê ji malbata xwe bikin û ne jî dikarin
> nameyê ku keya ji wan re şandibû bixwînin.
>
> Demeke dirêj derbas dibe, havalê Felekreşo nexweş dikeve û ji bona çend
> rojan destûr didinê û wî dişînin gundê wî.Kêfa Felekreşo tê cî. Di dil xwe
> de dibêje ku ew ê hevalê wî ji wî re nûçeyên xweş bîne. Ka belkî bavê wî jê
> re keçikek xwestibe û dê li hêviya Felekreşo be ku dawî li eskeriya wî bê û
> herê malê deweta wî bikin.
>
> Destûra ku serokê eskeriyê daye hevalê Felekreşo diqede û hevalê wî
> dizivire. Felekreşo bi kêf diçe, bi hesret himbêza xwe bi sotûyê hevalê xwe
> wertîne. Demeke kurt kêfxweşiyê bi hev tînin û Felekreşo bi keserek xurt ji
> hevalê xwe pirsa malbata xwe dike û axaftinek wiha di navbera wan de derbas
> dibe:
>
> Felekreşo : “Heval gelo tu çûyî mala me, çawa bûn, baş bûn?”
>
> Hevalê wî : “Belê heval ez çûm lê ne ewqas baş bûn.”
>
> Felekreşo : “Tu bi Xwedayê xwe ke ku tuyê zêde dirêj nekî. Gelo çi hatibû
> serê malbata min?”
>
> Hevalê wî : “Kûçikê we cihimî bû.”
>
> Felekreşo : “Tu çi dibêjî heval? Kûçikê me wekî şêrekî bû, tu gura pê
> nikaribû. Malbata me tenê na, temamî gund diparast. Gelo çima cihimî bû?
>
> Hevalê wî : “Hestiyê gayê belek di qirikê de mabû.”
>
> Felekreşo : “Qey gayê me jî mirar bûbû? Gayê me yê ku mirov biqesibanda,
> mirov dikaribû pê mewlûdek bida ji bo heft gunda!”
>
> Hevalê wî : “Na, gayê we nemiribû, kiribûn boraqa bavê te.”
>
> Felekreşo : “Qey çi bûbû bi bavê min, çima miribû, kîngê miribû?
>
> Hevalê wî: “Heval çi bêjim, çewa bêjim? Deh roj neketibû nava wî û diya te.
>
> Felekreşo : (Eman dike, yeman dike…) “Heval tu çi dibêjî? Qey diya min jî
> rehmet kiribû?”
>
> Hevalê wî: “Lê ka feqîrê çi bike? Ku şivanê we birê te kuştî û keçika ku
> bavê te ji te re xwestî revandî, feqîra Xwedê nesebirandî û biheciye.”
>
> Felekreşo eman dike, yeman dike ka ew ê çi bike, tişt ji desta nayê.
> Dibîne ku nabe zariya ji hevalê xwe re dike û dibêje: “Heval ji bo xatirê
> Xwedê tu heş kî. Birayê min jî miriye. Bes indî te agir bi mala min xist.”
>
> Hevalê wî ji bal diçe û bi dengekî nizim di ber xwe de dibêje: “Wele dema
> ku ez ji diyarê gund de qelibîm dû ji mala we diçû….”
>
>
> --
> Dinya guleke,behn bike u bide hevalê xwe…
> (Dünya bir güldür,kokla ve arkadaşına ver..)
>
> --
> --
> - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu
> Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u
> rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret
> qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator
> in.
>
> Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>
> - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail
> grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas
> alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik
> taninir.
>
> ---
> You received this message because you are subscribed to the Google Groups
> "Diwanxane" group.
> To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an
> email to [email protected].
> For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.
>
>
>

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap