sehheta te xweş mamoste, ez destxweşiya te dıkım, bıjî dılnêrgızê cızîrî..... mela seîd gırdarî cızîra botan
12 Ocak 2015 Pazartesi 22:47:44 UTC+2 tarihinde Abdulkadir yazdı: > > Dûştû dûşûyor ji bo me gotin > Wan xwest ku dilê me bête sotin > > Lê ya dilê wan nehat serê me > Bo zaferê her diçit berê me > > DAÎŞ li Kobanê têkdiçîtin > Tişta nedixwestin ew bê dîtin > > Daîm bo Xwedê dikem spasî > Mexlûb kire ew IŞÎD-a asî > > Min zanîbû Reb wê tiştê nade > Tişta ku heqî rûyî jê bade > > Em milletê Kurd zeîf û jar in > Lew em ji heq û hiqûq bêpar in > > Em têdikoşin ji boyî mafî > Azadî tenê ji bo me kafî > > Naxwazine can û malê xelkê > Heqparêz û însanî ne gelkê > > Em bo kesî ne ijadperest in > Lê bo heqê xo welatperest in > > Em bo mirovan tevan bira ne > Emma ne tenê bira…çira ne > > Naxwazine em çi herb û cengan > Em nabijêrin ziman û rengan > > Reş yan sipî yan çi zer we ya sor > Ser wan hemûyan xuya dibit mor > > Ango hemû tev da yek pênûs e > Reb wan kire bo pênûs lênûs e. > > Xet eynî ye hem nivîs jî eynî > Zinhar! Ji bo wê gumanê neynî > > Adem belê bab, Hewa jî dê ye > Însan hemû tev ji wî, ji wê ye > > Ferq nake çi Kurd, çi Firs, çi Rûm e > Yê ferq dike ew mirovkî bûm e > > Lanet li wî bit cihî dozex bit > Daîm melekê êgir li rex bit > > Dilbikulê Cizîrî > > -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.