*H D P*
*Rengê xwe me diyar kir* *Tev da bûn em HDP-* *Me xelkê xwe şiyar ki* *Bezîn çûn cem HDP* *Xelkê me tim pey hev de* *Hatin bi revde revde* *Lew partiyên dî tev de* *Çûn çemûçem HDP* *Em gelkê keyfîxoşîn* *Kelecan û bi coş în* *Çendî hinkê xamoş în* *Lê dem bû dem HDP* *Ser rêya pêşengê xwe* *Gernas û lehengê xwe* *Nadin kesî dengê xwe* *Heye madem HDP* *Vaye em tev de hatin* *Li hêviya wuslat in* *Em aşiqê welat in* *Wek Zîn û Mem HDP* *Em hemû rêkûpêkin* *Hêzek gelek xurt çêkin* *Bo Enqerê verêkin* *Bo me elzem HDP* *Ger bo me deng gelek bên* *Em dê zêde bibin şên* *Dê ji qelbê xwe bavên* *Derd û elem HDP* *Bûne wek agir û pêt* *Me azadya xwe divêt* *Mizgîniya xêrê bêt* *Roja duşem HDP* *Çiqas dengê me hebin* *Hemû jî dê bo te bin* *Muxalif dê qet nebin* *Nekî tu xem HDP* *Dilbikul her ev nida* *Daxwaz dikit ji Xwida* *Ev xwesteka wî bida* *Bibit yekem HDP* *Dilbikulê Cizîrî* *https://www.facebook.com/Dilkul.Ciziri <https://www.facebook.com/Dilkul.Ciziri>* -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.
