Salnameya Nûbiharê ya 2015an derket!


Nûbihara ku ev şeş sal e salnameya Kurdî diweşîne, îsal jî salnameya xwe
derxist û gihande xwendevanên xwe.

 Agahiyên curbecur evê salnameyê dixemilînin.

 Agahiyên dînî, agahiyên di derbarê navdarên Kurd de, navdarên cîhanê,
dîroka Kurdistanê, edebiyata cîhanê, bûyerên muhîm yên cîhanê, pêkenokên
Kurdî, xeberojkên demsalê, ji kaniya edebiyata Kurdî helbestên klasîk,
naveroka salnameyê dewlemend kirine.

 Di rûyê pêş de jî gotinên xweş yên navdar û pêşiyan, di dîrokê de wê rojê
çi qewimiye û wextên nimêjê yên bajarên Kurdan cih girtiye. Û herweha
wextên nimêjê yên Hewlêr, Mehabad û Qamişlo jî wekî parr di salnameyê de
cihê xwe girtine.

 Qartonên ku îsal bi salnameyê re têne dayin jî balkêş in. Pênc qarton
hatina amadekirin. Selaheddîn Eyûbî û pereyê ku li Farqînê derb kiriye,
resmê Şêx Seîd, resmê Bedîuzzeman, resmê edebiyatvanên wekî Melayê Cizîrî,
Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî û Seyid Eliyê Findikî û ji herema
Hawraman kalek û xwendina Qur'anê li ser van qartonan hatine çapkirin.
 Salnameya îsal bi kaxezê spî hatiye amadekirin û ji salên berê xweştir
bûye.

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Attachment: Salname.docx
Description: MS-Word 2007 document

Cevap