*Heelbestên Remezanê (Bila rojî ji bîra me neçe)*


*Mef’ûlû/Mefaîlû/Feûlûn*



*Îro Remezan jî bûye sêzde*

*Hêvî ewe îd bê ser me nêzde*



*Sêzdeh ku xilas bû çarde têtin*

*Piştî wê teqez dê pazde bêtin*



*Pazdeh dê bibit bira bo şazdê*

*Şazdeh dê bo hevdeyê ve bazdê*



*Hejdeh diçe nozdeya delal e*

*Hetta bibe bîst û bit kemal e*



*Bîstûyek û bîstûdo li dor e*

*Takû biçe bîstûçar li jor e*



*Piştî wê jixo tê bîstûpênc e*

*Bîstûşeşê deyne ber de sênc e*



*Paşê dê biçin bo bîstûheftê*

*Hetta bigihên bo bîstûheştê*



*Bîstûnehê dê rojek bimîne*

*Êdî kederê ji dil derîne*



*Ya dî Erefat e hem pîroz e*

*Nêzîk bûye îd çi xoşî roz e*



*Va min bo anî  dem bo cejnê*

*Da hûn tewînin li ber wê bejnê*



*Cejna we tevan ji dil pîroz bit*

*Keyfa wê rojê mehûj û goz bit*



*Hetta Remezanekî dî hatî*

*Şertê bibe xweş ji dil biratî*



*Dilkul dê dîsa ji bo we bêje*

*Dê her durr û yaqûtan birêje*



*Dilbikulê Cizîrî*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap