Çandeka  Me Ya Windabûyî: Savarkelandin û Danî






Ez wek mirovekî ku bûyî şahidê jiyana beriya niho nîv-sedsalekê dikarim
vêya bibêjim ku, dema ez wê jiyana berê bi xeyalî tînim, datînim li ber ya
îro, bi rastî ji gelek aliyan ve ez rastî cudayiyan têm. Jiyana îroyîn her
çiqas bi derfetên xwe yên zêde yên teknolojiyê hinek rehetî ji mirovan re
anibe jî, lê gelek zewq û keyfa ku mirovên berê dijiyan jî ji holê
rakiriye. Bi gotineke dî ku mirov keyf û xweşiya ku di jiyana berê de bû
deyne şkevikeka şihînê û li ber ya îro deyne, bawerim ya berê dê dakeve jêr
û ya îro wê rabe jor.



Zemanê berê her demekê, her mehekê, her demsalekê kar û mijûlayiyên wê yên
taybet ên bi wê demê ve giradayî hebûn. Ji ber wê çendê mirov bi awayekî
rehet dikarî ji dema ku têde bûn zanibûna ka wê ji wan re çi kar û mijûlayî
hebe; her wiha ji kar û mijûlayên ku dihat kirin jî zanibûya ka mirov di çi
demsalê, heta di çi meh û rojê de ye. Kar û mijûlayî bi demê re di heman
rêzê de dimeşiyan.



Yek ji wan çanda windabûyî jî çanda savarkelandin û daniyan bû, ku mijara
vê nîvasa me ye. Xelkê hêj serê demsala pehîzê amadeyiya sala pêşiya xwe,
taybet amadeyiya sê heyvên zivistana reş û dirêj dikirin, ku jê rê qût
dihate gotin. Di demsala pehîzê de gotina ku herî zêde di nav gel de dihat
bi kar anîn gotina “qût”ê bû. Qût hir ve, qût wê ve. Her wiha di nava
xwarinên wê demê de savar û gotin di cî de be  birayên savarê (danhûrik,
babnelbalik, hûrikê kutlikan ango xizêxizê) cîheke girîng ê wan hebû. Ji
ber wê çendê gelek girîngî didan savarê.



Bi giştî meha êlûnê (rêzenan) wek meha kelandina savarê dihat zanîn. Her
çiqas ew kesên ku di amadekirina qûtî de leza wan heyî di meha Gelawêjê de
dest bi kelandina savarê dikirin jî lê fikra piraniyê li ser meha Êlûnê bû.
Heta di der barê çêtiriya savarkelandina meha Êlûnê de û neçêtiriya meha
Gelawêjê de gotineke pêşiyan jî heye:



Savarê êlûnê, jê tê bêhna hêrûnê

Savarê tebaxê, jê tê bêhna axê.



Her malbatekê li gorî rewşa xwe ya aborî û mêr û mêhvanên ku ji wan re
dihatin savar dikelandin. Hinan du, sê, pênc elb genim ji savarî re
vediqetandin; bes hin malên mezin hebûn ku hejmara elban digihandin sih û
çilê jî. Her kesî bi zadebûna elbên xwe pesnê xwe didan. Yekî digot, wî
pênc elb genim kirine savar;  yê dî digot bîst, yê dî sih… Di vê mijarê de
pêkeninek jî heye, ez dixwazim wê jî bêjim:

Yek gundî der barê hejmara elbên ku kirine savar de pesnê xwe dida:

-Ezbenî me û mala axê me dused û du elb genim kirine savar.

Tu nabêjî dused yên mala axê ne, dudo jî yên wî ne. Ji ber ku yên wî hindik
bûn, şerm dikir gotiba yê wî du elb in, ji ber wê çendê xwe wek hevbeşê
mala axê nîşan dide. Heçko nîvî yên wî, nîvê dî jî yê mala axê



Kelandina Savarê û Danî

Savar di kolanan de dihat kelandin. Tifikên/kuçikên tirtirrê amade dikirin.
Qaqibên/sîtilên gelek mezin ên duçembil milê wan didan hev û li ser êgir
rêz dikirin. Di bin de jî agirek ecêp. Ew aqirê gur ji herdu aliyan ve serê
xwe ji bin wan sîtilan derdixist û êrîşî wan mirovan li ber de bûn dikir.
Ji ber ku demsal jî ber bi zivistanê ve diçû, hêdî hêdî têhna agir jî li
mirovî xweş dihat. Heçku gotina pêşiyên Kurdan a

“agir bab e, nabêje rabe”

li wir tecelî dikir.



Carînan li sê-çar derên muxtelif ên gund savar dihat kelandin. Dema genim
hinkê dipijiya bêhnê wê, ango bêhna savarê kelandî li ser gund diket. Haya
xelkê jê çêdibû ka li kuderê savar tê kelandin. Wê demê keyf û zewqê dest
pê dikir. Ji ber ku êdî ew genimê ku di wan sîtilan de hatî kelandin bibûn
 “danî.” Danî û dan ji hev cuda ne. Dema genim di cohnî de were qutan dibe
dan. Lê danî dema genim di sîtilan de hat kelandin û baş pijiya ew bû danî.
Bi gotineke din “danî” ew savarê terr ê nehatî hêranê ye.



Ji savarkelandinê re û çêkirina danîyan re herî zêde kêfa zarokan jê re
dihat. Çavên zarokan li pijandina daniyan bû. Hema dihatin, diçûn, dipirsîn
ka danî çêbûne an na. Firaxên wan di destên wan de bûn û li ber sîtilan rêz
dibûn. Gotinokên wan jî hebûn.

Gomîd gomîne,

Danî çêbîne,

Zarok birçîne.



Ew jinika ku li ber qaqiban rawestiyayî hem bi wê çerxetîna (*) di destê
xwe de danî tevdida, hem bere jî rondikên çavê xwe yên ku ji dû û dûxelana
êgirî şewitî paqij dikir. Digel wê çendê tejî çerxetînê dikir û li ser
zarokan belav dikir. Nedana daniyan a bo zarokan gelek şerm bû, ji ber wê
çendê kesî xwe jê venedida û zarok jê bêpar nedikirin. Heta, dema biryar
didan ka wê çend elb genim bikirana savar, hingê hesaba zarok û daniyan jî
dikirin û nîvelb yan jî elbek sirf ji wê re hesab dikirin.



Zarokan ew danî dianîn malê, xwê lê dikirin û bi kemalê afîyetê dixwarin.
Hinekan jî pê gûzan dixwarin. Her çiqas nav bi zarokan ve dima, ango yên
diçûn danî dixwestin zarok bûn, lê carînan yên ji bo xestinê ew dişandin
kesên mezin bûn. Yanê mezinan şerm dikirin ku çûbûna, dabî bixwestana,
zarok dişandin.

Belê çêroka savarkelandinê û daniyên holê bû. Lê dema me ya îro ji ber ku
savar bi awayekî hêrayî û hazir tê ber mala me, em, nexasim zarokên me ji
wê keyfa savarkelandinê û ji wê tama xweş a daniyên bêpar mane. Bi gotineke
dî ew zarokên ku zewqa ji wan daniyan standî zarokên vê demê li ber tv-yan,
ji fîlmên kartonê nastînin.



Piştî kelandina savarî îca dor digiha hêrandina wê. Ji xwe ew hê xweştir û
bicoştir bû. Ji ber ku di ber hêranê re keç û xortan stran û beste û li hev
vedigerandin. Lê ew mijara nivîseke dî ye



(*) Çerxetîn heskûya mezin a ji bafonî çêbûyî bû ku di savarkelandinê de
dihat bi kar anîn.

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap