Esfelessafilîn
Jineke gundî dimire. Jina melê cenazê dişû û melayê gund jî nimêja wê ya cenazê dike û wê vedşêrin. Piştî ku merasima veşartinê qediya, kurê jinikê ji melê pirsî: -Seyda rewşa diya min a wê dinyayê çawa ye, ji min re bibêje? Mele dibêje: -Kurê min, ew cenazeya ku jinseydaya te şûştîye û seydayê te li ser de nimêj kirîye, ez hêvî dikim ku cihê wê esfelessafilîn e, înşelleh! -Xwedê ji te razî be, seyda. Eve helbesta vê pêkenînê: Esfelessafilîn Yekî hat cem melayê gund, go: “Seyda va diya min mir.” Jina Seydayî ew şûşt û we seydayî nimêj ser kir. We piştî defn û telqînê hemû millet vegerya mal, Belê lawê wê jinkê her ji ber qehrê perîşan hal. Çû ber deryê melê seknî jê pirsî hem jê ra ho got: “Kul û derdê dêka min tev hinav û hundirê min sot. De bêj ka halê dêka min dê çawa bit wê dinyayê, Ji ber qehra evê pirsê dikim nakim xewim nayê.” Melê got law, dibêjî çî, nînin qey te ji min bawer, Bêjim vê tu lê guhdar be, wekîlê te bibit Dawer, Ku jin-seyda te şûştî bit, we min kir bit nimêjê wê, Wê esfelsafilîna xweş bibit cî û mekanê wê.” Kurê wê got: “sipas Seyda bila mala te ava bit, Qîza te her bibit bûk û bila lawê te zava bit.” Dilbikul -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.
