Helepçe
Çûme ez nava Helepçê şazdeyê mahê Adar Sal hezar nehsed û heştî hem jî heşt rojek xedar Ew çi rojek pirr xedar bû min dikir her ev dua Milletê Kurd qet nebînit êdî rojên ho Xweda Asîman ewr bû we lakîn rehmet û baran nebû Wê roja nehsî bo Kurdan qetlîam û xwîn hebû Çar alî termê mirovan hem li rast û hem li çep Piştî Enfalê bû cardî pêk dihat zulma Erep Ger jê ra wehşet bibêjim ev kelÎme jê re kêm Rastî Îblîs û Firewn û hem jî Haman ez dibêm Mêr û jin zarok û pîr û hasilî her cur mirov Pê çekên kîmyewî kuştin ew kesên wehşî û hov Pênc hezar zêde jimara Kurdê wê rojê mirîn Xeynî wan ewqas û ewqas yên ji laş bûyîn birîn Ew Helepça gelkê şêrîn sed mixabin bû wêran Bê xwedî mabû welatê vî gelê şubhê şêran Dilbikul vê qetlîamê qet ji bîr naket tu dem Dêrsim û Gelyê Zîlan û Aleqemşê deyne cem Dilbikulê Cizîrî (Abdulkadir Bingöl) -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.
