Min nêzeka 130 heb Gotinên pêşiyan berhevkirin. Bi eleqedariya we. silav û rêz.Paşa Amedî
Gotinên bav û kalanên me tev hatine ceribandin û tev bi şîret in. Ku mirov li pey gotinên kalanên xwe here mirov tu car esl, ol û edetên xwe jibîr nake, wê ji beleyan jî dûr be û qet ji rêya xwe jî şaş nake. Ev gotinên pêşiyan tev li herêma Gundê Qerto (Gund girêdayê Çêrmûga Diyarbekirê ye) hatiye berhevkirin. Amedekar: *Paşa Amedî* - Aqil taca zêr e, li ser sere her kesî tune ye - Ar û barût li cem hev nabe - Ava sewûlê nû her tim sar e - Berê gul bû, baran barî şil bû - Berê xungê bi bira re, berê bira jî bi çiya re - Berxa çê li ber dê belî ye - Beza pisikê heta kadînê ye - Bi karkirê xwe bi şîrînê hevalan - Bi qisên xweş mal ji qula xwe dikşê - Bi tifinga xelkê mêrani nabe - Bi xweziya kesek ranehîştiye baxê keziya - Bira mirin hebe bira yextiyarî tunebe - Bizina kol elimiye dana - Bûk anî bi lez û bez, sivika malê her tim ez - Bûk li ser hespê ye, kesek pê nizane ku nasîbê kê ye - Bûka salekî qeşmerê malekî - Bûkekî têxin tunebûnê, Pîrekî têxin hebûnê - Cîzê bûkê bi bûkê re ye - Çav li deriya xwelî li seriya - Çavê dê û bavan li ewladan, yê ewladan jî li çiyayê Qaf - Çêlika mar bê axû nabe - Çi dibe bi hevalan re - Çi dike jin serê mêr bilind dike - Çile ye, gur file ye - Çûçik naçin mala temihan avê venaxwin - Çûye seferê lê hîna kerê berê ye - Danûgê bidin birçiyan, berfmotikê bidin tiyan - Dawiya sebrê selamet e - Dê û dotê pevçûnî, kêm aqilan bawer kir, - Dengê defê ji dûr xweş tê - Derdê qeraş, ew e ku av here aş - Destê xwarinê dirêj e - Di dema zaroktiyê de kurm dikeve çokê wan, ku zarok dibe ciwan kurm dikeve nava wan, ku mirov pîr dibe kurm dikeve zimanê wan - Di mecbûrtiyê de ji yarê dêya xwe re dibêjin ‘bavo’ - Dinya bi dor e - Divê jin jintiya xwe, mêr mêrtiya xwe zanî be - Dîwarê rast nahilşê - Diwaro ji te re dibêjim, bûkê ji te ve davêjim - Du dawet du eydê li cem hev nabin - Dûr be, nûr be - Ev nîna ye hê têr nîna li para ye - Êvar e jina gavan bi kar e - Golik navê naxirekî xerab dike - Haya zikê têr ji zikê birçî tune - Heft jin qasê mêrek topal nabin - Helem qulem neke - Her giya li ser koka xwe şên dibe - Her kes xazî ye, bi xwe raziye - Heta bûk xemilî, berbî li der qefilî - Heya dewê xelkê hat nan qediya - Heya gotin gur û rovî, îşîn xwe bîrîn nîvî - Heya ku dilê xwesî nekeve zavê, xwesî keça xwe nade zavê - Hezar sal li dinê bî tu yê dîsa nîvanê qebrê bî - Him ji kerê bû him ji perê bû - Hindik rindik - Hinek malan şên dikin hinek jî malan xerab dikin. - Îşê xwe nehêle sibê - Îşekî gavekî qesaweta salekî - ji baranê reviya, çû ber zîpikê - Ji nexweşan re çûye zeweşan - Ji tifikê here pifikê - Ji xelqê re masî ji xwe re kosî digre - Jina xwe têr ke, diya xwe razîbike - Jinê bi qisên şîrîn û jinê pir rind herdu felaket in - Kalo nemre bihar tê, pîrê nemre pincar tê - Kar micewhera canê mirov e - Kar pir e lê em tune nin - Karên qîza bazingê destê wan e - Keça mêran bixwazin keça jinan nexwazin - Keçên jinbiyan nexwazin keçên mêran bixwazin - Ker û kurî li hev zûrî - Kerê xurt ço bi xwe nake - Kevirê havînê bavêje kulînê - Kezeba herî dilşewat kezeba kerê ye - Ku eceleyê gêle were, qenet pê ve tê - Ku ga dimre kêr pir dibin - Ku Xwedê bide wê mele çi bike - Ku zarok negrî dê şîr nadyê - Li bavoka yarê mêr bê jin dimînin - Li derve xelkê diteqînin, li malê hevudu diteqînin - Li ku êvar e ew jê re war e - Li mala bavê nexş û tevnan çê dike, li mala mêr tevan ji bîr dike - Mal tê, can nayê - Mala pîrê stara pîrê - Malê helal bê nîmet e - Mange mir dew biriya - Mêrikê du jina kûçikê ser rojingan - Mirov bi pirsê dere qursê - Mirovê ku bi nîşan dibe, êleka xwe darda dike - Mîrovê xerîb kor e - Ne deyndar be ne maldar be - Ne dîn e, dînan baqil dike - Ne ji mirovê xerab be, gur û mih bi hev re diçêre - Niha ji xwesî re dibêjin: “Bûk çawa ye?” Berê jî ji bûkan re digotin: “Xwesî çawa ye?” - Nimêja wext, padîşahê li ser text - Nîsan bê serî, gulan bê pirnar naçe - Nîsan e çilka baranê bi kêsane - Pêlên mêran weka behr e - Pênc deqe sebir bike pênc sala bijî - Piranî mêranî betal dike - Qerto zozan e, kesek pê nizane - Qisan mekin kevir bi goh in - Qise tê ser qisê - Qîsexweşan ker dan guran - Qiz radibe teşiya dê digre, law radibe misasê bavê digre - Reş e bi xwediya xweş e - Rêviyê geriyayî ji şêrê veketî çêtir e - Serê ku nayşê dipêçe - Serê salê binê salê, Xwedê kurikê bide vê malê - Sewîrî dewirî - Sewurî, dewurî - Şîva gerokan tune - Teyr ji refê xwe naqete - Tirî li tirî yê reş mêze dike reş dibe - Tu ji ku yî, ‘ez hîna nezewujime’ - Xuyê jinê ku pere tune be tê fehm kirin, yê mêr jî ku pere pir be tê fehm kirin. - Xûyê pîrê heya serî - Xûyê şîrê heya pîrê - Xwedî kir bi nanê xwe, berda canê xwe - Xwedyê mangê çu mala xwediyê keran got: “Ka dew” - Ya xwarinê xal û xwarzî, yê piştê ap û birazî - Yê dawiya koçê bimîne nagîhîje koçê - Yê dewlemend ku tiştekî dikirê jê re: “Serxêrê be” ku yekî feqîr tiştekî dikire jê re dibêjin: “Te ji ku hanî?” - Yê ku ji êşiyê here wê bi reşiyê keve, yê ku ji reşiyê here wê bi xweşiyê keve. - Yê ku meyweyan dipejrîne tav e - Yên ku derdên wan tunebin bila herin du jina bikin - Zar di gûyê zer de, bûk di fûta zer de terbiye dibe - Ziman leqo serî teqo - Zimanê xwe bibire cihê xwe bikire - Zivistanê bê orxan, havînê bê dew nabe *Amedekar: Paşa Amedî* -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.
Gotinên Pêşiyan.docx
Description: MS-Word 2007 document
