*Birîna Pîrê*

*Min ne dixwest ku di vê quncika xwe de; vê çîroka jiyayî biweşînim lê ji
ber ku min vê girîng dît ez vê diweşînîm. *

Jinebiyek bi neçarî û feqîrtiya xwe bi karên gundiyan debara xwe dike,
zarokên xwe mezin dike. Ku zarokên wê gihîştin, ku karen bajarî ji wan tê,
pîrê zarokên xwe civand û ji wan re dibêje: “Zarokno, fikrekî min heye ku
hûn jî pipejrînin, em ji gund derkevin, herin bajarê Diyarbekirê, dibêjin
‘Diyarbekir, cihê zengîn û feqîran e, her kes xwe tê de xwedî dike û bi
rehetî jiyana xwe dewam dike’  hûn dibêjin çi?” Zarokên wê tev jî dibêjin:
“Dibe, dayê, çima nabe, jixwe erd û zeviyên me tunin, em li ber destê xelkê
dişxulin…”

Jinebî û zarokên xwe mala xwe bar dikin derin bajarê Amedê. Xaniyek piçûk
ji xwe re kirê dikin. Zarok ji xwe re kar bi destê xwe dixin û dişxûlin. Ku
debara wan xweş bû; pîrejin zarokên xwe dizewicîne. Sal derbas dibin
zarokên wê navsal dibin, tornên wê jî diçin mektebê dixwînin. Dayîk jî sal
bi sal pîr dibû, bû bi sal. Çavên wê êdî nedîdît, lê dilê dayikê ne xweş
bû. Pîrejin tenê bi nimêj û îbadetê ve mijûl dibû; zikir û wîrdên xwe
didomand, pê dilê wê xweş dibû, sebra wê pê dihat. Lê dayîk her tim dilê
xwe xerab dikir,  ku ne ji nimêj û taetê biba wê dîn biba û bi çolê biketa.
Car jî ku jê bihata wê ji zarokên xwe re bigotana “min bibin gundê min…”
 lê nikaribû dest ji zarokên xwe bike.

Jinepîr ji zarok, bûk û tornên xwe pir hez dikir; û bi wan kêf digirt. Lê
jiyana wê ne tu jiyan bû, her tim difikirî… Zarokên wê fehm kiribû ku derde
wê heye lê derdê wê nizanîbûn. Zarokên wê carna digotin: “Dayê, dayika min,
derdê te çi ye, tu çima derde xwe ji me re nabêjî?..” Diya wan jî: “Ez çi
bibêjim, lê jiyana min, ne tu jiyan e.” Û dev jê berdida.

Çend roj çû, ku bû “of, of”a pîrê. Kurê mezin ji diya xwe re: “Dayê, tu yê
derdê xwe ji min re bibêjî, ka dertê te çi ye? Gelo bûk nan nadin te, li te
tehdê dikin, an jî me dilê te ji xwe hîştî ye…” Dayik mêze dike ku kurê wê
ji wê nagere. Pîrê dest bi derdê xwe dike û dibêje: “Kurê min, ez diya we
me, ez pîrejin im, ez xwedî zarok im, mala min heye, ez ne birçî me, lê hûn
ji halê min fehm nakin, ez jî ji we. Hûn bi zarok û jinên xwe re qise û
galegalan dikin, kêf kêfa we ye. Lê hûn li min nafikirin?” Kurê wê:

   -

   Çima, çi bûye?
   -

   Çer çi bûye, kurê min, ez çawa ji we re bibêjim; we orf û edetê xwe ji
   bîr kiriye, çekên we bûye weka biyaniya, ferqa jiyana we û gawuran ferq nake

   Ya din; hûn derin karên xwe û tên, jiyan ji we re xweş e, lê hûn nabêjin
   em, jin û zarokên me di çi halî de ne. Ez qayîlim ku ji tornên xwe hez
   bikim, bi wan re qisan bikim û bibêjim, ku ez ji wan fehm bikim, ew jî ji
   min. Ê din wexta ku hûn bi jin û zarokên xwe re qisan dikin ez ji we fehm
   nakim, bi we re nakenim û nagirîm. Ku kurê mirov, bûk û tornên mirov bi
   zimanê xwe yê Kurdî qîsa neke û bi zimanê Tirkî qisan bike wê diya we çawa
   ji we fehm bike û bi derd û şahiya we kêf û xemgîn bibe.

   Kurê min, rewşa we û yê min ne baş e. Yanê ku hûn, bûk û zarokên xwe bi
   min re qise nekîn, hûnê bi kê re qisan bikin.

   Ya din jî hûn heya êvarê bi jin û zarokên xwe re bi zimanê Tirkî qisan
   dikin, ez ji we fehm nakim. Hûn televîzyonê vedikin heya sibê ziman bi
   Tirkî ye, hûn jê fehm dikin lê ez, ez ji ber zimanê we yê bi Tirkî bi we re
   her tim ker û lal im. Jixwe çavên min nabîne, qene ji gotin û qisên we fehm
   bikim. Li malê eciz dibim û dilê min teng dibe. Hedûriya min nayê û bîrîna
   min kûr e.

   Gelo haya we ji we heye? We xwe daye zimanê Tirkî, we jiyana diya xwe
   mehf kir, yê zarokên xwe jî. Ku zarokên we bizewicin wê zarokên tornên we
   bi çi zimanî qise bikin. We zimanê bav û kalên xwe jibîr kir, we bi zimanê
   xerîb girt. We jiyan li min herimand. Bûk û zarokên me bi Tirkî qîsan
   dikin, cîranê me tên, ew jî bi Tirkî qisan dikin, mirovên me tên mala me
   dîsa bi Tirkî qise dikin, ez dîsa ji we fehm nakim, tornên min carna tên
   cem min, tenê dibêjin “Pîrê, çawa yî, baş î?” Kurdiya wan tev ew e û diqede.

   Hezkirina tornên min di dilê min de maye, ku ez dixwazim destê xwe di
   serên wan bidim û paç/maç bikim, ji min direvin, ji bo çi ji min direvin,
   ji ber ku ji min fehm nakin. Hûn jî zanin ku mirov bi rêya qisan ji hev hez
   dike û bi hev şêrîn dibe. Ku ziman tunebe û ji hev fehm neke, mirov  ji hev
   sar dibe.  Hezkirin bi ziman û qiseyan dibe. Law me em ji ku hatin; hûn kî
   ne, bûkên me û em tev bi Tirkî nizanîbûn, niha jî li xwe nagrin ku bi kurdî
   qisan bikin, xwesika Tirkiya we jî baş biba. Li xwe haydarbin; hûn nizanin
   bi Tirkî jî qisa bikin kurê min, ji ber ku hûn bi Kurdî qisan nakin, zimanê
   me ji we û ji bûkên me re xerîb tê.

   Kurê min, ez mirov im, hestên min jî hene; ku ez bi we re, hûn bi min re
   qisan nekin an ku ez ji gotinên we fehm nekim ez ji we  çawa kêfê bigrim.
   Qey ez li malê ne kevirê ser dîwanê me, ez ji dîwarê re qisa bikim

   Gelo ez şaş im an hûn şaş in. Lê  niha ez di çi halî de me hûn nizanin.
   Ji xwe çavê mim  nabîne, jiyana min tarî ye. Ez li mala xwe me jî ez
   dibêjim qey ez li mala Tirka me û nîvanim. We jiyana xwe heram kir û jiyana
   min jî… esl, kok û zimanê xwe ji bîr nekin, jiyana xwe jî li gor dînê
   Muhammedî bajon. Ji xwe re aqilê xwe bînin serê xwe û jiyaneke nû dest pê
   bikin. Kurê min hîna jî hûn pir dereng nema ne….”



   *Paşa Amedî*

   Çandname

   www.candname.com

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Attachment: Birîna Pîrê.docx
Description: MS-Word 2007 document

Cevap